Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Wefata Şukrî Goktaş û rewşa Girtiyên Zindana Amedê

A+A-

Çend roj in dixwazim li ser wefata hembajarîyê xwe û hevalê xwe yê zindana Amedê nivisek binivsinim…

Destê min nedicû ser klavyeyê..

Îşev bi xwendina şiira helbestvan Sûleyman Kaya min zorê da xwe.

“Ey Şukrîyê weke şêr

Te ji jîyanê nedî xêr

Du zik birçî yeke têr

Te pir dit êş û ezîyet

Şûkrî bû malê milet

Kesî neda wî qimet”

Yên li Zindana Amedê mane baş dizanin ku di nav çar dîwaran de wext qet derbas nedibûn.

Her rojên li wê zindanê wek sal û demsalan dirêj dibûn…

Niha lê mêze dikim piştî jiyana me ya girtîgehê sal wek avê diherike.. Herikandina salan li alîkî, dem dem ew herikandin wek pêlên deryayên dijwar mirovan li vî alî, li wî alî dixine.

Hew mirov dinere ji sedema êş, nexweşî, bê wefatî, qehir û qotikên jiyanê hevalek we yî ji wê zindanê di nav tabûtekî sar de dirêjkirîye.

Xocê mizgeftê, bi dengekî xerib “hûn heqê xwe li vî camêrî helal dikin?“

Bersîva” erêêê “nişana poşmanîyek ku guruzîyek dixe canê mirovan.

Bêyî ku hay û erêkirina kesê di tabûtê de dirêjkirîye rêwîtîya xwezayê despêdike.

Ev demeke ez li Waranşehrê me.

Bi telefona kek Alî Bahçelî pê hesîyam ku Şukrî wefat kirirîye

Ez û Mamoste Fahrî Kaya me berê xwe da navnîşana ku Alî dabû me.

Me li ber nexweşxanê kek Kemal Kodin dit..

Tevî hevalê wî kek Îsa Misafirci, Sefer Aytar, kek Ali û mamoste Fahrî ji ber nexweşxanê em çun mizgeftê.

Li hewşa mizgeftê komên biçûk biçûk sohbetên xwe didomandin. Hêdî hêdî girse kom dibû. Ez û kek Fethî Tek li ser banqa li hember tabûta Şûkrî runiştin. Me behsa kiryar, helwestên wî û bûyerên aktuel kir

Şukrî li ber me, di nav wê tabûta sar de dirêj kirî bû…Celallettin Ekmen û Vahit ji Rihayê hatine

Sohbetên min û Şukrî hat bira min…

“Kes qîmeta kedê nizane, her kes milada tekoşînê ji xwe despê dike”

Tespitek rast û di cih de bû.

Ya xerab û êşek dide mirovan di nav 40 salên vê taliyê de kultirek pirozkirina mirîyan û afaroz kirına zindiyan ava bûye.. di saxîya wan(wî/wê )de ew şoreşgerana di çi halî de ye kes nizane.

Heyf…

Ji kijan doraliyên siyasî dibe bila bibe aliyên mûşterek yên li Zindana Amedê mane pir in…

Jiyana kolektiv, girêdana bi doz û tekoşînê…

Dem dem wexta ez dihatim Wêranşehrê me hev didit û me dest bi sohbetên germ û berhemdar dikir.

Xortanîya me bi rikberîya fikrên di bin bandora îdeolojiya çeptîyê derbas bûbû.

Piştî berxwedana 5 îlonê di têkiliyên me de kultirek nû ava bû. Şuna fikir û ramanê min rast e danûstendinên nûjen û hevûdin qebûlkirin dest pêkirirbû

Hun ji kijan rêxistinê dibin ferq nake jîyana Zindana Amedê we bi şiklekî dikemîlîne.

Kesên ku di dema wehşet û îşkenceya li Girtîgeha Amedê de bi hev re mane, çanda parvekirinê dixin navenda jiyana xwe.

Dilê wî dişewitî….

Niha dilê min ji wî bêtir dişewîte, wî vê encamê qet heq nekir.

Li ser gora wî naveroka axeftina kek M.Ali Xencer û kek Vahit Akgûn bi hevokê bijarte êşa hevalên wî siviktir dikir…

Yên wefat dikin bi şiklekî xelas dibin..

Li ser rêya mala ku şîn lê dihat kirin.. Du keçên milê hev girtine nêzî me bûn yek ji wan bi rûkenî li dor kekê min Eyub û Mamoste Fahrî doş dibû. Nizanibû çi zahmetî li pêş wê ye. Keça din bi awayekî şermok li me mêze dike. Hin pir biçûk bûn. Temenîyên wan di nabêna 8 û 10 salan de bûn..

Gelo ev kî ne?

Mamoste Fahrî, ev Delila ye keça Şukrî ye.

Mala minê…yekcarna gotin xelas dibin..

Bi hêviya ku kesayet û dezgehên li hemberî Şukrî vatiniya xwe bi cih neanin ewê li hemberî Delila û zarokên din bi cih binin.

Oxir be!

Stara stêrkên azadîyê ji ser serê te kêm nebe.

07.02.2024 

f.jpeg

 

Önceki ve Sonraki Yazılar