
SZKyê bernameyeke perwerdeyê ji bo zarokan ava kir: “Hêlîna Zarokan”
.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bernameyeke perwerdeyê ji bo zarokan a bi navê “Hêlîna Zarokan” ava kir. Naveroka bernameyê perwerdehî ye, lê perwerdeya nerasterast; bi rêya lîstikê, hînkirina zarokan e.
Bername ji bo zarokên pêşdibistanê (3 salî – 6 salî) û medyaya SZKyê pê radibe. Mijarên wê li ser reng, hejmar, tîp, roj, demsal û hwd in.
Li gorî nûçeya Diyarnameyê ku berpirsê medyaya SZKê Ferîd Xelîl pê re axifiye û gotiye:
"Çi li Kurdistanê çi li diyasporayê, pêdiviya zarokan bi bernameyên perwerdeyê yên bi zimanê kurdî heye. Hêlîna Zarokan bi rêbaza montesorî (montessori) hatiye amadekirin, ango bi rêya lîstikê hînkirin. Ji bernameyê armanc ev in: ferhengoka zarokan, derbirîna hestan, nasîna pîvanên giştî yên jiyanî, bi awayekî rast û ewle serderîya li gel derdorê û lîstikan."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin