Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

Têgihîştina bûyeran kilîta çareserîyê ye

A+A-

Sîraç Kirici

Bi daxuyanîya nûnerê Emerikayê yê Kar û barên Sûriyeyê Tom Barrack

”sîstema nenavendî li herêmê bi ser neketiye."

Ev yek bu sedem ku li her çar perçeyên Kurdistanê û li diasporayê kurd ne razibûyina xwe nişan bidin.

Bi xwe ez vê daxuyanîyê bi şiklekî din dixwinim..

Gelo ma sedema bi ser neketinê kêmasîya netew, aqilyet, ol û kesên ku jiyana sekûlerîzmê dixwazin, an jî sîstema navendî ya totalîter e?

Heger rêzê ji terciha wan netew, aqilyet, ol û gelên li wir dijîn bihata kirin wek li referanduma Başûrê Kurdistanê ewê miletê Kurd li ser ax û welatê xwe serwerîya bi awayekî azad tayın bikira.

Wê demê destûr nedan, nebû…

Ez dibêjim ev daxuyaniya mesajek din di nav xwe de dihewîne.

Tiştê balkeş ew ku li Kurdostanê dezgeha siyasetê nikarin guhertinên li welatê xwe û li Rojhilata Navîn ji nêz de bişopînin..

Mijarê wek reş û spî dinirxinin..

Em nafikirin ku dewletên Rojavayî û bi tayibetî jî Emerîka rêkî nû ji netew, ol,aqiliyet  û neteweyên bi şiklê jiyana xwe sekûlerizmê dixwazin pêşkeşî dikin.

Nûnerê Trump Tom Barrack çi dibêje:

 ”Loma ez bersiva wê pirsê nizanim bê ma şêwaza rast a hukimraniyê çi ye, lê pêwîst e ji aliyê herêman bi xwe, xelk, eşîr û çandan ve biryar li ser were dayîn…”

Disa di hev peyvinek xwe ya din de dibêje”Tiştek wekî navendîbûn, nenavendîbûn, an federalîzm tune ye. Ev hemû xeyalên hikûmetên ku van tiştan diafirînin. Nêrîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ew e ku divê em van hemû biryaran ji herêmê re bihêlin."

Bi qeneta vê gavê kilita çareserîya mijarê ev e.

Tiştê ku ez jê fêm dikim dibêjin xwestekên xwe bilind bikin û di nenavendî û federasyona bi problem nefetisinin..

Divê li Rojavayê Kurdistanê alîyê siyasî ji qalib û elimandinên berê yên teng bi dur kevin.

Ev daxuyanîya Tom Barrak perspektifa Trum e. Tarifa xeletîyên xwe yên Başûrê Kurdistanê dikin. Bi awayekî li xeletîyên xwe mukur tên..Heger îro li başûrê Kurdistanê xala 140 bi ser neketibe yek sedem ji xeletiyên Emerikayê bû. Tom Barrak xeletî û kêmasîyên dewleta xwe tarif dike…

Ev ji ji bo me şansek e. Divê tevgera kurd li gor encamên Konferansa 26ê Nisana 2025an vê mijarê de aktiv be û gengeşîyên xwe li gor hasasîyeta ciranê xwe xwestekên xwe formûle bike

Vatiniya sereke ya vê gavê li ser milê rêvebiriya Konferansa 26ê Nisanê ev e.

Di warê diplomasî, hiquq û xwestekên xwe de zorê bide yekrêzîya xwe û de facto statuya heyî xurtir bike û di perspektiva xwe ya 26ê Nisanê bi israr be.

Ewê ev helwesta rê li qebûlkirina kurd netewak in û dibê ji netew bûyinê mafê wan î hiquqî û statuyê di makzagona Sûriyeya nû de cih bigrin. Dibe ku ev yek ji rê li çareserîyên din yên nû re veke.

08.12.2025 

Önceki ve Sonraki Yazılar