2 ciwanên Kurd dibin endamên Parlamentoya Norwêcê

2 ciwanên Kurd dibin endamên Parlamentoya Norwêcê

.

A+A-

Seher Aydar û Manî Huseynî weke parlamenterên Norwêcê hatin hilbijartin. 

Namzeda Kurd a ji Bakurê Kurdistanê Seher Aydar di hilbijartinên Parlamentoya Norwêcê de, ku roja 13ê Îlonê birêve çû, weke jineke Kurd yekem car di dîroka Parlamentoya Norwêcê de hat hilbijartin. Herwiha Ciwanê Kurd Manî Huseynî yê ji Partiya Karkeran a Norwecê kursiyek di Parlamentoya Norwêcê de bi dest xist.

Seher Aydar ku di temenê xwe yê 10 salî de ligel malbata xwe li welatê Norwêcê niştecî bûye.

Aydar ji K24ê re ragihand: “Doza Kurd, bû sedema wê yekê ku ez bikevim nav siyasetê û karê cidî bikim, loma min destpêkê li nav ciwanên Partiya Sor a Norwêcê dest bi xebatê kir, ji ber çalakbûn û karên min ên di nav Partiya Sor de sala 2014an heta 2016an, bûm Seroka Rêxistinan Ciwanên Partiya Sor.

Seher Aydar piştre di nav rêxistineke jinan de dest bi çalakiyan dike, beriya ku bibe parlamenter, weke şêwirmend li nav Parlamentoya Norwêcê kar kiriye.

Aydar herwiha ragihand: “Ez bi vîna xwe çûm nav wan rêxistinan û bi awayekî xwebexş bêberamber kar kir. Pirsa Kurd ji bo min gelek girîng e û bêguman armanca min ew e ku ez xizmeta Kurdan bikim.”

Xortê ji Rojavayê Kurdistanê Manî Huseynî bû parlamenterê Norwêcê

Ciwanê Kurd Manî Huseynî yê ji Partiya Karkeran a Norwecê kursiyek di Parlamentoya Norwêcê de bi dest xist.

Ciwanê Kurd Manî Huseynî ku sala 1987an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, di sala 1998an de ligel malbata xwe koçberî Norwecê bû.

Manî li Norwecê xwendina xwe ya amadehî û navîn bi dawî kir, pişt re jî fakulteya Zanistên Siyasî xwend û jê derçû, têza wî jî li ser "Doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê" bû.

Manî Huseynî du deman li pey hev wekî serokê rêxistina herî mezin a ciwanan li Norwêcê hate hilbijartin, ku zêdetirî 14 hezar endamên wê hene. Herwiha ew ji bo du deman jî ji bo Parlamentoya Norwêcê hate kandîdkirin û di her du xulekan de ew bû endamê yedek ê partiya xwe.

Manî Huseynî di 2011 de ew wekî dîplomatek stajyer li Balyozxaneya Norwêcî li Abu Dhabi kar kir.

Di sala 2020 an de Manî Huseynî bû serokê rêxistineke partiya xwe, ji bilî xebata xwe ya siyasî, ew niha wekî berpirsiyarê siyasetê yê yek kompanyayên mezin ên hilberîna xwarinê li Norwêcê dixebite.

Manî Huseynî kurê çavdêrê siyasî û medyakar Abdulbaqî Huseynî ye. Ew bi parêzereke Norwêcî re zewicî ye û bavê kur û keçekê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin