Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin

Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin

.

A+A-

 Azerbeycanê ragihand, droneke ku ji aliyê Îranê ve hatibû li arazîya balafirgeha Komara Xweser a Naxçivanê ketiye.

Wezareta Karên Derve ya Azerbeycanê daxuyand ku hinek dronên ku ên ji aliyê Îranê ve hatine berdan li axa welêt ketine.

Hat diyarkirin ku yek ji dronan li avahiya termînalê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Naxçivanê ketiye û ya din jî li nêzîkî dibistaneke gundê Şekerabadê ketiye.

2 sivîl birîndar bûn

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew dronên ji Îranê hatine şandin li Naxçivanê bûne sedema xisarê.

Hat ragihandin ku ji ber lêketina drona li balafirgehê xisara madî çêbûye û di bûyera li gundê Şekerabadê de jî 2 sivîl birîndar bûne.

Azerbeycanê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Azerbeycanê diyar kir ku êriş ji axa Îranê hatine kirin û wiha got:

"Em van êrişên dronan ên ku ji axa Komara Îslamî ya Îranê hatine kirin bi tundî şermezar dikin.

Di encama êrişan de xisar gihiştiye avahiya balafirgehê û du sivîl birîndar bûne."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin