Viyan Dexîl: Hikûmeta Iraqê bawerî bi destûrê nîne

Viyan Dexîl: Hikûmeta Iraqê bawerî bi destûrê nîne

.

A+A-

Endameke Civata Nûnerên Iraqê û Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Nûnerên Iraqê ragihand ku, her hikûmetek ku hatiye ser desthilatê ji bo Herêma Kurdistanê pirsgirêk çê kirine ji ber ku hikûmeta Iraqê bawerî bi destûrê nîne.

Endama Civata Nûnerên Iraqê û Berdevka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Civata Nûnerên Iraqê Viyan Dexîl îro (Yekşem, 8ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Her hikûmeteke Iraqê ku hatiye ser desthilatê dizane destûra Iraqê çi ye ji ber ku piştî hilweşîna rejîma dîktator a Iraqê, ew di nivîsandina destûrê de bi me re bûn.”

Viyan Dexîl herwesa got, "Ger behsa maf û îmtiyazên Herêma Kurdistanê bê kirin, ew wesa xwe diyar dikin ku çi tiştekî li ser destûrê nizanin! Em her tim dibêjin ku ew bingehên federalîzmê nizanin û nizanin çawa serederiyê pê re bikin. Ev ne wisa ye. Ew pir baş dizanin û destûr jî pir baş xwendiye, lê ew hîn jî madeya 117ê ya destûra Iraqê qebûl nakin, ku dibêje Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye, hebûneke siyasî ye ku hikûmet û parlamentoyên xwe hene."

Amaje jî da, “Me her sal pirsgirêk bi wan re hene, tu salekê pirsgirêkên me bi wan re çareser nebûne. Em digehin astekê, ew bi gotareke siyasî an daxuyaniyên siyasî yên xwe ku bi nav siyasetmedar in, di Wezareta Darayî an Samanên Xwezayî de pirsgirêkekê diafirînin û ew hemî bi hev re li hev dikin ku li dijî Herêma Kurdistanê pirsgirêkan biafirînin.”

Ron jî kir, "Peymanên me yên bi her yek ji hikûmetên wan re ji 12 xalên binecih û zelal pêk tên, ku di nav wan de qanûna petrol û gazê, budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelek xalên din hene. Lê di rastiyê de, hikûmeta Bexdayê her carê hincetekê digire."

Herwesa ragihand, "Lijneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî faîlên xwe bi awayekî şefaf û ron ji hikûmeta Bexdayê re diyar dikin, lê Bexda bi keyfa xwe li dijî Herêma Kurdistanê hincetekê dibîne. Birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî bi hinceta ku budceya Herêma Kurdistanê hemî daye şaşiya herî mezin e, ji ber ku ti delîl û rastiyek ji bo piştgiriya wê biryarê nîne."

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin