Veweşandina gurza pêşmergeyên welatê Rostemê Zal

Veweşandina gurza pêşmergeyên welatê Rostemê Zal

Evdirehmanê Gundikî.

A+A-

Dest hilatdarî ya Kurdistana federal û pêşmergên xwe ve; çendî ji belaya şerê nêvxweyî û xezeba neheqîyên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan yên herêmî û mixatabên pirsa kurd û Kurdistanê revîn jî; lê rev û xwe ji şerî vedanê ti çareserî ji pirsa miletê kurd re nehanî.

Bi talîya felaketa Kerkûkê de; pişta pêşmergên Kurdistanê bi dîwarê bêmecalîyê ve hate şidandin û ji bilî an mirin an jî xwe parastinê û pê ve, tişteka dî li destên pêşmergeyên welatê  Rostemê Zal de nema. Di şerê 20-10-2017ê de pêşmergên qehreman ji hemî quwetên cîhanê û zordarên herçar alîyên Kurdistanê re dan nîşandan ko biveweşandina gurzên xwe yên ji bona serxwebûna Kurdistanê re gotin: Em ne ji bêîradetîya xwe û ne jî ji bona parstina mafên xwe yên netewî bêhîvîbirîn e ko heta em xwe ji şerî vedidîn. Dema qehremanên Kurdistanê; gurza xwe veweşand;  ji nûve tevê cîhanê dît ko veweşandina gurzên pêşmergên Kurdistanê çendî giranin û çendî jî ji zordaran bêminetin.

Belê; welatîyên welatê Roztemê Zal: Divê em bizanîn; tikes ne ji dostan û ne jî ji dijminan destên şikestî û ji hêzê ketî nagirin û navehêjînin. Herwiha jî ti qanun û li hevhatinên li ser perên kaxezan yên bigel dagirkeran; bê quweta zend û baskan û yekîtîya netewî nayên bicih kirin. Me tevan bi çavên xwe dît ko dema Qehremanên Kurdistanê;  Kerkûka dilê Kurdistanê berdan; di vê cîhana meslehet kar de dengekî yê bixêrê ji bo miletê kurd û doza wî ya netewî re derneket. Lê dema qehremanên miletê kurd li bereyê kujê  pirdê de gurz vehejandin;  me dît ko çawe bû qêre qêra berpirsên evê cîhanê û doza dîyaloxê li desthilatdarîya Kurdistana rasta neheqîyan hatî, hate kirin.

Plan gerî û qompiluya li ser mafên miletê kurd û Kurdistanê hatî kirin.

Gelo ev felaketa li ser Kerkûkê de hatî  ji ber referanduma  serxwebûna  Kurdistanê bû; an jî planeka li hev hatî ragirtin bû? Bêşik planeka hinde birêk û pêk ne karê sê heftîyan bû! Bingehê evê planê ji wê çendê dihat ko desthilatdarîya Êraqê û alîgirên xwe ve; di dewra lawazîya xwe de hinek ji mafên miletê kurd pejirandîbûn û li hîvîya xurtbûna xwe rawestabûn.

 Dema dewlet bi şerê Mûsilê de bixêra piştgirîya pêşmerge û hevpeymanîyan de serket û morela eskarên dewletê bilind bûn; dewletê referandûm û qirara nêvnetewî û pirsa nêv xweyî ya sîyaseta cida fikirîyê  ji xwe re keyis zanî û bi moreleka bilind û quweteka giran ve hêrişî Kerkûka dilê Kurdistanê kirin. Dema mirov li ser sebebên çêbûna fikrê de neşarezabe; hita mirov li xwa haydarbibe; bûyarên diltezîn dê çêbin. Piştî çêbûna bûyaran û serê mirovî li çîyayekî hişk ket û pêve; hêdî şêrûvekirina li ser şexsan û bûyaran ji bo mirovî dibe direngî. Mirovên li fikrêde bêagehdarî û neşarzabe dê li bûyaran de windabike. 

Miletê kurd û welatê xwe Kurdistanê ve rasta xezeba neheqîyeka mêjûyî hatîye û evenî bi sedên salan e ko miletê kurd ji bona mafên xwe yên rewa li berxwe  dide û bedelên giran jî bêrawest dide. Miletê kurd ji bona dayina bedelên sitandinên mafên xwe yên netewî mandî nebûye û dê nebe jî.

 Bêşik ev pileya em li başûrê Kurdistanê giheştînê ko em bi destên xwe pêşkêşîya desthilatdarîya welatê xwe Kurdistanê rêve bibîn; ya giheştî radeyeka herê bilind de ye.

 Ev rewşa henê, dê neyêt hesabê  ti quwetên mixatabên pirsa kurd û Kurdistanê. Divê em miletê kurd ji bedeldayinan netirsîn û çawe em bi dayinên bedelan ve giheştîne evê qonaxê; pêwîstî pê heye ko em hêj jî bêtirs bedelan bidîn hita em bêjîn an Kurdistan an jî neman.  

Bêşik dema rakirina barê pirsa netewî girandibe; rûyê hemî dost û dijminan jî dîyardibe. Li rojên tengasîyan de xudanên dozê yên resen dîyardibin û herwiha jî rûyên nav hilgirên doza netewî yên bêîrade  jî ji hevdu têne vavêrkirin û ji civata Kurddistanî parêz re rewş zelal dibe.  

 Li berçavan dîyar dibe ko me miletê kurd jî ev herdû nifş û têgiheştên henê yên heyîn. Ev herdu têgiheştên henê jî navhilgirên çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê ne û xwe didin pêş û dibêjin em rêzgarî xwezên welet û miletê xwe ne. Lê ev herdu têgiheşt li jîyana xebata netewî de ji hevdu cidan e. Ev herdu têgiheşt ji hevdu nayên vavêrkirin, hita ko mirov neçe li ser diryana rêya azadîyê û hevalbendîya dagirkeran raneweste.

 Dema xebata qehremanên dozdarên serxwebûna netewî,  giheşt qonaxa hewaketina kimtê herê bilind û dixwastin muhra xwe li qirara serxwebûnê  bidin; dagirkerên welatê me ji hemî alîyan ve bi tifaqî bûn yek û bi hemî karînên xwe ve, lê xebitîn ko dîwarê me yê serxwebûnê  hilweşînin. Ji miletê kurd re zelal bû ko dostanîya dagirkeran ne ji bona avakirinê ye; ji bona xirakirinê ye; miletê kurd ji van qompiluyan ne bêagehdarî ye. Pir aşkereye ko di nêva van lehiztokên dagirkeran de, ya herê xeternak jî ya bi rêya navhilgirên dozdarîya pirsa kurd û Kuristanê dihêne naskirin û li binde jî hevalbendîyê  ji dagirkeran re dikine.

Ev felaketa li Kerkûkê hatî serê miletê kurd, ne karê ji nişkêvebû; ev pirojeyeka plankirî ya bigel wê têgiheşta di nêva me miletê kurd de heyîye û ew têgiheşt jî têgiheşteka bigel desthilatdarîya  zordaran digunciye. Xudanên evê têgiheştê di herçar alîyên Kurdistanê de jî peyda dibin û dixwazin bigel dagirkerên welatê xwe bijîn û bawerîya wan li serxwebûna  Kurdistanê nayên. 

Heta em miletê kurd dipêşîya bûyaran de sebebên çêbûna fikrê nebînîn û xwe ji bona hemî  îhtimalên bûyaran re amadenekîn; rewşa me dê gavekê li pêş û yekê jî li paşbe; herwiha jî  piştî qewimandina bûyaran û rexnekirina xudanên kiryaran ji bo me dê bêwate dibe.

Ez hîvîdarim ko miletê kurd dê ji van qompiluyan çavtirsandî nebe û serhatîyên miletê kurd ji van şêweyên qompiluyan miştin. Ev qomplugerîyên li ser miletê kurd têne kirin; çîkên bilindbûna zeraqên tirîjên roja serxwebûna Kurdistanên e.

Dibêjin mirovên aqil fikran gengişa dikin, yên nîvtêgiheştîn bûyaran û yên kêm jî şexsan gengeşedikin.  

16-11-2017

 

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin