Strana Welatekî Bi navê Kurdistan
A+A-
Strana Welatekî Bi navê Kurdistan
Ji hezarê salan ve
bav û kalên me,
di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de
jiyana xwe derbas kirine..
Çiyayê Toros, Zagros û Ararat
li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..
Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,
Zab û Xabûr distandin..
Di nav xaka wan de
xan û man ava kirine
genim çandine
hesip kedî kirine û
Li gor werzên salê,
havîn û zivistanên xwe,
li zozan û germiyanan
derbas dikirin..
His û hestên xwe ji hev re digotin;
peyv diafrandin û
stran ji hev re distiran..
Erê di nav wê xakê de
bav û kalên me çêbûne û mirine..
Û Ji wê hingê ve,
ev xak ji me re bûye xweş xelat
Em pê bûne xwedî welat
bi navê Kurdistan, li Rojhilat.
Konê Reş
Önceki ve Sonraki Yazılar