Piştî biryara Amerîkayê ji Rêveberiya Xweser pêngaveke nû

Piştî biryara Amerîkayê ji Rêveberiya Xweser pêngaveke nû

.

A+A-

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê piştî biryara Amerîkyê ya efûkirina herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser ji cezayên Sezar komîteyeke taybet bo amade kirina Yasaya Weberhênanê pêk anî.

Ji bo sûdwergirtinê ji biryara Amerîka bi efûkirina navçeyên Rêveberiya Xweser ji sizayên Sezar û rêdan bi weberhênanê di hinek waran de, Rêveberiya Xweser komîteyeke taybet ji bo amadekirina Yasaya Weberhênanê dirust kiriye.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Rêveberiya Xweser komîteyeke taybet bo amade kirina Yasaya Weberhênanê pêk aniye.

Barûdo ji Rûdawê re got: "Biryara Amerîka ya efûkirina navçeyên me ji sizayan, derfeteke mezin e,  ji bo Rêveberiyê û xelkê navçeyê. Me komîteyek taybet ji bo dariştina reşnivîsa yasaya weberhênanê dirust kiriye.

Lêkor û nivîskar Doktor Zara Salih jî  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku heta ev yasaya weberhênanê bisûd be, hin pêngav ji Rêveberiya Xweser tên xwestin.

Roja 12 gulanê, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka bi fermî ragihand ku wezareta gencîneyê ya Amerîkayê biryara efûkirina hin navçeyên li derveyî desthilata hikûmeta Sûriyê ji sizayên Amerîkî efûkirine.

Li gorî daxuyaniyê, efûkirin di biwarên12 kertên sereke ye, ku herdu kertên neft û gazê li xwe nagire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin