3 hezar çeteyên DAIŞê xwe radestî HSDê kir

3 hezar çeteyên DAIŞê xwe radestî HSDê kir

Li Baxozê di nav 24 demjimêrên borî de, 3 hezar terorîstên DAIŞê xwe radestî Hêzên Sûrîya Demokratîk kir. Herwiha 3 jin û 4 zarokên Êzidî jî hatin rizgarkirin.

A+A-

Berdevkê HSDê Mistefa Balî ragihand, 38 çekdarên DAIŞê di êrîşên vê dawiyê de hatine kuştin û di heyama 24 saetên borî de 3 hezar çeteyên DAIŞê xw radestî HSDê kirine. Balî her wiha daye zanîn, şervanên HSDê 3 jin û 4 zarokên Êzîdî jî ji Baxozê rizgar bikin.

Mistefa Balî got: “Tevgera leşkerî bi rêya firokeyan cebilxane kirin armanc, herwiha bi rêya topxaneyê xendek hatin bombebarankirin, piştre şer dijî terorîstan bi şev li derdora kampê destpê kir, pêşketinên berbiçav li derdora wî çê bûn.”

Berdevkê Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kir: “Terorîstan xwe di nav tûnêlan de veşartine, hêzên me ji şeva borî ve heta sibehê dixwazin şer bi dawî bînin, niha rewş hinekî aram  bûye, lê wê şer careka din destpê bike.”

Li gor fermandarên HSDê tê texmînkirin ku nêzîkî 4 hezar sivîl û 500 çekdarên DAIŞê hê jî li nav Baxozê mabin, herwiha li gor Pentagonê dibe şerê Baxozê du hefteyên din jî berdewam bike.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin