
Herêma Kurdistanê Red Dike Ew Beşek be ji Planên Çekdarkirina Hêzên Kurdên Îranê
.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê wan raportan red dike ewên dibêjin ew beşek e ji plana çekdarkirina partîyên opozîsyona Kurd li Îranê ye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî li ser platforma Xê roja Pêncşemê got: "Îdîayên ku em beşek ji plana çekdarkirin û şandina partîyên opozîsyona Kurd bo Îranê ne bi tevahî bêbingeh in. Em vê yekê bi tundî red dikin û piştrast dikin ku ew bi zanebûn û armanc e ku zirarê bide."
Hewramî tekez kir ku ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî partîyên siyasî di hikûmetê de "beşek ji kempeynên berfirehkirina şer û alozîyên li herêmê ne."
Wî got: "Em aştî û aramîyê li herêmê dixwazin."
Bi dehan mûşek û dron di rojên dawî de ji alîyê Îran û komên çekdar yên ser bi Îranê v Herêma Kurdistanê kirine armanc, tevî ku piranîya wan mûşekan ji alîyê sîstema berevanîya Amerîkayê ve hatine xistin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta federal li Bexdayê û civaka navnetewî dike ku "destwerdanê bikin ji bo rawestandina van êrîşan û parastina xaka me, gelê me û herêma me."
Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt roja Çarşemê raportên ku dibêjin Amerîka hêzên Kurd çekdar dike da ku beşdarî şer bibin, red kir.
Wê got ku Serok Trump bi telefonê ligel karbidestên welatên ku bûne armanca êrîşên Îranê axivîye û di vê çarçoveyê de jî bi berpirsên Herêma Kurdistanê re axivîye ji ber ku bingeha Amerîkayî li Hewlêrê heye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin