Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

25 Êlûn

A+A-
Ya ku netewa Kurd li Başûrê Kurdistan gîhandîye asta 25 ê Êlûnê çîye?
Çima Kurd bi salane li hêvîya vê roja pîroz in?

Helbet pir sebebên wê hene. Lê di serî de em bizanibin ku sebeba herî dawî ku ji bona mafdarîya referandûma serxwebûna Kurdistan, li ser bêt rawestandin û bibe bingeha meşrûîyeta îlankirina serxwebûna Kurdistan "mafê çarenûsê" bi xwe ye. Em baş dizanin ku ev maf ji şerê Cîhanê yê yekem de heye. Lê di qada navnetewî de, Bi peyman, qanûn û yasayan zincîrkirina mafê serxwebûna Kurdistan û azadîya netewa Kurd, bi hebûna vî mafî re domkir û heta îro ti caran ev "mafê rewa", ji bona Kurd û Kurdistan nebû pergalekî parastina mafdarîya doza Kurd û Kurdistan.

Rewşenbîran, akademisyen an, civatnas an, pîsporên yasayên civakî û navnetewî her digotin; "erê ev maf heye û ji bona her miletî rewaye lê....."(!) Ev dihat wê wateyê ku "ji kurdan re derbas nabe"!

Başe çi bû ku îro em gihîştin wê asta ku me biryara 25 ê Êlûnê da?
Kurdistan, ji destpêka 1900 de doza mafê xwe dike. Bi sedan serhildan, şoreş û çalakî lidar xistîye. Tevgerên mezin û di herêmê de bibandor jî derxistine holê..Lê ev dozên mafdar hemû bi xwînê hatine fetisandin. Her serhildanek Kurdistan, dijminên Kurd û Kurdistan ji xwe re kiriye sebebê binpêkirina wî mafê rewa. Dîrokek tenê, tal, bi êş û elem derdixist pêşberî kurdan!

Civatnas an, akademisyen, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, serokerkanên dewletan guhê xwe ji vê êşa netewa Kurd re digirtin û dema liber çavên wan diket jî, rûwê xwe diguherandin, nexwestine ku bibînin. Koma Netewên Yekbûyî ev sedsale, pirsgirêka Kurd û Kurdistan negirtîye rojeva xwe û Kurd wek netewekî mafdar nenirxandîye. Her bi çavê "pirsgirêka mafê mirovan"(!) li pirsa Kurd û Kurdistan nerîye û di vî warî de tevgerîya ye.
Çend bûyeran Kurd ji binê deryayên bêbinî derxistine ser ruwê erdê:

1- Enfal, Ji 1975 an destpê kirîye û jenosîdek demfireh e. Li dehsalan belavkirî pêk hatîye.

2-Halepçe; 1988, bi çekên kîmyewî xwestine Kurd bişkên û bên terbîyekirin ku carek din doza mafê xwe nemeşînin. Bi du de êrîşên balafirên şer yên İraq û koça 1991 an.

3-DAİŞ ; 2014 an destpê kir. Bû ders ji Kurdan û ji cîhanê re ku; Kurd encaq ew dikarin xwe biparêzin. Ti dewlet, Kurdan ji tehlûkan bê serwerîya kurdan li ser axa Kurdistan, nikarin biparêzin.

Bi Enfal û bi êrîşa jenosîda çekên kîmyewî re dayîkek derket holê û bû parêzgerê netewa Kurd. Ew dayîka Kurd Madam Miterand bû. Ya ku bi pêhna li derîyê NY. Xist û balkişand ser wê tenêtî, van êş û elemên bêkesîya Kurd û Kurdistan. Ew gorbihişta hêja û dayîka Kurd û Kurdistan bû ku, bi saya hewlên wê paralêla 36 an wek sîwanokê li azmanê Kurdistan vebû. Cara yekem dosya Kurdan hat ser mêsa NY. Bi giranîya xwe, bi payebilindîya xwe bû sîwanek li ser azmanê Kurdistan. Yekem biryara navnetewî a parastina Kurdistan ji qirkirinan bi vê hewlê re destpê kir.

Dosya duyem a girîng jî Emfal e. Talan, qirkirin û jenosîdên li ser Kurdistan, bi lêkolîna vê dosyayê re gîhiş astek navnetewî. Bû bingeha parastina Kurdan ji van dijminên hovane. Divê ev dosya ku bûye parêzgerê doza Kurd û Kurdistan, bi xwîna sedhezar cangorîyan hatîye nexşandin, baş bêt parastin.

Dosya Sêem jî DAÎŞ û kirinên dewleta Federal a İraq û presa ku li ser Kurdistan meşand. Di vî warî de Dewleta Federal a İraq federasyona Kurdistan neparast û makezagona hevpar a federasyonê binpê kir.

Bû asteng ku li herêmên li gor madeya 140 referandûm bêt çêkirin. Ew deverên ku li gor madeyê 140, divêt referandûm li wan bihata çêkirin, neparast û hemû herêm teslîmî DAİŞ kir. Kurdistan, di qada şer de bêçek û tenê hişt. Artêşa İraq li herêmê hemû çek teqemenîyên xwe teslîmî DAÎŞ kir. Şer nekir, herêm neparast û bipaşde vekişîya.
Dewleta İraq dahatên Kurdistan qut kir. Li gor makezagona federasyonê divê ji %17 beşa butçê bidana Kurdistan, ev qutkir. Butça Pêşmergan neda û dest danî ser mûçeyên karmendên federasyona Kurdistan. Çekên ku ji bona parastina herêmê dihatin, para Kurdistan di ser dewleta navend a İraq re dihat. İraq ev par nedida. Dewleta İraq bi her haweyî xwest ku Kurd bi van kirinên İraq re teslîm bibin û terbîye bibin.

Bi raya min babeta ku Kurdistan derxist qada navnetewî û ew bir asta biryara 25 Êlûn 2017 ev in. Ji bona serxwebûna Kurdistan biryara referandûmê astek girînge. Biryara bidawîhatina rojên reş û êşa bêdewletîya netewa Kurd e. Bidawî hatina tenêtîya Kurd û Kurdistan e. Pejirandina serwerîya netewa Kurd li ser xaka Kurdistan e.

Di vî warî de erkên ku Kurdistan dixe bin parastinê, ne erkên "mafê çarenûsa Kurdistan"(!) e. Hebûna vî mafê navnetewî û yasayî, ti caran li henber kirinên dijminên Kurdistan, Kurd neparastine. Ji ber ku ev "maf" her hebû û her parêzgerên vî "mafî" li ser kirinên li Kurdistan ker û lal bûn.Siyaseta înkar, qirkirin, talan, surgûn û jenosîdkar jî her hebû û dom dikir li ser Kurdistan.

Divê em van hersê erkên ku min li jor derxistine pêş bi hestekî modern baş biparêzin, belge û dosyayên xwe bi pîsporî amade bikin, li ser van babetan programan çêbikin û raya giştî agahdar bikin. Di Dema amadekirina referandûmê de wek albûmên modern, gişan çap bikin û belav bikin.

Dîrok dide nîşan ku, Kurd nikarin bi dijminên xwe yên sedsalan re bi aşitî bijîn. Ji dêlva zewacek sebeba şerên sedsalan, cîrantîyek dostane û bi hurmet baştire.
Biryara 25 ê Êlûna 2017 li netewa Kurd û Kurdistan pîroz be!
08.06.2017
 
 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin