
Wezîrê Geştyariyê: Em dê Colemêrgê bikin bajarekî geştyariyê
.
- Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ersoy li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ragihand ku bi destpêkirina pêvajoyê êdî Tirkiye û Colemêrgê nasnameyeke cuda bi dest xistiye û got, "Em dê Colemêrgê bikin bajarekî geştyariyê"
Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ersoy çû Colemêrgê.
Ersoy li gel şandeya pê re li bajarokê Bajêrgê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê beşdarî merasîma vekirina pirtûkxaneyekê bû.
Di merasîmê de Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk û hejmarek berpirsên dewletê û welatî jî amade bûn.
Zarokên Kurd bi cilên Kurdan û stranên Kurdî bi dengê defê Ersoy pêşwazî kir.
Mehmet Nûrî Ersoy piştî merasîma vekirinê gotarek pêşkêş kir û derbarê pêvajoyê de axivî.
Ersoy diyar kir ku bi destpêkirina pêvajoyê êdî Tirkiye û Colemêrgê nasnameyeke cuda wergirtiye û got:
"Niha êdî em çawa dikarin bi lez Colemêrgê bikin bajarekî veberhênanê? Em çawa dikarin wê geş bikin?
Wekî hikûmet karê me yê sereke û bala me bi temamî li ser vê yekê ye."
"Em dê bilez Colemêrgê bikin bajarekî geştyariyê"
Mehmet Nurî Ersoy diyar kir ku wan wekî Wezareta Çand û Geştyariyê bi hemû beşên xwe ve serdana Colemêrgê kiriye û got:
"Me bi birêz Parêzgar re jî li hev kir. Min ferman da ku li Çiyayê Cîlo û herêma Kamişli ya Geverê du navendên geştyariyê bên ragihandin.
Me nivîs ji bo erêkirina Serokkomariyê şand. Wate, em dê bilez Colemêrgê bikin bajarekî geştyariyê, ji ber potansiyela wê pir zêde ye."
"Masterplana geştyariyê di nav çend mehan de temam dibe"
Ersoy ragihand ku ji ber guherîna avhewayê li gelek cihan berf kêm bûye lê şansê Colemêrgê heye û got:
"Hûn li herêmeke wiha dijîn ku 6 mehan garantiya berfê heye.
Ne tenê geştyariya kaşûnê, ji bo hemû çalakiyên zivistanê cografyaya we guncaw e.
Ji bo werzişên xwezayî, çiyagerî û meşê gelek cihên we hene.
Şopên we yên arkeolojîk hene ku dîroka wan digihe 7 hezar sal berê, heta serdema Urartûyan.
Em dê di nav çend mehan de masterplana geştyariyê ya Colemêrgê temam bikin û li gorî wê pêngavan biavêjin."
Piştî bidawîbûna merasîma vekirina pirtûkxaneyê, Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê û şandaya li gel ji bo lêkolînan serdana Golên Cemedî yên Cîlo-Satê kir.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin