21 Parlamenteran kuştina Sakîne Kultur ji Soylu pirsîn

21 Parlamenteran kuştina Sakîne Kultur ji Soylu pirsîn

.

A+A-

 21 Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kuştina jina Kurd a bi navê Sakîne Kultur, ji aliyê Serokê Komaleya Tevgera Taybet a Şirnexê ku saziyek nêzîkî desthilatê ye di Parlamentaya Tirkiyê de ji Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu pirsîn û daxwaz kirin ku lêkolîneke berfireh derbarê mijarê de bê kirin.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got: “Sakîne Kultur bi aweyekî hovane hatiye kuştin. Çend kêrik li wê hatine dayîn û piştre jî bi nêzîka 10 lîtreyên benzînê hatiye şewitandin. Ew ji aliyê Serokê Komeleya Tevgera Taybet ve hatiye kuştin.

Termê Sakîne Kultur ji aliyê welatiyan ve hat dîtin

Termê jina Kurd a bi navê Sakîne Kultur a 37 salî ku dayika roja 14ê Gulana 2022ê ji aliyê çend welatiyan ve li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hatibû dîtin.  Piştre termê  Sakîne Kultur  ku xwediya 1 jê xwedî pêdiviyên taybet, 5 zarokan bû  bo Pizîşkiya Dadî hatibû birin û di encama karûbarên otopsiyê de derketibû holê ku gelek derbên kêrikan li ser laşê jina navborî hebûne û ew hatiye şewitandin.

Îbrahim Barkin hat girtin

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Tirkiyê lêkolîn dan destpêkirin û Serokê Komaleya Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahim Barkin ku komeleyek nêzîkê desthilatê AK Partiyê ye,  jî di nav de hevjînê Sakîne Kultur, Haci Kultur û tiyê wê Yunus Kultur hatibûn desteserkirin. Piştî îfadeya li Navenda Ewlekariyê  Îbrahim Barkin li tawana xwe mikûr hat û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Hevjîn û tiyê jina navborî jî bi mercê kontrola dadî hatin berdan.

Huseyîn Kaçmaz: Kultur bi aweyekî hovane hatiye kuştin

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ku ji rewşê agahdar e, îro 17ê  Gulana 2022ê derbarê bûyerê de û Komaleya Tevgera Taybet û komale û saziyên bi vî rengî de ku ji aliyê desthilatê ve piştevaniya wan tê kirin û vê dawiyê li Bakurê Kurdistanê berbelav bûne ji Rûdawê re axivî.

Kaçmaz amaje bi wê yekê da ku Sakîne Kultur ev bo dema 4 sal in ji aliyê Îbrahîm Barkin ve rastî gef û destdirêjiyê dihat û got: “Hinek dibêjin Sakîne Kultur ji ber destdirêjiya li beramber wê hatiye kuştin, lê hinek jî dibêjin Îbrahîm Barkin di doza qerebûyê ya zarokê Sakîne Kultur de pere wergirtine û ev pere jî di navbera wan de bûye sedema nakokiyan û li ser vê mijarê hatiye kuştin. Niha ev herdû mijar hene, lê heta ku bûyer bi temamî zelal nebe mirov nikare tiştekê bibêje. Sakîne Kultur bi aweyekî hovane hatiye kuştin. Çend kêrik li wê hatine dayîn û piştre jî  bi nêzîka 10 lîtreyên benzînê hatiye şewitandin.”

“Guman hene”

Derbarê lêkolîna li ser bûyerê û destserkirina hevjîn û tiyê Sakîne Kultur de jî Kaçmaz dibêje: “Yek ji kesên destserkirî tiyê wê bû. Di dema lêpirsînê de ji wî tê pirsîn ku berî bûyerê wî bi telefonê gelek peywendî bi Sakîne Kultur re kiriye û ew jî di îfadeya xwe de dibêje dê Sakîne Kultur ji xwe re xanî stendiba ji ber wê min ew qas zêde telefona wê kir û piştre hatiye berdan. Hevjînê wê jî hatibû destserkirin. Ji xwe hevjînê wê xwedî pêdiviyên taybet e, û pirsgirêkên wî yên tendirustî hene ew jî destpêkê hat destserkirin, lê piştre hat berdan. Lê guman heye û herkes dibêje gelo ne Îbrahîm Barkin bi tenê ew kuştiye û di demek ew qas kurt de li xwe mikûr hat? Ev amejeyek bo wê yekê ye ku weke hinek kesan biparêze. Îdiayên bi vî rengî hene û mirov nikare tiûtek teqez bibêje.”

Parlamenterê Şirnexê yê HDPê derbarê kujer Îbrahîm Barkin de got: “Îbrahîm Barkin bi eslê xwe xelkê Şirnex e, lê li Silopî ji dayik bûye û malbata wan li Silopî ye. Ew îdareya taybet a bajêr de dixebitî. Di êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de jî daxuyaniyek belavkiribû û gotibû ez bi endamên xwe ve amade me biçim rojava û şer bikim.”

“Komale bi destê AKPê hatine damezrandin”

Huseyîn Kaçmaz da zanîn ku Komeleya Tevgera Taybet û çend komeleyên bi vî  rengî di van demên dawî de li Bakurê Kurdistanê belavbûne û berpirs û serokên wan dibin sedema tawanên bi vî rengî û dibêje: “Tevgera Komaleya Taybet, piştî 2015an dema ku proseya çareseriyê têkçû hat damezrandin û ev komeleyên bi vî rengî derketin holê û piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li her derî belavbûn. Li bajarên Kurdistanê jî ev komale bi destê AKPê hatine damezrandin. Serokên van komelelayan ligel berpirsên desthilatê û hêzên ewlekariyê wêneyan digirin û belav dikin. Dema em lê dinêrin bivê nevê xuya dike ku peywendiya wan bi AKP û dewletê re heye. Kesên ku nêzîkî desthilatê û AKPê di van komeleyên bi vî rengî de cih digirin. Em dibînin ku her çend roj carekê endam û berpirsên van komeleyan dibin sedema bûyerên bi vî rengî. Rast e van tawanan kes dikin lê berpirsên sereke ew in ku yên ev komale dane vekirin. Ew jî şirîkê vê tawanê ne.”

Ji parlamenterên HDPê pirs

Îro 17ê Gulana 2022ê 21 parlamenterên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî kuştina Sakîne Kultur ji aliyê  Serokê Komaleya Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm  ve bi pêşniyarpirsekê di parlamentoya Tirkiyê de ji Wezîrê Navxwe yê wî welatî Suleyman Soylu pirsîn û daxwaz kirin ku derbarê bûyerê de û komaleya navborî lêkolîneke berfireh bê destpêkirin.

Parlamenterên HDPê di pêşniyar pirsa xwe de amaje bi yekê dan ku yek ji zarokên Sakîne Kultur 4 sal berî niha di teqînekê de lingekî xwe ji dest daye û piştî bûyerê kesê bi navê Îbrahîm Barkin bo dema 4 sal bi hinceta ku dê di doza qerebûyê de alîkariya Sakîne Kultur bike gef li wê xwarine û destdirêjî li wê kiriye.

Parlamenterên jin ên HDPê herwiha derbarê Komeleya Tevgera Taybet jî ku kujerê Sakîne Kulter serokayetiya wê dikir, pirs ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê kirin.

Parlamenterên jin ên HDPê  ku Meral Daniş Beştaş,  Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Dersîm Dag, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Dilşat Canbaz Kaya, Ebru Gunay, Fatma Kurtulan, Feleknas Uca, Fîlîz Kerestecioglu, Gulîstan Kılıç Koçyîgît, Huda Kaya, Muazzez Orhan, Nuran Îmîr, Oya Ersoy, Pero Dundar, Remziye Tosun, Serpîl Kemalbay, Şevîn Coşkun, Tulay Hatimogulları û Zuleyha Gulum pêkdihatin ev pirs ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê kirin:

-Hûn dê derbarê peywendiyên Îbrahîm Kultur ên di kuştina Sakîne Kultur bi hinek aliyan re kirine lêkolînekê bikin?

-Hûn dê derbarê giliyên berî niha yên Sakîne Kultur ên derbarê tûndûtijiya li beramber wê de ji aliyê Îbrahîm Barkin ve lêkolênekê bikin?

-Dê derbarê kuştina Sakîne Kultur de lêkolîneke berfireh bê kirin yan na?

-Dê Haci Kultur ku tê îdaikirin ji gef û destdirêjiyê agahdar e, di lêkolînê de cih bigire yan na?

-Ti lêkolînek derbarê Îbrahîm Barkin de ji tawanên bi vî rengî heye?

-Di gef û destrêjiya 4 salan de navê hinek kesên din hene? Îfadeya van kesan hatiye wergirtin?

-Îdaya ku Komaleya Tevgera Taybet  ser bi  Wezareta Navxwe ve ye rast e? Ev komale bi çi yasayê girêdayî Wezareta Navxwe ye?

-Hûn dê peywendiya Komeleyên Tevgera Taybet ên ligel saziyên dewletê û destilatê eşkere bikin?

-Hûn dê derbarê karûbarên  Komeleyên Tevgera Taybet de lêkolînan bidin destpêkirin?

-Di 7 salên dawî de çend bûyerên kuştin û destdirêjiyê yên bi destê hêzên ewlekariyê li bajarên ku Kurd bi piranî lê dijîn çêbûne? Derbarê çend ji van de doz hatine vekirin?

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin