Siyamend Haco: Divê Şandeya Kurdî li ser Federalîzmê û Herêmeke Yekgirtî ya Kurdî rijd be

Siyamend Haco: Divê Şandeya Kurdî li ser Federalîzmê û Herêmeke Yekgirtî ya Kurdî rijd be

.

A+A-

Serokê Bereya Kurdistana Sûriyeyê Siyamend Haco piştî civîna xwe ya ligel Şandeya Kurdî ya ji bo danûstandinên bi Şamê re, tekezî li ser du xalên sereke kir û ragihand, divê şande ji daxwazên federalîzmê û avakirina herêmeke yekgirtî ya Kurdî venegere.

Siyamend Haco îro 11ê Hezîranê bi awayekî cuda ligel Hevserokê Şandeya Kurdî Mihemed Îsmaîl û endamên şandeyê Selah Derwîş û Nesredîn Îbrahîm civiya û derbarê naveroka civînê de ji K24ê re axivî.

Haco ragihand, civîn "gelekî baş" bûye û armanca wan ew bûye û got: "Me xwest ji wan zanibin ka daxwazên wan çi ne û ew ê bi çi rengî van danûstandinan pêşve bibin."

"Divê Ddanûstandin li ser du xalan bin"

Serokê Bereya Kurdistana Sûriyeyê da zanîn, wan ji şandeyê re hêviya xwe anîne û got: "Me hêvî kir ku hemû danûstandinên xwe tekez bikin ser du xalan: Xala yekê, federalî. Xala duyê, herêmeke yekgirtî ya Kurdî."

Siyamend Haco amaje bi wê yekê jî kir, berê gelek daxuyaniyên cuda ji aliyê endamên şandeyê ve hatine dayîn û daxwazên federalîzm û herêmeke yekgirtî bi zelalî nehatine gotin.

"Bila ji daxwazên giştî yên Kurdan neyên xwarê"

Siyamend Haco tekez kir, ev her du daxwaz "nêrîna giştî û daxwazên giştî yên Kurdan" in û li ser bingeha "Belgeya Hevbeş" hatine avakirin û got: "Me hêvî kir ku ji daxwazên xwe yên rewa neyên xwarê da ku danûstandinan bi Şamê re pêşve bibin."

Di dawiya axaftina xwe de, Haco piştgiriya xwe ji bo şandeyê nîşan da û got: "Ji aliyê xwe ve, me tekez kir ku em ê alîkar bin ji bo vê şandeyê. Heke grûpeke şêwirmendiyê pêwîst be, em dixwazin bibin beşek ji vê alîkariyê."

Şandeya Kurdî

Şandeya Hevbeş a Danûstandinan, wek encama "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî" ya ku di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, hate avakirin. Armanca şandeyê ew e ku li ser bingeha nêrîneke hevbeş a Kurdî, derbarê mafên Kurdan de bi hikûmeta Şamê û aliyên din ên navneteweyî û Kurdistanî re bikeve diyalogê. 

Şandeyê di 4ê Hezîranê de bi amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, civîna xwe ya damezirandinê li dar xist û hevserokatiya wê jî ji aliyê Mihemed Ismaîl û Perwîn Yûsif ve tê kirin.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin