Peymangeha Waşintonê: Gihîştina petrola Kurdistanê bo Amerîkayê nîşaneka bihêziya siyasî û aborî ye

Peymangeha Waşintonê: Gihîştina petrola Kurdistanê bo Amerîkayê nîşaneka bihêziya siyasî û aborî ye

.

A+A-

Peymangeha Waşintonê di nûtirîn raporta xwe de bal kişand ser girîngiya sembolîk, siyasî û aborî ya barê yekê yê petrola Herêma Kurdistanê, ku bi rêya Boriya Iraq-Tirkiyeyê (ITP) ji bo bendera Louisianayê ya Amerîkayê hatiye hinardekirin.

Li gorî wê raportê, ji bilî ku ev pêngav petrola xav a guncayî bi bihayekê kêm ji bo parzinîngehên Amerîkayê dabîn dike, destpêkirina hinardekirina petrolê bi vê rêyê nîşana bihêziya siyaseta Amerîkayê li beranberî dost û neyarên wê ye.

Wê raportê eşkere jî kiriye ku, li roja 24ê vê mehê û piştî du mehan ji aktîvkirina boriya ITPê, keştiyeka petrolê ku petrola Herêma Kurdistanê li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bar kiribû, li termînala petrolê ya Louisianayê ya Amerîkayê hate danan.

Li gorî datayên şîrketa Keplerê, keştiya petrolê ya Seaways Brazosê li dawiya Cotmehê nêzîkî yek milyon bermîlên petrola xav a Kurdistanê li bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bar kiribûn. Tê payîn ku di demeka nêzîk de hêşta barên bi wî rengî bigihîjin Amerîkayê.

Wê peymangehê amaje jî da ku, her çend bazirganiya petrola Amerîkayê bi tevgerên bazar û bihayan ve girêdayî be jî, lê ev barkirina taybet bêyî wê peymana demkî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de ne mimkin bû, ku di Îlona sala borî de bi navbeynkariya Waşintonê hatibû kirin. Vê peymanê rê li ber vekirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê xweş kir, piştî zêdetirî du salan ji rawestandina wê.

Waşintonê di sektora enerjiyê ya Iraqê de roleka bibandor lîstiye, wekî çespandina mafên Herêma Kurdistanê di destûra 2005ê de ji bo birêvebirina çavkaniyên petrolê, teşwîqkirina şîrketên Amerîkayî ku li Iraqê bixebitin û navbeynkarî ji bo belavkirina dahata petrolê di navbera Bexda û Hewlêrê de. Wê herwesa berdewam Tirkiye û Iraq teşwîq kirine ku ji bo çareserkirina pirsgirêka wê boriyê li hev bikin.

Li ser daxwaza parzinîngehên Amerîkayê, wê raportê ron kiriye ku parzinîngehên wî welatî hewceyî celebên cuda yên petrolê ne. Her çend Amerîka bi xwe hinardekereka mezin a "petrola xav a sivik a şîrîn" e jî, lê ji bo dabînkirina hewcedariyên parzinîngehên xwe, petrola "asîda navîn" û ya "giran" ji ji Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn hawirde dike.

Hinardekarên petrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî vekirina wê boriyê daşkandinên berçav pêşkêş kirine da ku bikiran ber bi xwe ve rakişin, vê yekê jî wesa kiriye ku hinardekirin bi lez dest pê bike.

Wê raportê tekez kiriye ku, boriya ITPê xwedî girîngiyeka jeostratejîk e û rê li ber zêdetir danûstandinên di navbera Bexda û Hewlêrê de xweş kiriye, xasma jî li ser mijara deynên şîrketên navneteweyî.

Herwesa amaje bi wê yekê daye ku, bikaranîna vê boriyê ji aliyê Bexdayê ve ji bo hinardekirina petrolê ji zeviyên din ên Iraqê dê têkiliyên bi Tirkiyeyê re xurttir bike û dê bandora Îranê li ser Bexdayê kêm bike.

Li gorî wê raportê, Herêma Kurdistanê li gorî deverên din ên Iraqê di yedeka gazê û şiyana hilberîna elektrîkê de dewlemend e. Pêşxistina têkiliyên enerjiyê dikare rêyê bide ku Kurdistan gazê hinardeyî deverên din ên Iraqê bike, ku ev jî piştbestina Bexdayê bi gaza Îranê kêm bike. Lewma jî "ne ecêb e ku komên çekdar ên nêzîkî Îranê êrîşî zeviyên gazê yên Kurdistanê dikin”.

Peymangeha Waşintonê pêşniyar dike ku, rayedarên Amerîkayê bizavên xwe ji bo parastina vê têkiliyê û hêsankariyan ji bo peymaneka demdirêj di navbera Iraq û Tirkiyeyê de zêde bikin. Wê herwesa got ku, ji ber zextên Rojavayê, Tirkiyeyê hawirdekirina petrola Rûsyayê kêm kiriye, ji ber vê yekê jî petrola Kurdistanê ji bo Enqereyê dikare bibe pêguherka guncayî û erzan.

 

K24 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin