Li Wanê erdhej çêbû

Li Wanê erdhej çêbû

.

A+A-

Li navçeya Tuşbayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,6 pileyan rû da.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Tuşbayê ya Wanê erdhej çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 22:17an çêbûye û hêza wê 4,6 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 6,11 kîlometre bûye.

AFADê diyar ragihand ku li gorî zanyariyên destpêkê, ji ber erdhejê ti ziyanên madî û canî çênebûne û li qadê kar û xebatên wan berdewam in.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin