Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê

Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê

.

A+A-

 59 dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di şerê dawî yê li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê de hatibûn girtin, ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin berdan.

Ew şervan gihiştin bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê.

Di dîmenan de tê dîtin ku Fermandarê Asayîşa Rêveberiya Xweser Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn) şervanên hatine berdan pêşwazî kir.

Heta niha 59 şervan hatine berdan û çarenivîsa bi sedan şervan û sivîlên din hîn ne diyar e.

Şehîdê ku sax vegeriya malê

Hîn meha Remezanê ye lê cejn li mala şervanekî zû hat.

Rêdûr Kasir Mihemedê ku beriya mehekê wekî şehîd hatibû ragihandin, derket holê ku li zindaneke bajarê Hemayê dîl hatiye girtin û sax e.

Dayika şervanê Kurd Xisûn Omeriyê got:

“Ez bi bazdan çûm û min ew hembêz kir. Min xwe negirt. Ez qurbana te bim şervano! Şervanê sax, şehîdê sax, ez naxwazim ji min dûr bikeve.

Ez tim diçim û têm lê dinêrim. Kî tê dibêje, 'Yadê te digot sax e, me bawer nedikir lê dilê te rast derket'.”

45 rojan dîl ma

Rêdûr Kasir Mihemed û 15 hevalên xwe 18ê Kanûna Paşîn li xala xwe ya leşkerî ya li ser rêya Ebyedê ya di navbera Hisîça û Reqayê de dikevin dorpêça Artêşa Ereban a Sûriyeyê.

Ew 4 rojan şer dikin û li ber xwe didin lê di dawiyê de cebilxaneya wan namîne û dîl dikevin destê Artêşa Ereban a Sûriyeyê.

Rêdûr 45 rojan di destê wan de dîl dimîne.

Şervanê Kurd Rêdûr Kasir Mihemed li ser wan rojên xwe got:

“15 rojên destpêkê me kes nedidît. Me nizanibû li derve çi dibe, gihiştin Hisîçayê, negihiştin, malbatên me sax in an mirine?

Nûnerên wan dihatin û ji me re digot 'HSD nema, Kurd neman, hemû bûn dewleta Sûriyeyê û nabe hûn bi Kurdî biaxivin.'”

Bavê Rêdûr jî diyar kir ku dema ji wî re gotine kurê wî şehîd ketiye wî gotiye, "Bila serê miletê Kurd sax be."

Her çend kurê wî vegeriyabe jî dilê wî ne rehet e çimkî bi dehan Kurdên din hîn li Hemayê di heman zindanê de ne û şkenceyê dibînin.

Ew ji aliyên pêwendîdar dixwaze ku bi hawara wan ve biçin.

Bavê Rêdûr Kasir Mihemed wiha got:

“Got 'Gelek diranên min xistine, xem nake lê ji bo Xwedê li hevalên min xwedî derkevin.'

Ev gelekî li zora min çû. Ez dikim û nakim ev gotin ji bîra min naçe. Şehadet pîroz e lê gotina herî tûj ew e ku dibêje, 'Ji bo Xwedê hevalên min di hundir de mane û gelekî ew êşandine'.”

Rêya Ebyedê hat vekirin

Rêya Ebyedê ku Rêdûr û hevalên wî lê şer kiribû û dîl ketibûn, heman roja ku Rêdûr hat berdan, rê jî hat vekirin.

Hem Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û him jî Ewlehiya Giştî ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê komên axê û paşmayên şer rakirin û rê vekirin.

Endamê Asayîşê Reşo Hûte li ser vekirina rêyê got:

“Li vê rêya Ebyedê dema em ji Reqayê vekişiyan, em çar caran ketin kemînê.

Li vir çar caran şer derket, niha dê rêbendeke hevbeş bê danîn.”

Li gorî amarên HSDyê, 59 dîl hatin berdan.

Ji wan 14 kes li Hemayê, 15 li Dêrezorê, 7 li Reqayê, 21 li Helebê, kesek li Îdlibê û kesek jî li Şamê girtî bûn.

Dan û standinên li ser proseya pevguhertina dîlan didomin.

Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin