
Tayyip Erdogan: Kurd di parlementoyê de xwedî potansiyeleke mezin in
.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, "Wekî serokkomar, ti pirsgirêkek me bi welatiyên Kurd ên li herêmê dijîn re tune. Ew di parlementoyê de xwedî potansiyeleke xurt in."
Erdogan piştî Civîna Serokan a NATOyê di civîna çapemeniyê de axivî.
Serokkomarê Tirkiyeyê di bersiva pirsekê de li ser pêvajoya aştiyê got, "Wekî Serokkomar, me ti pirsgirêkek bi welatiyên Kurd ên li herêmê dijîn re tune. Niha pir baş diçe. Di parlementoyê de potansiyeleke wan a xurt heye. Ji ber ku ti pirsgirêkek wan tune ye, ev meş, ev çûn. Wan daxwaza randevûyê kir, min Pervîn Xanim û Sirri Sureyya Beyê rehmetî qebûl kirin. Me bi wan re hevdîtin kir."
Erdogan wiha domand: Ez difikirim ku dîsa daxwazên randevûyê hene. Em ê di demek nêzîk de bikin. Em ê bi wan re hevdîtinên xwe bikin, ti pirsgirêk tune. Li welatê min, em hemû yek in, Tirk, Kurd, Laz, Çerkez û Ereb. Erka min ew e ku ez yekparçeyiya welatê xwe biparêzim. Em ê vê bi awayê herî baş bidomînin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin