Tirkiye: Sûriyeyê ji me alîkarî xwest

Tirkiye: Sûriyeyê ji me alîkarî xwest

.

A+A-

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand, "Birêvebiriya Sûriyeyê ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya parastinê û têkoşîna li dijî hemû rêxistinên terorê û di serî de DAIŞê, bi awayekî fermî ji Tirkiyeyê alîkarî xwestiye."

Wezaretê her wiha got, "Li ser vê daxwazê, xebatên me yên ji bo pêşkêşkirina perwerde, şêwirmendî û pişgiriya teknîkî ji bo zêdekirina kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê berdewam dikin."

Çavkaniyên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê piştî civîna çapemeniyê ya heftane ya ku ji ber "IDEF 2025 Pêşangeha 17emîn a Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî" li Navenda Pêşangehê ya Stenbolê hat lidarxistin, pirsên rojnamegeran bersivandin.

"Sûriyeyê ji Tirkiyeyê alîkarî xwest"

Çavkaniyan pirsên derbarê şer û pevçûnên li bajarê Siwêdayê yê Sûriyeyê û êrişên Îsraîlê yên li Şamê bersivandin.

Çavkaniyan diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên demên dawî, bi taybetî li herêma Siwêdayê ya li başûr, aloziya di navbera civaka Durzî û birêvebiriya Şamê de zêde kirine.

Çavkaniyan tekezî li ser helwesta Tirkiyeyê ya ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê, pêkanîna îstiqrarê û "têkoşîna li dijî rêxistinên terorê" kir û wiha got:

"Wekî Wezareta Parastinê, em bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re di nava hevkariyeke nêzîk de dixebitin.

Rêveberiya Sûriyeyê ji bo xurtkirina kapasîteya xwe ya parastinê û têkoşîna li dijî hemû rêxistinên terorê û di serî de DAIŞê, bi awayekî fermî ji Tirkiyeyê alîkarî xwestiye.

Li ser vê daxwazê, xebatên me yên ji bo pêşkêşkirina perwerde, şêwirmendî û pişgiriya teknîkî ji bo zêdekirina kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê berdewam dikin.

Armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e ku piştgiriyê bide yekîtiya siyasî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê û ji bo hewlên pêkanîna aştiyeke mayînde ya li herêmê pêşengiyê bike."

"Divê HSD li gorî rêkeftina bi Şamê re tevbigere"

Çavkaniyên wezaretê li ser pirsên derbarê entegrasyona HSDyê bi rêveberiya Sûriyeyê re wiha got:

"Wekî Wezareta Parastinê, me berê gelek caran anîbû ziman ku parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û mafên wê yên serweriyê ji bo îstiqrara welatê me û herêmê pêwîstiyeke bingehîn e.

Di vê çarçoveyê de, divê di demeke zû de encamên wan xalên ku HSD û Hikûmeta Sûriyeyê di 10ê Adarê de li ser li hev kiriye li qadê bên dîtin, ev dê ji bo îstiqrarê bibe alîkar.

HSD neçar e ku bi awayekî berbiçav nîşan bide ku li gorî rêkeftina bi hikûmeta Şamê re tevdigere.

Pêşhatên li ser mijarê ji aliyê saziyên me yên pêwendîdar ve ji nêz ve tên şopandin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin