Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Ehmedê Xanî û Pratika Gandhi, Beşikçi û Şêx Ebdilselam Barzanî!   

A+A-


”Fikra neteweevînîyê û welatevînîyê di sedsala XX. da ji zana û xwenda û xwendekarên kurd ra ne xerîb bû ango ne jî nekifşe bû. Belam ew fikir, ji zana û bîrbir û hozanê kurd ê nemir Ehmedê Xanî ji netewê kurd ra, xasma ji xwenda û zana û xwendekarên kurd ra mîras mabû.  
Em pê dizanin ku di çarçoveya modern da fikra welatevînî û neteweevînîyê bi Şoreşa Fransiz ra hatîye cîhanê ku ew di 1789´an da qewimîye. Bi peyveka dî ew nêzîkî sed salî piştê nivîsîna ”Mem û Zîn”ê teqîyaye. Hingê mezinayîya Ehmedê Xanî bi awayekî zelaltir derdikeve meydanê û tê ber çavên mirov. Loma em bi hêsanî dikarin bêjin ku bavê fikra kurdevînîyê û neteweevînîya kurd Ehmedê Xanî ye. ”Li pêşberê xatira wî ya bilind û li pêşberê navê wî yê gewre, em serê xwe bi rêzdarîyeka bêsînor ditewînin.”  
”Ji ber vê mîrasa ku rûmet û qedrê wê nayê pîvan û nayê wezinandin, hêja ye ku kurd tim û tim bi Xanî bipesinin û îftîxar bikin; ne tenê ji ber ku Xanî esereka wek ”Mem û Zîn”ê afirandîye û ji neteweyê Kurd ra dîyarî kirîye, lê her weha jî ji ber ku wî di sedsala XVII. da fikra neteweevînî û welatevînîya kurd Teoriya avêtîye meydanê û bîr-bawerîya kurdîtîyê belav kirîye. Xanî, neteweyê kurd layîqê bindestîyê nedîtîye û weha gotîye:  
”Ez mame di hîkmeta Xwedê da 
Kurmanc-i di dewleta dinê da  
aya bi çi wechî mane mehrûm 
bîlcumle jibo çi bûne mehkûm!” (6) 

”Xanî, kan û serçavîya derd û kulên kurdan di bindestîyê da, çare û havila xilasîya wan ji wan derd û kulan jî di rizgarîyê da dîtîye.: 
”Ger dê hebûya me padîşahek 
layiq bidîya Xwedê kulahek

tayîn bibûya jibo wî textek
zahir vedibû jibo me bextek  

hasil bibûya jibo wî tacek
elbette dibû me jî rewacek

Xemxwarî dikir li me yetîman 
tînane derê ji dest leîman

Xalib nedibû li ser me ev rûm  
Nedibûne xirabeyê di dest bûm.” (7)  
”Ji ber ku wê demê li her derê cîhanê kargêrîya welatan û gelan di destê şah û padîşah û mîran da bûye û rejimên komarî û demokratik hêj nehatibûne sazkirin, Xanî jî li gora rewşa wê demê ji kurdan ra padîşahek daxwaz kirîye û xweserîya gelê kurd di binê kargêrîya padîşahek da fikirîye. Ew fikir li gora rewşa wê demê normal û adetî bûye. Mirov nikare wê fikrê ji wî zana û bîrbirê nemir ra bike kêmayî. 
Xanî, bi nivîsîn û belavkirina fikra kurdîtîyê û serxwebûnê jî qîma xwe nanîye; her weha rîya rizgarîya Kurdistanê jî numandîye, bi peyveka dî awa û şêweyê rizgarîyê jî dîtîye û nîşan daye:  
”Herçî kesê ku dest avêt şûr bi têkoşîn û xîret
wî xist destê xwe bi mêranî dewlet

Lewra wek bûkek e ev cîhan
Di destê şûrê tazî da ye hukm û ferman.  ” 

Lê belê, jibo destbirina şûr yekîtî divê. Divê ku gelê Kurd bi tevayî û yekîtî dest bibe şûr. Xanî li  ser vê şolê jî sekinîye û weha gotîye:  
”Hevgirtin û yekîtîya me hebûna eger  
û em hemî li pey hev biçûna eger

rom û ereb û ecem bi temamî
hemîyan dê ji me ra bikira xulamî 

me dê bi tevayî pêkbanîna dîn û dewleta xwe
me dê bi dest bixistina zanîn û hîkmeta xwe

Hingê dê ji hev bihatina kifşkirin peyv û gotin 
kesên xwedîhuner û hêgin jî dê bihatina bijartin”. (8)

”Li vir, divê em li ser nuqteyek çend rêz binivîsîn û wê nuqteyê zelal bikin. Ew jî, ew her du malik in ku Xanî di wan da gotîye ”rom û ereb û ecem bi temamî / hemîyan dê ji me ra bikira xulamî”. Dibe ku ev peyv ji alîyê hin kesan ve şaş bê famkirin û bi wê şaşfamîyê bê gotin qey Xanî bi wê peyva xwe nejadperestî û rehkarî kirîye yan jî xwestîye ku rom û ereb û ecem ji kurdan ra xulamî bikin.   
Lê belê daxwaz û xwezîya Xanî ne ew bûye ku rom û ereb û ecem ji kurdan ra xulamî bikin. Wî li vir awayê mubalexeyê bi kar anîye û bi wî awayî xwestîye ku giringîya yekîtîyê bide zanîn; xwestîye bide famkirin ku mirov dişê bi yekîtîyê bigîje amanca xwe, tewr tiştên bêmikun jî bi destê xwe bixe. Wek ku kesek bêje ”eger ev qas diravên min hebin, ez´ê bikarim welatek bikirim”, mana wê peyvê ne ew e ku  bi rastî welat bi diravan tên kirîn û firotin; her kes dizane ku çu welatek bi diravan nayê  kirîn û firotin. Mesela, di beşê 8´an da dema qala Mîrê Botan kirîye û pesnê wî daye û gewretîya wî nîşan daye, weha gotîye: ”Rom û ereb û ecem jê ra bûbûn binferman / Meşhûr û navdar bû, bi navê Mîrê Botan”. 
Her kes dizane ku rom û ereb û ecem ne di binê fermana Mîrê Botan da bûne. Lê belê Xanî bi wê peyvê xwestîye hêz û gewretî û xurtîya wî bîne ber çavan. Dîsa di wî beşî da weha gotîye: 
”Di bihişta wî da horîyên wî gelek bûn / Xizmetkarên di huzûra wî da jî melek bûn”.  
Di wî beşî da dema pesnê rindîya Sitîyê û Zînê daye, weha nivîsîye:  

”Rûmeta wan horî û perîyan nedihat pîvan û wezinandin
Lewra her du jî ji nûra Xwedê hatibûn afirandin”.   

Wek ku eşkera eşkera dixuye, di van malikên jorîn da jî awayê mubalexeyê hatîye karanîn. Hozên, jibo ku rindîya her du xuşkan bigihîne tepelê, ew şibandine horî û perîyan û gotîye ”ew ji nûra Xwedê hatibûn afirandin”.   
Ev awayê mubalexeyê ji alîyê gelek ozanan ve hatîye karanîn. Mesela, hozanê kurd ê nemir Melayê Cizîrî di helbesteka xwe da di heqê bêinsafîya yara xwe da weha gotîye:  
”Bêmirwetê dil herişand / Şîşên di sor tê da kişand / ker kir ceger, xwey lê reşand / atêş li ser danî, Mela”.  
Ji ber ku zana û xwenda û xwendekarên kurd xwedîyê mîraseka weha bûne, fikra neteweevînî û welatevînîya Kurd, yanî fikra Kurdîtîyê li ser Komela Pêşketina  Kurdistanê û tabîî li ser kovara ”Jîn” jî fermanrewa bûye. Ev fikir û ev bîr-bawerî, ji hemî nivîsar û helbestên ku di kovarê da derketine bi awayekî eşkera û berçav dixuye; ne ku tenê dixuye, lê her weha dikele û difûre jî.  
Amanc, azadîya gelê kurd û rizgarîya Kurdistanê bûye. Jibo gîhana wê amancê jî, girîngîya doza kurdîtîyê di hemî jimareyên kovarê da hatîye ragîhandin, di wê rê da xebat hatîye kirin û hatîye xwestin. Em dikarin li ser vî babetî çend numûneyên kurt ji çend nivîsar û name û helbestan li vir binumînin.  
Mesela, şehîdê Kurd Dr. Fuad Berxo, di nama xwe ya bi tarîxa 29/11/1334´an (1918) da weha gotîye: ”Pêşedem çi qasî tarî û bibagêr dibe bila bibe, ew ciwanên ku îro jibo kurdîtîyê diqîrin, ez li pêşberê wan bi xuşûeka kûr û xwedayî, bi bawerîyeka ezelî serê xwe ditewînim”. 
(9)  
Nivîskar û hozan Hîlmîyê Siwêrekî, di nivîsara xwe ya bi tarîxa 19/11/1334(1918)´an da, ku bi sernivîsara ”Ji ciwanên kurd ra” (Kürd Gençlerine) derketîye, ji ciwanên kurd ra gotîye: 
”Dewra baldana metaê xelkê derbas bû. Ew xîyalên pûç ên ku fikrên hinan ji we dagirtine, dev ji wan xiyalan berdin. Ji bîr mekin ku zimanekî me yê fire jî heye, dîrokeka me ya dewlemend jî heye û ew heta   nuha hatine îhmalkirin. Aha ji we ra bingehokeka xilasîyê: Xebat û despêkirin.” (10)  
Fikra welatevînî û neteweevînîyê li cem nivîskar û hozan Evdirehîm Rehmî bûye evîneka rastîn.  Wê evînê, di nivîsara wî ya bi tarîxa 26/1/1335´an (1919) da, ku bi sernivîsara ”Welat” derketîye, weha rû daye: ”Îroke di qelbê me hemîyan da evînek heye, agirek heye ku em daîma bi wê eşqê, bi wê evînê disojin, diqelin û ji ber wî agirî em ne xwedanmal in, ne xwedankur in, ne xwedanheyat in. Welhasil hemî tiştê xwe em hazir in di wê rê da bidin. Ew çi eşq e, çi evînî ye? Elbet ew evînîya welat e”. (11) 
Fikra kurdîtîyê di nava welatevînên kurd da cîyekî  wisa bilind girtîye ku, adeta bûye dozeka muqaddes. Ev, ji vê helbesta ku şehîdê kurd Yûsif Zîyayê Bedlîsî ji kovara ”Jîn” ra wek nameyek şandîye, eşkera dixuye: ”El´an ku disekine li qeza Kilîsî / meşxûl e bi tehsîla pare, filûsî / Ya Reb tu ji cemaeta kurdan binivîsî / mexmûm û feqîr Yûsifê Bitlîsî”. (12)  
Em bilindkirina alaya kurdîtîyê û pêşxistina doza welatevînî û neteweevînîyê li ser her tiştî, di belavoka Komela Xendekarên Kurd Hêvî da jî dibînin. Di beşê diduyan ê wê belavokê da weha hatîye gotin:  
”Ciwanên kurd bawer dikin ku, jibo ku neteweyê kurd bigîje mertebeka xwedîşeref  a ku layiqê xislet û xwîyê wî yê bijare be, berî her tiştî divê ku bawerî û namûs îdeala kurd bê parastin” (13)

Önceki ve Sonraki Yazılar