Pîrozbahiya Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê ji bo Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (Vejîn)

Pîrozbahiya Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê ji bo Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (Vejîn)

.

A+A-

Rêvebirên Rêzdar yên Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (Vejîn)

Rêzdaran
Li gorî ragehandina ku li raya giştî hatîye belav kirin, me bihîst ku Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ji îro pê ve dê wek Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (Vejîn) xebatên xwe bidomîne.
Ez li ser navê hemû endam û rêvebirên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), di têkoşîna azadîya Kurdistanê de damezrandina Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (Vejîn) pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.
Herweha ji ber li dar xistina  çalakîya we ya newrozê ya li Pira Malabadê ya Amedê jî ez we pîroz dikim.
Li gel rêz û silavên xwe yên kurdistanî.

 

20.03.2026
Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2026-03-20-at-09-48-09.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin