
Xwendinên Lazarev: 'Pêvajo dikare bi vejîna PKKyê ya bi navekî din bi dawî bibe'
.
Li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdsitanê û derxistina efûyê got, " Eger birêvebiriya Tirkiyeyê efû derxe dê rewşê hinek nerimtir bike, eger na dê berovajî, ev ev pêvajo dikare bi vejîna PKKyê ya bi navekî din bi dawî bibe"
Beşa Kurdnasiyê, "Xwendinên Lazarev"ê yên 4an ji bo 95mîn salvegera Kurdnasê navdar prof. Mîxayîl Lazarev terxan kiriye.
Mijara sereke ya Konferansê "Di çarçoveya rastiyên guherbar ên li Rojhilata Navîn de Kurd" e.
Pêvajoya çekberdan û xwefesixkirina PKKyê û encamên wê yên gengaz, di navenda nîqaşande ye.
"Eger rêjîma Esed rûxiyaba di pêvajoyê de gav nedihatin avêtin"
Karmendê beşa Kurdnasiyê Dr. Vadîm Makarenko li ser pêvajoya li Tirkiyeyê got:
"Mijara ku PKKyê dê xwe fesix bike û bi awayekî dê bi rastiya Tirkiyeyê ve were girêdan, ji mêj ve di rojevê de bû.
Eger ne di rojevê de bûya, partiyên Kurdan ne diketin parlamentoyê û ew kesên han hemû dê di zîndanan de bûna.
Eger rêjîma Beşar Esad hilneweşiyaba, ku di meha Kanûna pêşîn de rû da, ev gavavêtin jî nedibû, tevî ku Bahçelî di Cotmehê de hin axaftin kiribûn jî."
Bê guman, di gotarên lêkolîneran de pêgeha Rûsyayê li hemberî pêvajoyên li Sûriyeyê û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê ciyekî giring digire.
"Moskow polîtîkaya Kurdan, bi çavê Îran, Tirkiye û dewletên Ereban dixwîne"
Mamosteyê Zanîngeha Zimanzanî ya Moskowê û Pisporê Pêwendiyên Navneteweyî Doç. Dr. Îkbal Durre derbarê helwesta Rûsyayê ya li hemberî Kurdan wiha got:
"Li Rûsya arîşeyeke wiha heye: li ser pirsgirêka Kurdan Rûsya di warê akademîk de pir zengîn e lê nikare vê yekê derbasî siyaseta rasteqîn bike.
Moskow, rastiya polîtîkaya li ser Kurdan, bi çavê Îranê, bi çavê dewletên Erebî, yan jî bi çavê Tirkyeyê dixwîne.
Û ev rewşeke aloz e. Ji aliyekî ve di warê akademîk de agahiyeke pir zengîn e, lê di siyaseta rasteqîn de şaşiyan dike."
"Pêvajo dikare bi vejîna PKKyê ya bi navekî din bi dawî bibe"
Kurdnas û Mamosteyê Zanîngeha Aborî ya Moskowê Dr. Ilya Vedneyev nêrînên xwe yên derbarê pêvajoyê wiha anîn ziman:
"Eger Ocalan, wekî dibêjin, bi rastî jî di parlamentoya Tirkiyeyê de biaxive, mesele tenê girêdayî bi rewşa şervan û fermandaran dimîne ku hem li Îraqê, hem li Sûriyeyê hejmara wan gelek in.
Gelo efû ji bo wan dê hebe an tunebe? Gelo ew efû dê çawa bê pêkanî?
Eger birêvebiriya Tirkiyeyê wan efû bike, ev yek dê rewşê hinek nerimtir bike û gaveke wiha dê bibe sazişeke mezin ji aliyê birêvebiriya Tirkiyê ve.
Eger na, dê berovajî, ev pêvajo dikare bi vejîna PKKyê ya bi navekî din bi dawî bibe."
Îsal, Konferansa ‘Xwendinên Lazarev’ ên 4mîn, derjê Kurdnasên pêşeng ên Rûsyayî, pisporên ji Amerîka, Ewropa û pisporên ciwan ên lîsansê ku li ser hêlên dîrokî, civakî, etnografî û zimanê Kurdî lêkolînan dikin, anîne cem hev.
Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurditsanê Daban Şadala goterek pêşkêşî beşdaran kir.
Rêkxeran, beşdarîkirina wîa di Konferansê de wekî giringîpêdana Hewlêrê wesif kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin