
SOHR: Hêzên Şamê li Siwêdayê malên sivîlan bombe kir
.
A+A-
Hate ragihandin ku li Siwêdayê çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyê malên sivîlan bombebaran kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şevê din agirbest li Siwêdayê hate binpêkirin.
SOHRê diyar kir, çekdarên hikumeta veguhêz a li Sûriyê li bajarokê Kenakir yê li gundewarê Şamê bi gule û topban malên sivîlan yên li derdora Siwêda kirin armanc.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin