
Stratejiya enerjiyê diguhere: Di xeta petrolê ya Kurdistan-Tirkiye-Îraqê de qonaxeke nû
.
Tirkiyeyê biryar da ku peymana Xeta Boriya Petrola Xam a Îraq-Tirkiyeyê ya sala 1973yan, ji sala 2026an pê ve bi dawî bike.
Berpirsekî payebilind ê Tirkiyeyê ji Reutersê re axivî û diyar kir ku Peymana Xeta Boriya Petrola Xam a ku sala 1973an di navbera Tirkiye û Îraqê de hatibû îmzekirin bi awayê xwe yê niha bi kêrhatî nayê bikaranîn.
Wî berpirsî bikaranîna xetê ya di bin potansiyela wê wekî "rewşeke nebaş" pênase kir.
Li gorî Biryarnameya Serokkomariyê ya ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin, peymana navborî û hemû protokol û lihevkirinên pê ve girêdayî, dê ji 27ê Tîrmeha 2026an pê ve bên betalkirin.
Wî berpirsê Tirkiyeyê bal kişand ser wê yekê ku Tirkiyeyê ji bo sererastkirin û nûjenkirina xeta boriyê hilberînên cidî kirine û destnîşan kir ku ev xet ne tenê ji bo Tirkiye û Îraqê, ji bo tevahiya herêmê xwedî girîngiyeke stratejîk e.
“Dê roleke krîtîk bilîze”
Her wiha bi bîr xist ku ev xet dê di çarçoveya Projeya Rêya Bipêşketinê ya di navbera Tirkiye û Îraqê de roleke krîtîk a lojîstîkî û aborî bilîze.
Berpirsê payebilind di daxuyaniya xwe de got, "Ji bo Xeta Boriya Îraq-Tirkiyeyê qonaxeke nû û dînamîk, ne tenê dê ji bo her du welatan, ji bo tevahiya herêmê jî bi kêr be."
Naveroka peymana xeta boriya petrolê ya ku di sala 1973yan de di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin wiha ye:
Birêvebirina xeta boriyê
-Her du welat, ji sererastkirin, birêvebirin û lêçûnên beşa xeta boriyê ya di nav axa xwe de berpirsiyar in.
-Petrola Îraqê digihîje Bendera Ceyhanê û ji wir li keştiyan tê barkirin.
Parêzbendiya yasayî ya petrola Îraqê
-Petrola Îraqê ya ku di nav Tirkiyeyê re derbas dibe, li hemberî her cure kiryarên yasayî xwedî parêzbendiyê ye.
-Di vê çarçoveyê de, ji bilî biryareke Neteweyên Yekbûyî, dest li ser petrolê nayê danîn û wekî bedêla deynan nayê girtin.
-Lê belê, eger Tirkiye ji ber vê parêzbendiyê neçar bimîne li ser navê Îraqê pereyan bide aliyên sêyemîn, Îraq mecbûr e ku wê bedêlê bide Tirkiyeyê.
Rêejya petrolê û garantiyên veguhastinê
-Îraq soz dide ku her sal rêjeyeke diyarkirî ya petrolê bişîne.
-Wekî mînak, di sala 2010an de 22 milyon ton, piştî 2013an jî armanc salane 35 milyon ton bû.
-Ji bilî rewşên awarte, heke Îraq ji mîqdara diyarkirî kêmtir petrol bişîne jî mecbûr e ku heqdestê veguhastinê bi temamî bide.
Heqdestê veguhastinê
-Îraq, li gorî mîqdara petrola ku dişîne, heqdestê veguhastinê dide Tirkiyeyê.
-Her ku mîqdara şandinê zêde dibe, heqdestê serê her bermîlekê kêm dibe (wekî mînak di navbera 1,18 û 0,90 dolarî de).
-Ev heqdest her 5 salan carekê, li gorî rêjeya enflasyona Amerîkayê tê nûkirin.
Lêçûn û xizmetên zêde
-Heqdestê veguhastinê, meaşê karmendan, lêçûnên sererastkirinê û bacan li xwe digire.
-Lê xizmetên benderê yên wekî barkirin û valakirina keştiyan cuda tên fatûrekirin.
Eger li Ceyhanê pêwîstî bi veqetandina ava nav petrolê hebe, ev jî wekî lêçûneke zêde li ser Îraqê tê hesabkirin.
Windabûna petrolê û berpirsiyarî
-Di dema veguhastinê de eger windabûna petrolê ji sedî 0.05 derbas bike, Tirkiye mecbûr e ku vê cûdahiyê wekî tezmînatê bide Îraqê.
Xwedîtiya petrola depokirî
-Beşek ji petrola ku di xeta boriyê de dimîne ya Tirkiyeyê û beşek jî ya Îraqê ye.
-Dema peyman bi dawî dibe, Tirkiye bedêla petrola Îraqê ya ku di depoyan an jî di nav xetê de maye, vedigerîne.
Nûnertiya Îraqê ya li Tirkiyeyê
-Li Bendera Ceyhanê ofîseke Îraqê heye.
-Ev ofîs ji bacan muaf e û Tirkiye di karûbarên vîze û rûniştinê yên karmendên ofîsê de hêsankariyê dike.
Rewşên awarte û felaketên xwezayî
-Di rewşên awarte yên wekî şer û karesatên xwezayî de, berpirsiyarî bi awayekî demkî tên rawestandin.
-Her du alî berpirsiyar in ku yekser hev agahdar bikin û çareseriyê bibînin.
Çareserkirina nakokiyan
-Nakokî di serî de bi rêya dan û standinan tên çareserkirin.
-Eger di nava 4 mehan de çareserî çênebe, mijar ji Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ya li Parîsê re tê şandin û li gorî yasayên Fransayê biryar tê dayîn.
Dema peymanê û mekanîzmaya nûkirinê
Dema peymanê 15 sal e.
Heya ku yek ji aliyan îtiraz neke, peyman her 5 salan carekê bi awayekî otomatîk tê dirêjkirin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin