
Xiristiyan dibêjin ku êrişa li Şamê ne êrişeke ferdî ye û parastinê dixwazin
.
Xiristiyanên Şamê dixwazin hikûmet wan biparêze û ji bo êriş ducare nebin tedbîran wergire.
Doh êvarê (22-06-2025) li Dêra Mar Elyasê ya Şama paytexta Sûriyeyê teqînek çêbû.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ragihand ku di vê teqînê de 22 kes mirine û 63 kes jî birîndar bûne.
Dêra Mar Elyasê dêreke naskirî ye û li herêma Diwêylayê ya li rojhilatê Şamê ye ku piraniya şêniyên wê Xiristiyan in.
Rûspî û xelkên taxê êriş şermezar kir û wan daxwaza parastinê kir.
“Desthilata xwecihî dibêje kiryarên takekesî ne”
Patrîkê Romên Ortodoks a Antakya û Hemû Rojhilatê Melatyos Şitahî ji Rûdawê re got:
“Em dixwazin ku dewleta me ya ezîz tedbîran wergire ku hêjayî nav û rûmeta min be wekî welatiyekî Sêriyeyê.
Her tiştê ku çêdibe desthilata xwecihî dibêje kiryarên takekesî ne, ew bûyer gelek in, ne bûyerek û du ne, û her dem bersiv ew e ku bûyerên takekesî ne lê ev bûyerên takekesî li pêş her kesî çêdibin û ti tedbîra yasayî yan cezayî ji hêla desthilata xwecihî ve nayê kirin.”
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê jî da zanîn ku "Terorîstekî DAIŞê ev êriş kiriye."
Tîmên pispor dest bi lêpirsînê kiriye da ku hûrgiliyên êrişê eşkere bikin.
Birêvebiriya Şamê jî ji cihê êrişê soz da xelkê ku aramiya wan biparêze.
“Em ji ber van bûyeran berpirsyar in”
Parêzgarê Şamê Mahir Merwan li ser bûyerê wiha axivî:
“Ez hatim ji bo ku em vê kiryara terorîst a tawanî şermezar bikin ku ne tenê pêkhateya Xiristiyan dike armanc lê belê hemû pêkhateyan dike armanc.
Ez hatim ji bo vê berpirsyariyê nîşan bidim û tekez bikim jî ku em ji ber van bûyeran berpirsyar in.”
Tê pêşbînîkirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe, nexasim jî ku gelek birîndar hene û birînên hinekan ji wan xedar in.
Ji dema desthilata nû ya Şamê ve (8ê Kanûna Pêşîn a 2024an) ev teqîna herî mezin e ku li Sûriyeyê rû dide.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin