Xavier Bettel: Putin guh nade me, Amerîka dikare bike

Xavier Bettel: Putin guh nade me, Amerîka dikare bike

.

A+A-

Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Xavier Bettel li ser plan û nexşerêyek ji bo agirbesta şerê Rûsya-Ukraynayê got, "Amerîkiyan ji me re got ku êdî sebra wan namîne. Putin guh nade me. Ji ber vê yekê, heger aliyek hebe ku bikaribe tiştekî bike, ew jî Amerîkî ne û divê ew vî karî bikin."

Lûtkeya NATOyê li bajarê Laheyê yê Holendayê hat lidarxistin û rêberên hevpeymaniya herî mezin a leşkerî ya cîhanê NATOyê li hev civiyan.

Yek ji mijarên herî serek û giring ên lûtkeya NATOyê agirbesteke di navbera Rûsya û Ukraynayê de bû.

Xerciyên parastin û leşkerî jî di serê rojeva Lûtkeya NATOyê de bûn.

Hevahengiya berdewam û rûbirûbûna metirsiyan, bi taybetî yên ji encama şerê Rûsya û Ukraynayê, hatin gotûbêjkirin.

Ji vê daxuyaniyên lîderan diyar dibe ku nakokiyên di nav welatên endamên NATOyê de kêm in û tenê Spanya derbarê veqetandina ji sedî 5ê dahata xwe ya neteweyî ji bo parastinê ne razî ye.

Serokkomarê Lîtvanyayê Gitanas Nauseda behsa gotara Trump dike ku amaje bi agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de kiribû lê pêşniyareke wî li gel çar welatên din ên baskê rojhilat ê NATOyê ji bo bikaranîna mayînan heye.

"Ne tenê berpirsiyariya Lîtvanyayê ye"

Gitanas Nausėda pirsa nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ya "Ka gelo wan derbarê wê de gotûbêj kiriye yan na?" wiha bersivand:

"Ev berpirsiyariya me ye ku haya me ne tenê ji sînorên Lîtvanyayê hebe.

Bi rastî ev ne tenê sînorê Lîtvanyayê yê bi Belarûsê re ye lê belê sînorê Yekîtiya Ewropayê û baskê rojhilat ê hevpeymana NATOyê ye bi dewletên dijminane re.

Ango me behsa bihêzkirina hêlan kir, me destpêşxeriya hevbeş a siyasetên dewletê gotûbêj kirin ku jê re tê gotin 'hêza parastina siyasî' û destpêşxeriya Polonî ya 'hêla mertalê'."

"Amerîkiyan ji me re got ku êdî sebra wan namîne"

Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Luksembûrgê Xavier Bettel jî li ser pirsa Rûdawê ya "Wezîr Bettel, gelo di civînê de behsa ti planeke ji bo agirbest an aştiyê ya li Ukraynayê hate kirin?" wiha got:

"Bê guman erê! Amerîkiyan ji me re got ku êdî sebra wan namîne.

Min ji birêz Rubio re got ku ew yekane kes e ku dikare bi Serok Trump re tiştekî bike.

Em dikarin çi qasî dengê xwe bilind bikin bila bikin, lê birêz Putin guh nade me.

Ji ber vê yekê, heger aliyek hebe ku bikaribe tiştekî bike, ew jî Amerîkî ne û divê ew vî karî bikin."

Ji bo ku leşker û artêşa NATOyê bihêztir û pirçektir bibin, ji bo parastina nêzîkî milyarek welatiyên welatên endam, bi sedan milyar dolar li ser hilberînerên çekan tên xerckirin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin