Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Pêşdeçûna Ziman

A+A-

Serhildana Taipingê (1850-1864) li Çînê: Ev serhildan li Başurê Çînê li eyaletên Jiangsu, Anhui û Zhejiang çêbûye û 14 sal dom kirîye. Pêşevayê Serhildanê bi navê Hong Xiuqan (1814) gundîyekî çînî bûye ku di bin tesîra misyonerekî Îsewî da maye û îdîa kirîye ku ew Kurê Xwedê Îsayê II.yemîn e. Li gora wî, Xanedanê Çînê Qing, ji rê derketîye û li dijî kultûra Çînê û Felsefeya Confuçyus e. Loma li Çînê pêdivîya reformên civatî, sîyasî û olî hene. Ev şerê navxweyî hat merhaleyek ku bi xwe ra nexweşî, birçîtî û xelayê jî anî ser qoçana kuştîyan û di encamê da Xanedanîya Çînî gelek lawaz bû, lê dîsa jî bi alîkarîya ewrupîyan ew li ser hukum ma. Bi texmînî tê gotin ku derdora 20-30 milyon însan mirine û ew bûyer him di dîroka Çînê da şerê herî mezin ê navxweyî ye û him jî di dîroka cîhanê da bûyereke mezin û giring bûye. Tê gotin ku di hewildanê da yekemîn car teknika şerê modern hatîye bi karanîn ku tufengên nû, top, teqemenîyên wek bombeyên destan û wd. hatine xebitandin. Wek encam, di dawîya wê serhildanê da hin reformên pêwist hatine çêkirin.

        
Qasî ku ilmê lêkolîn kirîye û daye xuyakirin, ji despêka civata kevnar (komunal) heta dema îroyîn, bi sedhezaran sal di navberê da derbas bûye. Bê guman dîroka çêbûna zimên, ji ya civata kevnar jî gelek kevintir e. Ger mirov di vî warî da li dîroka çêbûna zimên binêre, dibîne ku emrê (temenê) jîyana zimên, bi milyonan sal kevnar e.  


Zimên, xwedîyê rengeke civatî ye û di nav jîyanê da ava bûye. Zimên ku deng derdixe, dîsa di nav xebatên civatê da çêbûye û şikil sitandîye. Xebatên mirovek, girêdayê xebatên tevayîya civatê ye. Belam kar u bar, rengê civatîyê nîşan dide. Jibo pêkanîna tiştan ku mirov bikaribe jîyana xwe pê bidomîne; hewce ye ku mirov werin ba hev û digel hev bixebitin. Ev jî di nav mirovan da dibe semedê (sedemê) hevpeyvîn, gengeşe û têkilîyan. 


Berîya ku zimên çêbibe, tiştên ku mirov dixwestin bibêjin an jî bi yekî / a dî bidin famkirin; bi sûret (şikil), an jî bi qêrînê (deng-sewt) dane xuyakirin. Van dengan hêdî hêdî di mejîyên mirovan da cî girtine û hatine hin maneyan. Wexta (dema) di jîyana mirov da pêşveçûn çêbû, kar u bar û aletên çêkirinê gihane merhaleyeke (qonaxeke) nû û bilindtir; bi girêdayê jîyanê û tecrûbên mirov ve di nav van dengan da jî êdî ferqîyet çêbûye û jibo avakirina zimên ev pêşveçûn bûye hîmekî bingeh. Di nav jîyanê da şikilsitandin û çêbûna zimên, demekî pir pir dirêj girtîye. 


Ji çêbûna zimên virda, êdî di pêşveçûna mirov da zimên bûye aleteke gelek girîng. Belam bi wesîta zimên, mirov hatine ba hev û digel hev xebitîne, hunermendî û tecrûbên xwe yên kar û jîyanê gihandine hev; hunandina (bi rêxistinkirina) kar u barên ortaxî (şirîgatî) kirine. Bi saya gotinan e ku mirov dikare tecrûbeyên xwe yên kar u bar biparêze (muhafeze bike), belav bike û dewrê (neqlê) qernên (neslên- nifşên) nûhatî bike û hwd...  


Di derbarê çêbûn, geşbûn û belavbûna zimên da teoriya profesorê arkeolojiyê yê ingiliz Colin Renfrew gelek balkêş e. Li gora teoriya C. Renfrew, jibo civatê pêvajoya ku zimên derketîye meydanê û belav bûye; rastê qonaxa ku civat ji nêçîrvanîyê derbasî qonaxa cotkarîyê hatîye. Li gora tespîtên C. Renfrew, zêdebûna nufûsa civateke cotkar, 15 qat (car) ji civateke nêçîrvanîyê zêdetir e û ev bûye semedê ku civata cotkar ji xwe ra cî û warên nû peyda bikin û jibo wî ye ku ew li cîyên dî gerîyane û ev bûye semedê belavbûna civatan jibo erdên cuda.


Digel vê rastîyê encameke dî jî derketîye holê ku zimanê civata cotkar, serdestî li zimanê civata nêçîrvanîyê bike, geş bibe û belav bibe. Ev pêvajo jibo civata nêçîrvanîyê bûye tişteke xwezayîyê ku xwe li gora aletên çêkirinê  yên civata cotkar û zimên û kultûra wan biguhere û bibe tebîîya (girêdayê) wan ku civata çandinîyê (ziraetê) di her warî da pêşdatir bûye. Yanî, tenê civata cîwarbûyî di rewşa zimên da jî şorişek pêk anîye û bûye pêşevayê çêkirina (afirandina) zimên û ev di jîyana mirovî da jî bûye semedê şorişên guhartinê û kultûrê ku di pêvajoyeke dûrudirêj da bi awayeke aştî pêkhatîye. Wek mîsal, civata şivan û nêçîrvanên koçber, muhtacê alawan bûne ku ew li pazara civata cotkaran hebûne û ev bi xwe ra girêdaneke xwezayî daye jîyandinê.  


Xaleka gelek balkêş jibo vê teoriyê jî ew e ku cîyê bingehên afirandin û şikilsitandina zimên, erdê Kurdistanê (Mezopotamya Jorîn) bûye. Ev zimên, ji alîyê cotkaran ve di wê herêmê da  Berîya Mîladê (BM) 9000 sal berê hatîye xebitandin ku temenê wê nûha dike 11.000 sal. Şiklê jîyana wê civatê digel zimanê wê di BM 6500î da (yanî 8500 sal berê) derbasê Yunanistanê (Grekland) ya îroyîn bûye, li wir cîyê xwe sitandîye, geş bûye û bi gotinên nû ve dewlemend bûye. Ev zimanê ku derbasê erdê Yunanistanê bûye, hê kok bûye û negihaye qonaxa avabûna ”Zimanê Hindî- Ewrupî.” Bi qonaxa avakirina dewletê ve zimên pêşta çûye, geş bûye û belav bûye, zaravayên zimên çêbûne û paşê jî ev cudabûn û pêşveçûn bi xwe ra zimanên cuda afirandine. (7)                                                                                                                          
Dîsa li gora teoriya Colin Renfrew, hêzên dagirkerîyê, çek û hesp; li ser pêşveçûna çandinîyê û kulturê tesîrên zêde nekirine. Li hemberî wê ga û heywanên dî yên kedîkirinê û aletên ziraetê; li ser pêşveçûnê jibo dîroka mirovatîyê roleke giring lihîstine û bûne sedemê geşbûn û pêşveçûneke mezin. Ev tê wê manayê ku cotkarî, bû sedemê çêkirin û şikilsitandina zimên. Ev teori, li gora ilmên antropolojiyê û materyalizma diyalektikê jî rastîyek e û nirxandineke akademik e. Lê sed caran mixabin ku civata kurd, derdora 5000 sal e ku li ser erdê xwe zimanê xwe bi karanîye û ji Peymana Qesra Şîrîn vir ve ku di 1639an da çêbûye, ji mafên xwe yên siyasi, abûrî, kultûrî û neteweyî bêpar maye û nikaribûye dewleta xwe damezrîne û cîyê xwe yê heqîyê di çarçoveya navberdewletî da bigre û bibe endamê civatên navberneteweyî. Di şertên îroyî da kurd wek civatek ku xwedîyê derdora 50 milyon nufûs e ku li seranserê cîhanê civateka herî mezin e ku hê jî bêdewlet e, ev jibo alema hemî cîhanê, cîyê neheqî, xemgînî û şermê ye ku divê li ser were rawestandin.

Önceki ve Sonraki Yazılar