
Têkoşîna 17 salan a li Zozanên Hesandînê: Li dijî kanzayan parastina jiyanê
Şeş gundên navçeya Pasûra Amedê ji sala 2008an û vir ve li dijî şîrketên kanzayê û polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê Zozanên Hesandînê diparêzin.
Evrim Deniz
Li zozanên Hesandînê a navçeya Pasûra Amedê 6 gund 16 sal in li dijî şîrketên madenê têkoşîna ekolojîk dimeşînin.
Di sala 2008an de Kulp Madencilik ve Dış Ticaret A.Ş.ê(Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê) ji bo lêgerina kanzayan bi awayekî bêrêtî rapora"ÇED ne pêwîst e" bi dest xist. Şîrketê bi vê raporê li Hesandînê dest bi xebatên lêgerîna kanzayê kir. Lê belê, Komîsyona Hiqûqa Jîngeh û Bajarî ya Baroya Amedê û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirkan (TMMOB) di lêkolînên xwe de eşkere kirin ku rapora "ÇED ne pêwîst e" 16 sal berê hatiye dayîn û ji bo agahdariyê serî li Wezareta Jîngeh, Bajarî û Guherîna Avhewayê dan.
Piştî vê yekê, Wezaretê ragihand ku wan biryar betal kiriye û diyar kir ku şîrketê di nava pênc salan de xebatên veberhênaniyê nekiriye.
Xala 17emîn a Rêziknameya Nirxandina Bandora Jîngehê ya Betalkirî: Ger ji bo projeyek biryara "ÇED ne pêwîst e" bê dayîn û di nava pênc (5) salan de bêyî sedemek proje neyê destpêkirin, biryara "ÇED ne pêwîst e" dê weke ne derbasdar e were hesibandin.
Li ser pêşketinan şîrket ji qadê vekişiya û piştî mehek raporên xebatên xwe ku ji Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Kanza û Petrolê (MAPEG) wergirtiye, pêşkêşî Wezaretê kir û di raporê de gotiye ku "di sala 2011an de 11,000 ton hilberîn û 1,000 ton firotin, di sala 2012an de 140.64 ton hilberîn û 140.64 ton firotin, û di sala 2013an de 1,533.19 ton hilberîn û 1,533.19 ton firotin pêk anîne û her weha piştî firotinê 10,000 ton tuvenan di dawiya sala 2013an de li qadê weke stok maye."
Wezaretê jî ragihand ku biryara şirketê ya bi Hejmara 272 ya bi dîroka 11.06.2008an ya "ÇED ne pêwîst e" hîn jî derbasdar e.
Her cara ku şîrketê lêgerîna kanzayê dida destpêkirin, rastî astengiyên gundiyan dihat û ji qadê vedikişiya. Tevî ku şîrket di sala 2025an de li qadê ti xebatekê neke jî, êdî ji bilî gundiyan ti astengiyek li pêşiya xebatên lêgerîna kanzayê nîne.
Di Nîsana 2025an de piştî ku gundiyan dîtin şîrketê li qada kanzayê dîsa dest bi xebatên rê kirine agahî dan Baroya Amedê. Li ser vê yekê parêzer Ahmet Înan çû qadê. Hêzên ewlehiyê ku xebatkarên li qadê diparêzin, ji parêzer Înan re, gotine ku li vê herêmê 'qereqol'ek dê were çêkirin û xebatên rê ji ber vê sedemê tên kirin. Her çend parêzeran xwestin projeyê bibînin jî, nîşanî wan nedane.
"Em ê projeyê nîşanî we nedin"
Nêzîkî mehekê ye li qadê xebatên çêkirina rê didomin û dar ji kokê ve tên birin û her weha dîmenên wan jî tên girtin. Di vê heyama ku têde 'pêvajoya aştiyê tê nîqaşkirin' û 'agirbest hatiye ragihandin' ji bo sedema çêkirina baregeha leşkerî, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Jîngeh û Hiqûqa Bajarî ya Baroya Amedê, Parêzer Ahmet Înan, wiha got:
"Dema ku gundiyan em agahdar kirin, em çûn herêmê. Me dît ku dozer û kepçe li qadê dixebitin û leşker jî wan diparêzin. Me ji hêzên ewlehiyê pirsî, 'Ev çi ye?' 'Projeya vê derê li ku ye?' Wan got, 'Em ê projeyê nîşanî we nedin, li vir qereqolek dê were çêkirin."
Dibe ku baregeheke leşkeri be jî; Lê ya girîng ew e ku ji bo şîrketa kanzayê qadeke xebatê û xeta ewlehiyê hatiye sazkirin. Her carê, gundiyan ew ji herêmê derxistibûn.
Ji ber ku di wê qonaxa ku ewqas tê de şer qewimî û 20 salên dawî yên herî metirsîdar bûn dîsa jî li wê herêmê qereqolek nehat çêkirin. Di vê qonaxê de, dewletê ragihandiye ku ne binpêkirina ewlehiyê û ne jî ti pevçûn heye. Ji bilî van hemûyan, em dizanin ku niha pêvajoyeke aşitiyê ya hevbeş heye û serdemeke bê pevçûn dest pê kiriye. Xwesteka avakirina qereqoleke niha, ku ev demek dirêj e nehatiye çêkirin, tenê bi fikarên leşkerî nayê nîşandan. Ev beşek ji konsepta ewlehiyê ye ku dê ewlehiya bêtir şîrketan misoger bike û herêmê ji talanê re veke."
Tirsa koçberbûnê
Edalet Eles ji Gundê Argûnê ye ku li ber Hesandînê ye, got ku ji bilî sê an çar malên li gundê ku ew lê dijiya, hemû xanî di bûyerên şewitandina gundan a salên 1990î de hatine şewitandin û gelek kes neçar mane ku koç bikin û bi salan li navenda Pasûrê bijîn.
Elesê got ku piştî qedexe rabûn ew vegeriyaye gundê xwe û dîsa mala xwe ava kiriye, wê bi xwedîkirina pênc-şeş ajalan 10 zarok mezin kirine û ji bo ku careke din koç neke, ew ê xweza, ajal û çavkaniyên avê yên xwe biparêze.
Piştî van hemûyan Elesê bi gotina, "Tiştek wekî mafên mirovan nîne...di jiyanê de nîne," em oxirkirin.
"Ma em diçin gundê çi kesî talan dikin?"
Ezîze Can 64 salî ye û ji gundê Karabulakê ye. Dema me li zozana Hesandîn giya berhev dikir me ew nas kir.
Canê diyar kir ku ew ji jidayikbûna xwe heta niha tê vê zozanê û weha got, "Ev der rabirdû û pêşeroja min e. Ma em diçin gund an xwezaya çi kesî talan dikin? Ew çima vê dikin? Çawa dikin? Ger ew dixwazin vê derê wêran bikin, bila wê demê min jî bikujin. Ez êdî ji bilî vir nikarim li cîhekî din bijîm."
Ezîze Can.
Bahar Yildirima 22 salî ya ji Gundê Yuvacikê anî ziman ku diya wê li Hesandînê mezin bûye û ji ber vê yekê berî ku gund were talankirin ew ê wêneyên gund bikişîne û li mala xwe bidaliqîne. Yildirimê diyar kir ku hemû gundî xwe neçar hîs dikin û wiha axaftina xwe domand:
"Lêgerîna kanzayê dê jiyana li vir bi dawî bike. Ji ber vê yekê jiyana me jî dê bi dawî bibe. Malbata min pir ditirse ku tiştek li vir biqewime. Weke ku her der wêran kirine wê vê derê jî wêran bikin. Em ê li dijî vê yekê bisekinin."
"Hesandîn fermana me ye"
Me Nevzat Kayayê ji Gundê Agaçkuruyê, Faruk Altun ji Gundê Balogluyê û Nedîm Emre jî ji Gundê Kayacikê ye li qehwexaneyek li navenda Pasûrê nas kir.
Li vê qehwexaneyê gundî li dora maseyekê kom bûne û li ser tiştên ku bikin nîqaş kirin. Faruk Altun jî yek ji wan gundiyan e ku encamên lêgerîna kanzayê wiha vedibêje:
"Ger ev xebat were kirin, çemên me dê qirêj bibin, werin birîn û rêyên wan dê biguherin. Divê em vê pirsgirêkê tenê li ser şeş gundan nenirxînin. Ji ber ku li rojhilatê Pasûrê Hesandîn, li başûr Bendava Silvanê û li rojava Bendava Hewza Sarimê heye, ku ew jî niha bûne mijara dadgehê. Tenê bakur maye û ew jî deverek çiyayî û kevirî ye. Xwedîkirina ajalan li wir ne mimkûn e. Bi gotineke din, niha tevahiya Pasûrê ji aliyê şîrketan ve tê wêrankirin."
Nevzat Kayayê ku li gundê Agaçkuruyê şivantiyê dike jî weha got, "Ger axa Zozana Hesandîn jehrî bibe, em hemû wê bê av bimînin. Xwedîkirina ajalan dê biqede. Dê dawî li Zozanê jî were. Jiyana şeş an heft gundan bi rastî jî dê biqede."
Nedîm Emreyê ku ji Gundê Kayacikê ye Hesandîn şiband qazanekê û got, "Hesandîn mîna qazanekê ye. Ji vê qazanê av ji bo şeş gundan diçe. Hesandîn fermana me ye. Ger ew biçe, her şeş gund jî diçin."
Zozanên Hesandînê
Zozana Hesandîn di mehên biharê de bi şînkayiyê dixemile û herî kêm şeş gund ji vê zozanê sûdê werdigire. Ji bilî çêrgehbûnê xwedî girîngiyeke mezin e.
Li vê zozanê 10 cureyên cûda yên gihayan şîn dibin û xelkê ku li gundên Karabulak, Argun, Baloglu, Yuvacik, Ağaçkuru û Kayacıkê dijîn bi van gihayan xwarinan çêdikin û van gihayan weke derman di tipa alternatîf de jî bi kar tînin.
Gundî ku di dawiya meha Gulanê de diçin zozanan, konan vedigrin, nêzîkî sê mehan di konan de dimînin, ajalên xwe li vir diçêrînin û xwedî dikin. Gundiyên ku debara xwe bi xwedîkirina pez, kurmê hevrîşimê û mêşvaniyê dikin, ji ber xebatên kanzayê yên qada zozanê wêran dikin û çavkaniyên avê qirêj dikin, di xetereya windakirina derfeta berdewamkirina van çalakiyan de ne.
Her çiqas gundî li ser zozanan hem xwedîkirina ajalan û hem jî mêşvanîyê dikin jî, çavkaniyên avê yên ji Hesandînê tên pir girîng in, taybet ji bo xwedîkirina kurmên hevrîşmê.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê, ku xwedî dîrokeke kûr a hilberîna kurmên hevrîşimê ye, salane kêm zêde 60 ton gozikên şil yên hevrîşimê tên hilberandin. Hin malbat vî karî ji bav û kalan ve dikin. Hevrîşim ku bi sedsalan e yek ji berhemên girîng ên Amedê ye, hîna jî bo sedan malbatên li herêmê çavkaniya dahatê ye. Nêzîkî ji sedî 60ê gozikên hevrîşimê û ji sedî 10ê pêdiviya hevrîşimê li Tirkiyeyê ji hêla navçeya Pasûrê ya Amedê ve tê dabînkirin.
Ev gund tijî darên tûyê ne û kurmên hevrîşimê bi pelên van daran dixwin. Dema ku çavkaniyên avê têrê nekin, dar nikarin mezin bibin û kurmên hevrîşimê nikarin têra xwe pelan bixwin û pêş bikevin.
Çavkaniyên avê
Wêrankirina zeviyên çêrgehê ji ber madenvanîya li Zozana Hesandînê dê ziwabûna li herêmê zêde bike. Gundî dibêjin madenvanî dê bandorê ne tenê li xelkê Pasûrê, lê di heman demê de li xwezayê jî bike. Xetereya herî mezin qirêjbûna çavkaniyên avê ye yên ku ji Hesandîn ber bi Çemê Pasûrê ve diherikin û digihîjin Batman û Mêrdînê.
Nêzîkî ji sedî 90ê ava vexwarinê ya navenda navçeya Pasûrê ji Çemê Pasûrê tê dabînkirin ku HES (santralên hîdroelektrîkê) lê hatine sazkirin. Vê zozanê ku di heman demê de mazûvaniya cureyên endemîk ên wekî laleya berevajîkirî jî dike herêmeke ekosîstemê ya girîng e. Gundî dibêjin ku berê li Çemê Pasûrê bi hezaran masiyên ava şêrîn hebûn û niha hejmara masiyan bi lez kêm dibe û sedema vê yekê HES in.
Niha du santralên hîdroelektrîkê li ser Çemê Pasûrê dixebitin: Kulp 1 HEPP û Kulp 4 HEPP. Projeyên HESên Çayönü û Deryayê û Bendava Farqînê (Silvan) di qonaxên plansazî û avakirinê de ne.
Bi tevahî hilberîna elektrîkê ya HES yên Kulp 1 û 4 bi temamî 94 GWh ye. Ev hejmar tenê ji sedî 1,43ê xerckirina elektrîkê ya salane ya Amedê vedihewîne. Ev rêje nîşan dide ku santralên HES yên heyî yên li ser Çemê Pasûrê beşdariyeke pir sînorkirî li pêdiviyên enerjiyê yên bajêr dikin.
Ev nûçe bi piştgiriya darayî ya Navenda Medyayê ya Navneteweyî û Rojnamegeriya Zanîngeha Oslo Metropolîtanê (OsloMet-JMIC) hatiye hilberandin. Ji naveroka vê nûçeyê tenê Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianetê berpirsiyar e û bi tu awayî nêrînên OsloMet-JMIC nîşan nade.
Çavkanî: Bianet
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin