12 îlona 1980ê çi anî û çi bir???

12 îlona 1980ê çi anî û çi bir???

Mixabin li ser vê kambaxa dîrokî ku tirs û xof li erdnîgarîya welêt bi cî kir, kesayet û derûnîya millet bi carekê tarumar kir, 40 sal derbasbû, bi hezaran serborî hatin serê vî milletê bê guneh û bi 10 hezaran egid û mêrxas jîyana xwe ji dest dan û bi mi

A+A-

baki-wene-1-001.jpg

Mamoste Baqî

Kambaxbûna hemi cobarên jîyanê

Tirs û xofa roj û şevan

Têkçûyin û wendakirin

Berevajîya hemî tevgeran. Şikandina hêvî û bawerîyên welatparêzan.

Bi dawî anîna  germbûnê di nabêna mirovên tevahîya Welêt

Meclisa komara Turkîye hate belavkirin

Qanûna Asasî hate rawestandin

Serokwezir û serokên partîyên Komara Turkîye hatin binçavkirin û di bin şandeya, serkêşîya generalan û serokatîya Kenan Ewren de rêvebiriya lêşgerî hate damezirandin

Lê mixabin ku wê şeva destpêka zilm û zordarî yê, bê ehlaqî, ne mirovahî bi plan û projeyek berfirehî, pêk hat ku ji teref Serok Artêşa Tirk, di telewizyon û radyo ya de  hate daxuyanîkirin ku ji nişkê ve, weke roj here ava, Tarî bikeve erdê,  her û her ew tarî bimîne û ma jî. . Xewn betal bûn, jîyan û nefes bi hevra sekinî. Hemi tevgerên jîyanê berovajî bûn. Hemî tevgerên sîyasî  bi carekê li tevahîya welêt wendabûn. Derûnîya tevahîya millet bi carekê xerabû.

Bi awayekî berfireh li der û dora welêt cihê xwê stend. Te digot qey hemî der û dor bi mayin û leşkeran ve hatîye dorpêç kirin. Qudûmê hemî kesan bi hevra şikest. Endamê rêxistinan bi carekê ji nav civakê wendabûn. Ev mezlûmên ku bawerîya xwe bi welatparêzîyê anîbûn bi tena xwe man. Bê bergirî û bê himayet û bi rastî bi hemi şêweya bawerîya wan şikest.

Ew mirovên ku barê şoreşê danîbûn ser milên xwe û pesnê egîdî û mêrxasîyê didan,ew şoreşgerên ku bi peyvên xweş şîroveya welatparêzîyê dikirin, bi xeberdanan, Kurdîstan li odeyan ava dikirin û ala azadîyê bilind dikirin yeko, yeko mînanî koremişka ketin binê erdê. Hetanî berîya 12 Îlonê ku  li qada, li kolanên gund û bajaran ku raserî hev dihatin tehamula wan ji hevra qet tunebûn. Ji hişyarkirina milletê bindest, zêdetir bi nakokîyên sîyasî pêşbirk dikirin û di tu cobaran li hev nedikirin her û her reqabetek di nabêna wan de berdewam bû.

Ji dîrok û erdnîgarî û belengazîya millete Kurd bêtir, me navê  Stalîn û welatê wî Rusya zanîbû. Lewra di xeberdan û civînên xwede ji bilî Şoreşa Rusya, Çîn Arnawut, Wietnam. Angola, şoreşa Kuba û welatên dinê nedihat şirovekirin. Xwezîya wê demê endam û serokatîya wan rêxistinên ku li ser navê şoreşa Kurd û Kurdîstanê rabibûn ser pîya, dîroka milli xwendibana. Wê têbigihiştana ku lazime em Kurd ji bo bergirîya xwe çi planan bi kar bînin û çareser bibin. Ji vê mijarê, kesayet û nerînê ra jî samimiyet û dilsozî lazime.

Em kurd di tevahîya demên rabirdûya dîrokê de ne şerxwaz bûn û me tu caran, erîş ne biriye ser tu milletan. Di tevahîya hezar salan de her dujminên me erîşî me kirine.Milletê me kuştine û talan kirine û komkujîya me bi planên hovane pêk anîne.

Roja ku tevger serwerîya Komara Turkîye di warê îdareyê da ket bin bandora hêzên artêşê, Rêxistinên ku li welêt karê şoreşê danîbûn ser milên xwe, hemi endam û rêvebirên wan rêxistinan, bi carekê dest bi reva xelasîya giyana xwe kirin ku canê xwe roj berîya rojê xelas bikin. Qet millet nehat bîra wan. Millet bi vê bê helwesta wan hisîya û hevîya millet bi tevahî şikest.

Tiştekî xwezayîye ku çongên mirov nexebitin, mirov nikare bi rêkê de bimeşe û  here. Ew tevlihevîya ku di tevahîya Komara Turkîye de hebû alametek rojên reş û tarî bû. Hêz û rexistinên ku li ser şoreşê binbar bibûn, ji bedêla nakokîyên navxweyî lazim bû ku bi hemi şêweyên stratejik tedbîrê xwe pêk anîbana. Lê hezar caran heyf ku bi tevgerên wê deme zêdetir bi ajitasyona rêxistina xwe mijûl bû bûn.

Hêzên kûranî, bi hemî şêweya hişyar bû û tu caran li  vê  mijara giring bi hêsanî ne dinêrînû hemî hesabat li nig wan di rojevê debû.  Di destpêka Şoreş û hişyarkirina millet de ku şoreş hêdî hêdî bi hezaran kêmanî dimeşîya û rê distend, Ji xwe astengîya herî giring nakokîyên di nabêna rexistinan debû ku ronîkirin û hişyarbuna millet bi derengî dixist.

Lewra şoreş di tekoşîna hemî milletan de demek dûr û dirêje. Dewlet,  planên xwe bi profesyonelî  û bi hemî şêweya lêkolînî û çerçofekirî pêk tînîn.Tevgera rawestandina şoreşê bi planek esasî hatibû bingehkirin. Parêzîya wan,armanca ku didan ber rûyê xwe û rola wan ya sereke terör bû. Piştî ku îdareya komarê xistin bin bandora xwe û bûn serpereştê Komara Tirkîye bi hemî awayî, mafê mirovahî berovajî kirin. Ji ber  ku tu hêz li hemberî wan jî neman karê xwe yê nemirovahî bi hêsanî pêk anîn. Kuştin, girtin û işkence kirin, di bin çavan de mirov wenda kirin, êrîşên li ser mala ji xwe re rewa dîtin. Ji xwe li tevahîya erdnîgarîya Tirkîye rewşa neasayî ragihandi bûn.

Bê guman, di hemi prowakasyonan de tilikên wan, yên leşgerî û bi dizÎ di alozî û nakokîyan da hebû û ev jî eşkere û xwuyanî bû. Lê belê milletê feqîr weke her demî bi halê xwe yê bêçare,bi tirs û xof û bê piştgirî  rawestîya bû.

Rêxistinên  wê demê ji bo ku peywîrê  xwe bi berfirehî di nav gelê Kurd bi cî bînin, tolerans nedidan rêxistinên dijberî xwe. Hevdû qet weke welatparêz nedidîtin. Alîkî wan netewî, alîyê dine sosyalizm bû. Minanî rehmetîyê serokê şoreşa Lîbya Mûammer Qaddafî, di destek wî de Qur’an di destê wî yê dinê de Pirtûka sosyalîzme’’

Dan û stendinek asayî, niqaşek bê şer û pevçûn pêk nedihat. Di nerîna hinek rêxistinan da, yên dinê, ya xayîn, ya hevkarê dewletê bûn. Di pesindan û propaxanda nerîna xwe ya sîyasî de ew rêxistin lawaz dihatin dîtin. Bi rastî ev ne mafekî rewa bû ku rêxistinêk, hêzên dinê bê rûmet bike. Di mijara civakîya me Kurdan de, de rastîyek heye’’çav nebarî’’ mixabin ev xislet di nabêna rêxistinan da jî cihê xwe girtibû.Her rêxistinek li gorî rewşa demê di tevgera xwe de propoganda sîyaseta xwe dikir. Di gel van nakokîyan, li hemî deverên heremê endamên rêxistinan li benda hev û mahana bûn ku hêza kîjan rêxistinê xurt be derkeve holê. Ev jî  mixabin bi kuştina ciwanan pêk dihat. Bi rastî ne karekî mirovahî û ne karekî ku pêşbırk bê kirin bû. Ev mijarek gelekî giringe ku ders jê bê girtin. Peyvek me gundîya heye’’de ka şefqa xwe deyn ber xwe û dawa xwe veke û gunehên ku  te kiriye daweşîne ‘’

Mixabin li ser vê kambaxa dîrokî ku tirs û xof li erdnîgarîya welêt bi cî kir, kesayet û derûnîya millet bi carekê tarumar kir, 40 sal derbasbû, bi hezaran serborî hatin serê vî milletê bê guneh û bi 10 hezaran egid û mêrxas jîyana xwe ji dest dan û bi milyonan Kurd koçeber bûn ji warên xwe bi dûr ketin, li kolanên dinyayê sefîl bûn. Heyf û hezar carî heyf ku Çavnebarî ji çîyayên pîroz bilindtir û nakokîyên navxweyî ji deryaya kûrtir bûn. Hetanî vê rojê tu sîyasetmedaran, dawa xwe venekir û gunehên xwe dawneşand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin