33 Gule: Ên ku wesle-wesle di devê min da...

33 Gule: Ên ku wesle-wesle di devê min da...

Komkujîya Qerqelîyê, yan ji bi navê ku tê zanîn 33 Gule komkujîyek e ku di sala 1943´an de li Qerqelîya Wanê çêbû. Di çapamenîyê de car bi car weke "Bûyera Muxlalî" jî hat binavkirin.

A+A-

Komkujîya Qerqelîyê, yan ji bi navê ku tê zanîn 33 Gule komkujîyek e ku di sala 1943´an de li Qerqelîya Wanê çêbû. Di çapamenîyê de car bi car weke "Bûyera Muxlalî" jî hat binavkirin.

Di nava kurdan de, weke "Komkujîya Qerqelîyê" jî, hat zanîn û binavkirin. Lê piştî ku helbestvanê bi eslê xwe kurd Ahmed Arîf ku li ser komkujîya Qerqelîyê helbesteke bi navê "Sih û Sê Gule" nivîsand, êdî di çapamenîyê de dem bi dem weke "Bûyera Sih û Sê Gule" jî hatîya binavkirin.

Di wê demê de, dewleta tirk, bi armanca tafisandin û tirsandin kurdan bi leşkerî li herê diçê bi ser gundan de. Di wê demê de generalê tirk yê serokê artêşa sêyem Mistefa Muxlalî, agahîyê di hilde ku gelek gundî ji sînor buhurtina û çûna mêhvandarîya xizmên xwe yên alîyên din yên sînor. Ev generalê tirk, ji bo çavê xalkê bide tirsandin û careka din êdî ti kesek weke wan nekê û sînor derbas nekê û neçê alîyê din ê sînor, wan li berçavên herkesekî li ber hêt dide rêzkirin û wan dide gulebarankirin û dikujê. Ev komkuji jî, piştre, di çapemenîya tirk de, weke "hin kaçakçî di deme ku sînor derbas kirine hatine kuştin" hat nivîsandin. Lê ev gotin û nivîsandin, hemû jî, derew bûn. Ew, ji bo ku çavên hemû kurdên ku li ber sînor dijîn bê tisandin bi plan program hatibû kirin.

Komkujîya Qerqelîyê, hewl hat dayin ku ser werê girtin û ew were nixûmandin. Di sala 1950´î de, di deme ku partîya DP'ê, ji bo ku di nava gel de li herêmê alîgirîyeke xwe çêkê, û wê dijberîya di nava gel de hinekî jî li dijî dewletê ku afirîya ji holê rakê, mijar hanî roja meclisê. Lê di wê deme ku mijar wê hanî rojava meclisê, ne bi armanca kujarên wê bêde derizandin bû. Piştre, ji ber ku êdî li herêmê, bertek zêde bûn, êdî ji bo ku pêşîya wan bertekan bidina girtin, bi awayekî li berçav, dozek hat vekirin û Mistefa Muxlalî, hat derxistin li pêşîya dadgehê ji bo komkujîya Qerqelîyê. Lê di deme ku ku doz hat vekirin, dewlet, ji bo ku ti rayadarên wê ji komkujîya kurdan, newina mahkumkirin, bi awayekî bi gûman, Mistefa Muxlalî di deme ku girtî di girtîgeha leşlerî de mir. Çend ku piştre, dadgeha tirk, bi awayekî li berçav ji bo kuştina 33 mirovan 20 sal danê de jî, piştre, ew ceza jî, dadgeha bilind xira kir.

Îsmet Înonû, ku li got hin gotina ku dihat gotin ku ew biaslê xwe kurd jî bûya, li herêmê, ji bo ku bi wê derizandinê xwestibû ku derkeve li pêş weke mirovekî demokrat. Lê wê derizandinê jê, piştî ku hatibû kirin jî, piştre, tişta ku dewletê armanc dikir û xwestibû jî, bidest ne xistibû. Dewletê, komkujîya Qerqelîyê, ji bo çavtirsandinê pêkhanîbû. Ji ber vê yekê jî, piştî darizandinê re, ji bo ku bandûra ku wê di xwest ku bidest bixe, ji bo ku bi darizandinê re ji holê nerabê, navê Mistefa Muxlalî, da qişlaya artêşa tirk ya sêyemPeykerê wî jî, li wir da çikandin. Bi wê navdayinê û peyker danînê re xwest ku wê armanca xwe ya ku ji bo wê ew komkuji pêkhanî bû, li gorî wê were li cih. Hertimî, ku kurdên wir li wî peykerî meyîzendin û navê qişlayê bihîstin, ew tirs bikeve dilê wan de û êdî zêde gavên xwe neavêjin.

"Bûyera 33 Gulle" ji alî helbestvanê kurd Ahmed Arîf ve bi helbestî hatîye hûnandin û sahberhemek wejeyî ya nahletê li vê bûyerê dibarîne derketîye holê.

Ciwan Haco albûmeke ser Sî û Sê Gule derxist.

Sî û Sê Gulle  ji alîyê Jîyan Alpîranî hat wergerandin bi kurdî.

1

Ev çîya çîyayê Mengenê ye

Dema şefeq li Wanê davêje

Ev çîya çêlikê Nemrûdê ye

Dema şefeq li hember Nemrûdê davêje.

Alîyekî te aşîtê digire, asoyê Qefqasê ye

Alîyekî te sijde milkê ecem e.

Li bilindahîyan bîsmilikên cemedê,

Li ser avan kevokên revok,

Kerîyên xezalan,

Û refên kewan…

Mêrxasî nayê înkarkirin

Ji hezar salan vir de, kurên vê dere

Di şerê yeko-yek de têk neçûn

Were, em ji ku xeberê bidin

Ev ne fefê qulingan e

Di asîmanan de koma stêrkan nîn e

Dilê bi sî û sê gule

Sî û sê kanîyên xwîne

Naherike,

Bûye gol li vî çîyayî

2

Ji bin kaş kêrgûyek rabû

Pişt belek,

Zik çîl-spî

Kêrgûyekî belengaz, ducan û çîyayî

Dil di dev de, wisa reben

Mirov tînê tobê

Tenha, tenha bûn dem

Berbangek bê qisûr û tezî-rût bû.

Nihêrî; ji sî û sêyan yek

Di zik de valahîya giran a birçîbûnê

Por û rih bihostek,

Di pêsîrê de spî,

Nihêrî mêrxasek dest girêdaye

Dil dojeh

Geh li kêrgûya belengaz

Geh li pişt xwe.

Filînta wî ya delal hate bîra wî,

A ku di bin balîfa wî de xeyidîye,

Hat bîra wî canîya ku ji deşta Herranê anîbû

Bijû bi morîye hişîn,

Enîbeş

Sê pehnî spî,

Beza wî tolaz, reqsok,

Mehîna kumêt û seklawî.

Çawa firîyabûn li ber Xozatê!

Niha, aha bêçar û girêdayî,

Aha, li paş wî lûleyek sar nebûya

Dikaribû xwe bisiparta bilindahîyan…

Ev çîya, çîyayên bira, qedirzan bûn,

Pêşî xwedê, van destan mirov nade fedîkirin,

Van destên hoste ku,

Arîya cixara pêketî,

Zimanê margîskê

En ku li ber tavê wekî çetel diçûrise

Bi gula yekemîn difirand…

Ev çav, tu carî neketin dafikan

Van çavên wî yên ku,

Qîyameta gelîyên li benda aşîtan,

Xayîntîya nermok û bi berf

A hendefan,

Ji berê de dizanibû …

Bêçare

Ew ê bihata kuştin

Ferman hatibû dayin,

Êdi bila çavên wî marûmorên kor,

Dilê wi, teyrên berata bixwara...

3

Hatime kuştin

Di dema nimêja sibê de

Li gelîyekî xip û xalî yên çîyan

Vedizelim

Di nava xwînê de û dip û dirêj...

Hatime kuştin

Xewnen min, ji şevan tarîtir

Kesekî ji xêrê re şîrove ki dernakeve

Canê min distînin, bê ecel

Nikarim di pirtûkan de bi cih bikim

Paşakî şîfre daye

Hatime kuştin bê dad û bê pirs.

Kirîvo, eynî wiha binivise rewşa min

Dibê ku wekî qilûlik zanîn

Ev ne çiçikên gulî ne

Guleyên domdomê ne

Ên ku wesle-wesle di devê min da...

4

Fermana kuştinê bi cih anîn,

Mija hêşin a çîyan

Û bayê sibê yê tevlixew

Di xwînê da lewitandin.

Dû ra li wir tifing daçikandin

Hêdî-hêdî li paşilên me

Sekirin,

Serûbinkirin.

Şutika min a sor ji qumaşe kîrmanşah ê,

Tizbî û qutîya min girtin û çûn

Hemû jî dîyarî bûn ji warên Ecem...

Kirîvê hevin , birayên hevin em, em bi xwîne hev ra girêdayîne

Bi gund û êl ên himber va

Bi sedan sala me qîz danên hev û qîz ji hev girtine,

Ciranên hevin em rû bi rû

Tev li hev dibin mirîşkên me

Ji nezanîyê nîne,

Ji xizanîyê

Em dilgerm nebûne li pasportê

Ewê tewana sebebê qetla me

Êdi navê me derdikeve bi keleşîyê,

Mişextvanîye,

Rêbirîye,

Xayînîyê...

 

Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min

Dibê ku qilûlik werê zanîn

Çiçikên gul nînê

Gulleyên domdomê ye

Ên ku wesle-wesle di devê min da...

5

Lêxin lawo,

Lêxin ,

Ez bi hêsanî namirim.

Di kuçik da bûyê arî tirafa min,

Di hundirê min da gotinên min heye

Ji rewşzanan ra.

Bavê min çavên xwe dan li ber Rihayê

Û sê birayên xwe jî

Sê serwîyên nazenîn,

Sê perçên çîya ku hîn ji emrê xwe têrnebuyi.

Ji bircan, ji qûçan, ji minaran

Kirîv, meriv û Zaroyên çîyan

Dema ku li hember dorpêçkirina Fransiz şer dikirin.

Xalê min ê piçûk Nezif

Ku hîn simêla wî nû derketî,

Cindî,

Sivik

Siwarekî baş bû

Gotîye lêxin birano

Roja namûsê ye

Û hespa xwe rakirîye ser pîyan.

 

Kirîvo, eynî wiha binivisîne rewşa min

Dibê ku qilûlik werê zanîn

Çiçikên gul nîn e

Gulleyên domdomê ye

Ên ku wesle-wesle di devê min da...

 

Ev nûçe 119 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin