Adil Baxewan: Erdogan û General Mezlûm li hev kiriye ku bicivin

Adil Baxewan: Erdogan û General Mezlûm li hev kiriye ku bicivin

.

A+A-

 Birêvebirê EISMENAyê Adil Baxewan got ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî li hev kiriye ku bicivin lê Ehmed Şer dixwaze rê li ber vê bigire.

Birêvebirê Enstîtuya Ewropayê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (EISMENA) Adil Baxewan bi rêya hesabê xwe yê Facebookê analîzek belav kir.

Adil Baxewan diyar kir ku Erdogan û General Mezlûm li hev kiriye ku hev bibînin lê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hewl dide rê li ber vê hevdîtinê bigire.

Analîza Adil Baxewan a bi sernavê "Ehmed Şer naxwaze Rojava bibe Başûr" wiha ye:

“Yek: Erdogan û General Mezlûm li hev kiriye ku di demeke herî nêzîk de hevdû bibînin û her du alî jî difikirin ku ev yek hem di berjewendiya Kurdan û hem jî di berjewendiya Tirkan de ye.

Du: Herêma Kurdistanê di avakirina vê rewşa nû de roleke sereke lîstiye.

Sê: Piştî hevdîtina General û Erdogan, hevdîtina General û Serok Apo jî di bernameyê de ye.

Çar: Ehmed Şer, hem Siûdî û hem jî Amerîka xistine dewrê da ku General û Erdogan hevdû nebînin, ji ber ku ew difikire "Başûrkirina" Rojavayê (bûna wekî Başûrê Kurdistanê), metirsî ye li ser Sûriyeyê.

Pênc: Şam çi qasî nêzîkî Riyadê bibe, Enqere û Qamişlo jî ew qasî nêzîkî hev dibin.

Şeş: Berjewendiya bilind a neteweyî, ne îdeolojiyê nas dike ne dîrokê ne olê û ne jî çandê.

Heft: Ji bo Kurdan dema biryarên dîrokî ye. Gelo dê di kîjan eniyê de bin? Îsraîl an Tirkiye? Îran an Tirkiye?”

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin