Qewl bingehên afirandina dinyayê û mîrasên mirovatiyê ne
Di nav gelek ol û şaristaniyan de pirtûk, nivîs û belge wek bingeha baweriyê tên qebûlkirin. Lê di Êzdiyatiyê de, ji ber şertên dîrokî, gelek ferman, koç û tunekirinan, pirtûk û belgeyên nivîskî her dem nehatine parastin. Lê tiştek ku qet tune nebû, ew jî qewl bû.
Ji ber vê yekê, Êzdî dibêjin:
Qewl bingehên afirandina dinyayê û mîrasên mirovatiyê ne.
Ev gotin ne tenê pesnê qewlan e. Ev nêrîneke ilmî, felsefî û ruhanî ye ku li gorî wê, qewl ne tenê ji bo parastina baweriyê ne; belkî ji bo fahmkirina hebûn, dem, afirandin û mîrasa mirovatiyê jî bingeh in.
Qewl û Afirandin
Di qewlên Êzdiyan de tenê dîroka civakekê nayê gotin.
Di wan de:
• berî erd û ezman tê gotin;
• berî Adem tê gotin;
• Dur û Nûr tên gotin;
• Heft Milyaket tên gotin;
• dem, salname û qanûna afirandinê tên gotin.
Ji ber vê yekê, qewl tenê çîrok an zargotineke kevn nîne.
Qewl zanîna afirandina dinyayê diparêze.
Ew haveyneya fahmkirina Êzdiyan ya li ser hebûn û afirandinê ye.
Gava em qewlan dibihîzin, em tenê gotinên kevn nabihîzin; em dîtina pêşiyan ya li ser afirandin, dem, jiyan û hebûnê dibihîzin.
Qewl û Mîrasa Mirovatiyê
Qewl ne tenê mîrasa Êzdiyan e.
Di wan de:
• ilm heye;
• hikmet heye;
• dua û beyt hene;
• rê û rism hene;
• dem û salname hene;
• nasname heye;
• Sirr û keramet hene.
Ji ber vê yekê, qewl pirtûkxaneyeke asayî nîne.
Qewl pirtûkxaneya zindî ya Êzdiyan e.
Pirtûkên wê ne tenê li ser kaxez ne.
Ew di:
• dilan de,
• bîran de,
• dengan de,
• û jiyana rojane ya Êzdiyan de
tên parastin.
Ji ber vê yekê, qewl beşek ji dewlemendiya afirandinê û mîrasa mirovatiyê ne.
Qewl û Ilm
Bi dîtina min, ilm û zargotina ku ilimdar, qewlbêj û bavên Êzdî ji bav û kalanê xwe, û ew jî ji bapîr û pêşiyên xwe girtine, gelek girîngtir e ji felsefe û pênaseyên ku dagirker an kesên derveyî li gorî berjewendiyên xwe li ser Êzdiyatiyê gotine an dibêjin.
Ji ber ku:
• Êzdî baweriya xwe ji ilm û qewlan nas dikin;
• qewl arşîva zindî ya wan e;
• ilm û zargotin xizna hişmendiya wan e.
Lewma, pêşî divê Êzdiyatiyê ji nav qewl û ilmê Êzdiyan bixwe were fahmkirin.
Salname û Dem
Di qewlan de dem û salname jî cihê taybet hene.
Qewl dibêje:
"Roja binyata vê dinyayê danîne,
ew roj bi xwe qanûne."
Û:
"Li Sêzdiyî Kanûnê
Roj seknî li qanûnê
Zivirî berê xo da Havînê."
Ev sebeq nîşan didin ku pêşiyên Êzdiyan hereketa Rojê, guherîna demsalan û qanûna demê dişopandin û vê zanînê di qewlan de parastin.
Ji ber vê yekê:
Hesabê Salnameya Êzdiyan bi qewlan re hatiye û li gorî qanûna ilmê Xwedê ye.
Encam
Ji ber hemû van sedeman, Êzdî dibêjin:
Qewl bingehên afirandina dinyayê û mîrasên mirovatiyê ne.
Ji ber ku qewl:
• zanîna afirandinê diparêze;
• ilm û hikmet diparêze;
• dem û salname diparêze;
• nasname û bîra pêşiyan diparêze.
Lewma,
Qewl ne tenê mîrasa Êzdiyan e.
Qewl beşek ji dewlemendiya afirandinê û mîrasa mirovatiyê ne.
Kemal Tolan
Nivîskar û Lêkolînerê Êzdiyatîyê




YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin