POLÎSÊN DÎYARBEKIRÊ MIDAXALEYÎ DAXUYANÎYA ÇAPEMENÎYÊ YA KURDISTANÎYAN KIR

POLÎSÊN DÎYARBEKIRÊ MIDAXALEYÎ DAXUYANÎYA ÇAPEMENÎYÊ YA KURDISTANÎYAN KIR

HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÊN SERBİXWE YÊN KURDISTANÎ: Em êrîşên Dewleta Îranê ya dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

A+A-

EW JÎ TEKSTA DAXUYANÎYA HEVBEŞ E KU LI GEL ALAYÊN KURDISTANÊ HATE XWENDIN:

Em êrîşên Dewleta Îranê ya dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

Dewleta Îranê ya dagirker, kolonyalîst, terorîst, bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê, bêtehamulî û dijminatîya xwe ya li himber gelê Kurdistanê dide der.

Dewleta Îranê, di 24ê Adarê, derdora saet 03.00ê sibehê de, bi balafirên bêmirov (ÎHA) û fuzeyan êrîşek bir ser yekîneyeke pêşmergeyên Kurdistanê yên li ser Çîyayê Spilkê yê ser bi nahiyeya Xelîfan a navçeya Soran a parêzgeha Hewlêrê li Başûrê Kurdistanê. Li gorî agahîyên destpêkê, di vê êrîşê de 6 pêşmerge şehîd bûne û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne.

Dewleta Îranê û hêzên terorîst yên li Iraqe ku bi wê ve girêdayîne, ev ne care yekê ye ku êrîşan dibin ser Başûrê Kurdistanê.

Ji 28ê Sibatê, ji destpêkirina şerê Amerîka/Îsraîlê yê li dijî Îranê, Dewleta Îranê û hêzên terorîst yên bi wê ve girêdayîne heta îro bi balafirên bêmirov û fuzeyan, bi sedan  êrîş birine ser Başûrê Kurdistanê û kampên li Başûrê Kurdistanê ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê ne lê dijîn.

Di encama van êrîşan de, polîsekî endamê Asayîşa Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, şeş pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û leşkerekî Fransî hatine kuştin.

Êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, tune hesibandina hiqûqa nevdewletî û binpê kirina serwerîya Herêma Kurdistanê ya Federe ye.

Helbete ku van êrîşên Dewleta Îranê ya dagirker, dê nikaribe, rê li ber meşa azadî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê bigrin.

Tu şika me jê tune ye ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya li dijî rejîma Dewleta Îranê ya hovane, dagirker, kolonyalist dê azadîya xwe, mafê çarenûsîya xwe bidest bixe.

Em bi hemû hêz û hebûna xwe beyan dikin ku em li gel xuşk û birayên xwe yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne.

Em van êrîşên hovane, dijminane yên Dewleta Îranê û hêzên terorîst yên li Iraqe ku bi wê ve girêdayîne rûreş û protesto dikin.

Em bangî Netewên Yekbûyî dikin da ku, li himberî van êrîşên Dewleta Îranê helwesteke cidî û tûnd bigrin û rê li ber van êrîşan bigrin.

Ruhê pêşmergeyên me yên şehîd şad, cihê wan bihuşt be.

Em ji malbatên şehîdan, ji Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê re sersaxîyê  û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazin.

25.03.2026

HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÊN SERBİXWE YÊN KURDISTANÎ

whatsapp-image-2026-03-25-at-13-07-05-1.jpegwhatsapp-image-2026-03-25-at-13-07-05.jpegwhatsapp-image-2026-03-25-at-13-07-04.jpegwhatsapp-image-2026-03-25-at-13-07-03.jpegwhatsapp-image-2026-03-25-at-13-07-02-1.jpegwhatsapp-image-2026-03-25-at-13-07-02.jpeg

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin