Wezareta Tenduristiyê ya Îranê bîlançoya şer ragihand

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê bîlançoya şer ragihand

.

A+A-

Wezîrê Tenduristiyê ya Îranê Mihemedreza Zeferqendî ragihand, ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê 606 kes hatine kuştin û 5,332 kes jî birîndar bûne.

Mihemedreza Zeferqendî ragihand ku di 24 saetên borî de, Îsraîlê tundtirîn êriş û destdirêjiyên xwe yên ji destpêka şer ve pêk anîne.

Li gorî gotina wezîrê Îranî di encamê êrişên Îranê yên 24 saetên dawî de 107 kes hatine kuştin û 1,342 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku ji sedî 95ê kuştiyan di bin kavilan de mirine û tenê ji sedî 5 ji wan birîndarên ku bo nexweşxaneyan hatine veguhestin li nexweşxaneyan mirine.

Zeferqendî amaje bi rewşa nexweşxaneyan jî kir diyar kir ku ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li herêma derdora Nexweşxaneya Xatem El-Enbiya ya li Tehranê, ew neçar mane Nexweşxaneya Şewatê ya Şehîd Muteherî vala bikin.

Li gorî gotina wî, di heyama nêzîkî 2 hefteyên şer de, wan ji ber metirsiyê 3 nexweşxane vala kirine.

Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê di berdewamiyê got, "Tîmên tenduristiyê di amadeyeke tam de ne û tevî ku daxwazên karmendên tenduristiyê yên berê hebûn jî, bi hemû canê xwe li qadan amade bûn.

Xizmeta birîndaran kirin û rûpeleke din a serbilindiyê li ser dîroka xwe ya bişeref tomar kirin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin