Şikilsitandina Zimên
”Xebat, her tim, tişteke civatî bûye. Hewildanên kesek bi serê xwe, parçeyek ku ji jîyanê bûye sedem ku di fikir û zanîna kesayetîyê da guhartin çêbe û encamek derxistîye meydanê ku kesayet xwe girêdayê civatê bibînin û li gora pêdivîyên civatê xwe wek endamekî /a civatê dijmêre û ji civatê ra rûmetê nîşan dide. Ji ber wê sedemê xebata ortaxî ye ku însên, pêwistî pê tîne ku têkevin nav hewildanan ku bihev ra têkilî daynin, biaxifin.
”Di despêkê da dema mirov tenê dixebitî, tek tek balkişandinên ku ji xebatê ra minasib bûne, dihat xebitandin. Van sewtan / qêrînan / dengan, hêdî hêdî di mejîyên / hafizayên însên da cî digirt û dihat çi manayê, di zanebûna wan da rûniştîye. Pêşveçûna hewildanên xebatê, bûne sedem ku ew qêrîn / deng / sewt ji hev werin cîyêkirin. Wekî dî, ew rewş, bû sedemê organên dengan ku bi lezgîn biguherin.
Wek Leo Buscaglia di beşê 3yemînê kitêba xwe ”Kişilik Tümüyle İnsan Olabilme Sanatı” da dibêje: ”Qet nebe em li ser dixebitin ku nasîna nejadî ya însên fam bikin ku ev me 400 sedsal, yanî 40.000 sal ber bi dirêjîya paşve dibe ku însanê Neanderthal bikolin. Em her ku kolandina wan heyîyan dikin ku ew dişibin me, gerdûnîya wan ya tevlîhevî bi berdewamî civata ku çêkirine dibînin û di nav heyîrmayînê da dimînin. Em tim di nava hewildanan da ne ku têgihiştineke baştir ya jîyana wan û ya me û jibo jîyaneke lihevhatî dixebitin.”
”Em wexta dibînin ku mirovayetî di nava hew qas demeke kurt da bi pêşve bezîyaye, em heyîrmayî dimînin. Şeklê beden û mejîyê mirovê îroyîn û yên eqrebayên / xismên wan yên Serdema Cemedê, xwedîyê heman xusûsîyetê ne, lê em heyîrmayî dibin ku fikrê heman mejî ku dinyayê parçe kirîye, sistemên bîrûbawerîyê û urf û adetan afirandine.”
”Derdora 25.000 sal berê li Rojavayê Ewrupayê ya îroyî di dîwarên şikefteke tarî da hatîye dîtin ku ew sîmgeyên ewil ên însên ên nivîskî tên qebûlkirin. Ji wan tarîxan virve mirov / însên bi berdewamî û bi awayeke rojane xebitîye ku ber bi pêşve here û jîyana xwe baştir bike û wê bidomîne. Di seranserê dîrokê da fikrên ku derketine meydanê, li ser însên bûne mayînde; ew li ser exlaq û şiklê jîyana wan jî tesîrên mezin kirine. Piranîya wan di nav sistemên olî / dînî da û şiklên felsefeyê da raxistine meydanê û bi milyonan însan, wek şiklê rîya jîyana xwe, wê qebûl kirine.” (5)
Bertrand Russel jî weha dibêje: ”Hê di despêkê da rewşa însên ku di nava şerê hebûn û tunebûnê da bûn, qet baş xuya nedikir. Hê heyîyeke ku zêde xuya nedibû, jibo parastina xwe ya li dijî êrîşên heywanan, direvîyan û hildikişîyan / hildidan ser daran, qasî meymûnan hewildêr / an aktif nebûn, ji ber ku kurkên wan tunebûn li hemberî sermayê hema hema bêparastin bûn. Heyîyeke welê bû ku ji zarûkatîya xwe ya dirêj ve digel jîndarên dî dijîya û di peydakirina xwarinê da jî zehmetîyan dikêşa û lewra adeta dest û pîyên xwe hatibûn girêdan. Tenê serê wî / wê bûbû alîyê serbilindîyê. Ev serbilindî her ku çû giringtir bû ku însên ji rewşeke revokî yê tirsonekîyê anî kire efendîyê dinyayê.”
”Em dikarin bi texmînkirinê bêjin ku ev pêvajoya însên ya berîya serdema dîrokê, xusûsîyeta ewilîn ya bingavên / derenceyên / an merhaleyên demê bi kurtebirî qebûl dikin. Mesela însên, di nava pêvajoyeke dirêj da peydakirin û bikaranîna agir, di jîyana xwe da adeta şorişek pêkanî. Êdî însên dikaribûn xwarinên xwe yên ku li ser agir çêkin, germ bikin û wan biparêzin, hîn bûn. Di heman demê da însên, li ber derîyê şikefta xwe agir dadanîn û ew jî li hundûr radizan û bi vî awayî agir ewleyîya wan jî pêkdianî. Lê çi heye ku paşê agir bû madeyeke girîng jibo çêkirina Bombeya Atomî ku bûye bela serê însên. Dîsa di nav pêvajoyê da însên, bi çêkirin û bi karanîna riman, tîr û kevanan, das û qedûm, çakuç û bivir û wd. xebitand, kedîkirina heywanan hîn bû û di şefeqa dîrokê da fêdeyên çinandinê û ziraetê hîn bû ku ewana hemî jibo pêşveçûna wan, her yek ji wan wek şorişek bû. Van demên ku em behs dikin, kêm zêde 500 hezar sal berê hatibûn meydanê.
”Di dawîya wan pêşveçûnan da însên jibo dîroka xwe gava herî girîng avêt ku ew jî xebitandina zimên bû.Tê gotin ku zimên, ango bi awayeke dî axiftina însên, ji dengên heywanan peyda bûye û wan dengan bi rîya însên ketine nav hin qaliban ku ew bikaribin hev fam bikin. Di despêkê da zimanê nivîsînê, di wê rewşê da nebû ku axiftinê bide dîyarkirin. Ev pêvajo, hêdî hêdî bi hin xet û risman xwe didan nîşandan û ew diketin nav hin qaliban ku paşê ew dibûn bingehê zimanê nivîsînê. Bi wî awayî ji însên ra îmkan çêbû ku ew nesla ku tiştên hîn bûne û bi karanîne, derbasê neslên nû bibin. Bi wî awayî hînbûn hat merhaleyek ku wesîqeyên nivîskî ji axiftina însên zêdetir bûn xwedîyê rolên xwe yên bo pêşveçûnê û jîyanê. Bi nezanînê be jî însên jibo hin tiştan ku pêdivîya wan pê hebûne, hin bingehan ango hîman avêtine ku di jîyana wan da bûne sedemên pir guhartinan û ew bi xwe ra hostatîyê anîne meydanê. Li gora wesîqeyên dîrokî, pêşveçûnên van 500 salên dawîyê, ji pêşveçûnên seranserê dîrokê zêdetir bûne. Di wê pêvajoyê da hostatî zêde bûye, lê digel wê rewşê zanebûn, qasî hostatîyê bi pêşve neçûye.
”Di nava şerên man û nemanê da ku bi sed hezar salan ajotîye; însên bi kirin û hewildanên xwe kemilîye û hostatîyên ku fêdeyê daye wan, hîn bûne û neçar mane ku li dijî xeterên / tehlukeyên ku ji derve û bê îradeya wan qewimîne, têkoşîneke piralî û pirrengîn li dar bixin û tevdîran bistînin. Wek mîsal li dijî birçîbûnê / xelayê, erdhejê, teqandinên çîyayan û wd. çawa tevgerîyane, tevdîran sitandine ku ew di Kitêba Tewratê ya”Çêbûnê” da hatîye behskirin. Wek mîsal, li dijî xetera lehîyê, bi du rîyan ango metodan ketine nav hewildanan. Çînîyan di seranserê dîroka xwe da li qeraxên / kenarên Çemê Zer dîwaran / setan çêkirine. Li Rojavayê Asyayê jî wek di Çîroka Nuh da hatîye dîtin, rîya herî baş jibo xwe parastinê, rîya jîyaneke bi rûmetî bûye. Bi wê prensîbê hatîye bawerkirin ku ew dikarin li dijî teqandina çîyayan jî xwe biparêzin. Ev brensîb, di çîroka edebî ya xirakirina Sodom û Gomorrayê da xwe nîşan daye. Ev her du teorî yên Çînî û Asyayîyên Rojavayî, heta dema îroyîn jî wek hemberî li muqabilê hev hatine domandin, lê teorîya Çînîyan di encamê da bûye rastîyeke serdest. Digel vê rastîyê jî eger di maneya klasik da nebe jî teorîya jîyaneke bi rûmet jî qasî teorîya Çînîyan bûye heqîqetek ku van pêşveçûnên dawîyê nîşan dane û jibo parastina însên, ew teorî jî bi hindikayî be jî qasî dîwarên Çînîyan giring bûne.
”Însên, dema ji xeterên hawirdorên derve filitîn ango bi tabîreka dî rizgar bûn û derketin meydanê; hestên hundûrîn ên gelek xurt wan anîn radeyek ku jibo ewleyîya xwe bi her awayî tevdîlan digirtin û li hemberî derve jî têra xwe sert bûbûn ku gelek hînbûnan di jîyana xwe ya rojane da didomandin. Heta nuqteya ku ew li hemberî şêr û pilingan şer dikirin, piştî radeyek êdî wan lawiran ji xwe ra nekirin hedef ango dijmin nedîtin. Di wê qonaxa nû da êdî însên, hin komên însanên dî ji xwe ra kirin hedef û li dijê wan şer kirin. Di vê merhalêyê da ferqîyeta însên û hin heywanan hêsatir derdiket meydanê. Wek mîsal, di jîyana mêşan / mêşên hingiv û mîroyan da urfadetên wan tune ne ku serekên xwe bikujin. Lê mîroyeke bîyanî ku têkeve nav mala / hêlîna wan, ew bi cezayê kuştinê tê darizandin. Lê di jîyana mirovan da gelek caran hatîye dîtin ku civat, qiralên / hukumdarên xwe kuştine; kesên ku protestoyên jibo aştîyê çêkirine hatine cezakirin û kuştin. Û hwd…”
”Dema însên xwe ji xeterîyên derve xilas kirine û derketine meydanê, di seranserê mêjedemê da bingehê hestyarî û hestên hundûrî jê ra bûne alîkar ku jîyana xwe bidomînin. Jibo ku xwe ji xeteran biparêzin, dest bi tundrevîyê û berxwedanên piralî kirine da ku bikaribin li jîyanê bimînin. Lê van tecrubeyên jîyanê mirov anîne merhaleyek ku êdî hinik însên şidet û tundutûjîyê li dijî mirovên ku nejadên wan cuda bûn jî bikaranîne ku numûneyên wan li cîhanê û li ser erdnîgarîya cuda gelek in. Mesela moxolîyan xisarên gelek mezin dane Îranê ku tamîrata wan nehêsa bûne. Di demên Seltenata Xelîfetîyê da tirkan jî xisarên mezin dane civatên dî. Li Bakurê Afrikayê malwêranî û malxirabîyên ku hatine çêkirin, hin encamên ruxandina Romayê bûne ku dîrokê jê ra şehadîyê kirîye. Tê gotin ku jimareya kuştîyên ku di Serhildana Taipingê da derketine meydanê, ji jimareya kuştîyên Şerê Cîhanî yê Yekemîn pirtir bûye. (6)
Bi çend rêzan ez dixwazim ji Wikiepediayê behsa wê bûyerê bikim.

