Hevpeyvîna Helbestvan, Lêkolîner û Endamê Dîwana Govara Mehfel Sakar Kamil Bi Nivîskar û Lêkolînerê Êzdiyatîyê Kemal Tolan Re
- Êzdiyatî ji bo we çi ye?
Bi dîtina min, Êzdiyatî rêya rast a xwedaperestiyê ye ku ne bi destê mirovan hatîye afirandin û nikare bi asign kirin an jî bi çalakiyên siyasî were guhertin. Lewma Êzdiyatî ne tenê navekî olî an jî komeke civakî ye.
Ez Êzdiyatî wekî haveynê mirovayî û şaristaniyekê dibînim ku, di navbera mirovan û xwezayê de rêzgirtinê esas digire. Ji ber vê yekê, di baweriya Êzdiyan de agir, av, ax û roj ne tenê tiştên maddî ne; ew sembolên jiyan, ronahî û pîroziyê ne.
Êzdiyatî ji bo min baweriyeke etno-olî, dîrok, nasname, hişmendî, exlaqê jiyanê û xizna nasnameya Kurdî ye. Ew mîrateya kevnar a bav û kalan e ku di nav qewl, beyt, sema, dua, lorîk û kevneşopên me de heta îro hatiye parastin. Her tiştê ku me wekî Êzdî hene – ji qewl û dua heta rêwresim û edet – hemû di vê çarçoveyê de wateya xwe dibînin.
Her wiha, bi dîtina min, Êzdiyatî di dîrokê de yek ji kevintirîn rêbazên Xwedênasînê ye. Lewma jî divê em wê ne wekî tenê “folklor” an “efsane” bibînin, lê wekî dewlemendiyeke felsefî û mirovahî binirxînin.
- Li gorî hizir û hişmendiya cenabê we wekû vekolerê kevneşopiyên Êzdiyan, felsefeya Êzdiyatî û Xwedaperêsiyê çi ye?
Felsefeya Êzdiyatî di bingehê xwe de li ser yekîtiya afirandinê, ronahiyê û nasîna rastiya Xwedê hatiye avakirin. Di gelek qewl û zargotinên Êzdiyan de tê dîtin ku Xwedê wekî hêza herî bilind a afirandinê tête nasîn û hemû heyîn ji wê ronahiyê derketine.
Di lêkolînên xwe de, bi taybetî jî di analîza min a li ser têkiliya di navbera Tawisê Melek û Mitra de, min hewl da ku nîşan bidim ka gelek sembol û hêmanên kevnar di nav hişmendiya Êzdiyatîyê de heta îro mane. Di gelek baweriyên kevn ên rojhilatê de, ronahî, roj û nûbûn sembolên pîroz bûne. Di Êzdiyatîyê de jî Tawisê Melek tenê melekek nîne; ew sembola ronahiyê, hişmendiyê û rêbertiya ruhî ye.
Di nêrîna min de, gelek taybetmendiyên Tawisê Melek bi hêmanên baweriya Mitra re nêzîk in. Ji ber ku di herduyan de ronahî, peymana exlaqî, rastgotin û têkiliya mirov bi kosmosê re girîng in. Lê divê em baldar bin ku ev ne tê wê wateyê ku Êzdiyatî kopiyeke baweriyên din e. Berevajî vê, ev nîşan dide ku Êzdiyatî gelek hêmanên hişmendiya Mezopotamyaya kevn heta îro parastiye.
Her wiha, di baweriya Êzdiyan de xweza ne dijminê mirov e. Mirov jî parçeyek ji xwezayê ye. Ji ber vê yekê, rêzgirtina agir, av, roj û ax di Êzdiyatîyê de cihê taybet heye. Ev nêrîn li gorî min felsefeyeke ekolojîk û mirovahî ye ku îro jî cîhan pê hewce ye.
Ez bawerim ku Êzdiyatî olê tirsê an tunekirinê nîne; ew olê hişmendî, rêzgirtin û hevrêziyê ye. Dîrok jî şahid e ku Êzdiyan bi hezaran salan zordarî û fermenan dîtine, lê tu carî baweriya xwe bi şer û zorê li yên din ferz nekirine. Ev yek xwe nîşana kûrbûna felsefeya olê me ye.
- Çima edebiyata ola Êzdiyan wekî pêwîst nehatiye nivîsîn?
Ev pirsa girîng e û divê bi rastî bê nirxandin.
Sedemên vê yekê gelek in.
Ya yekem, civaka Êzdiyan di dîrokê de bi fermen, komkujî û koçberiyê re rû bi rû mabûye. Civakeke ku her dem xwe diparêze, bi reheti nikare navendên akademîk û nivîskariyê ava bike.
Ya duyem , gelek berhemên li ser Êzdiyatî hatine nivîsandin, ji aliyê kesên ne Êzdî ve hatine nivîsandin û gelek caran jî bi nêrînên şaş an jî bi armancên siyasî hatine xweşandin an reşkirin Gelek qewl, dua û zargotinên me bi devkî hatine parastin. Bav û kalên me gelek tişt di singa xwe de parastine. Ev yek li aliyekî dewlemendiyeke me ye, lê li aliyê din bûye sedema ku gelek tişt dereng bêne tomar kirin.
Sêyem, civaka Êzdiyê di dîrokê de bi gelek ferman, êrîş û zordestiyên re rûberû bû; ev jî bû sedem ku şertên xwendin û nivîsandin kêm bibe. Wekî din jî gelek lêkolînerên derveyî civaka me Êzdiyatî şaş şîrove kirine an jî li gorî berjewendiyên siyasî rave kirine. Ji ber vê yekê, edebiyata me kêm bû; lê ev ne tê wateyê ku wê tune bû – ew li şiklê qewl û zargotinê zindî ma. Ji ber vê yekê, ez tim dibêjim ku divê rewşenbîr, nivîskar û zanayên Êzdî xwe bixebitin û çavkaniyên xwe bi zimanê zikmakî binivîsin.
Û hwd.
- Te gelek berhem li ser kevneşopiyên Êzdiyan hene; te dixwaze çi peyamê bigehînî?
Peyama min gelek zelal e:
Divê Êzdiyatî bê rastî nasîn, bê nivîsîn û bê parastin.
Ez di berhemên xwe de hewl didim ku ciwanên me dîrok, ziman , bawerî û neteweya xwe baştir nas bikin. Gelekî xemgîn im ku, ciwanên me îro di nav şertên asîmîlasyonê de dijîn û gelek ji kevneşopên xwe dûr dikevin.
Peyama min ew e ku, em divê bi zimanê Kurdî bixwînin, binivîsin û biaxivin. Ji ber ku ev ziman bingehê nasname û olê me ye. Heger em vî zimanê xwe ji bîr bikin, em ê bi demê re gelek nirxên xwe jî winda bikin.
Ez her wiha dixwazim cîhan bizane ku, Êzdiyatî tenê civakeke ku fermenan dîtiye nîne; ew şaristaniyekê kevnar e ku gelek hêmanên felsefî û mirovahî heta îro parastiye.
- Rewşa niha ya Êzdiyan û Êzdiyatîyê çawa dinirxînî?
Bi rastî, rewşa me hem hêvîdar e û hem jî xeterê de ye. Hêvîdar e, ji ber ku îro gelek ciwanên Êzdî dest bi xwendin, nivîsandin û lêkolînê kirine. Medya û teknolojî jî derfetên nû dane civaka me.
Lê li aliyê din, asîmîlasyon, koçberî, bêtifaqî û dûrketina ji zimanê zikmakî hîn jî xetereyên mezin in. Gelek malbatên me li Ewropa û welatên din dijîn û zarokên wan Kurdî nizanin. Ev yek ji bo pêşeroja Êzdiyatîyê xetereyek mezin e.
Ji ber vê yekê, ez tim dibêjim ku divê em bi ziman, kevneşop û dîroka xwe girêdayî bimînin.
- Erkê li ser milên zanayên ola Êzdiyan di niha de çi ye?
Erkê wan gelek giran e. Divê zanayên me qewl, dua, beyt, çîrok, lawij û hemû zargotina Êzdiyan bi awayekî zanistî tomar bikin û yên nehatine tomarkirin binivîsin. Ji ber ku hêjî gelek ji van nirxan di singa kal û pîran de ne. Zanîngeha me ya rast divê ji vê derê dest pê bike.
Her wiha, pêwîst e ku navendên akademîk, arşîv û malperên zanistî ava bibin. Em nikarin tenê bi hest û gotinên hestyarî Êzdiyatî biparêzin; divê em bi zanist, belge û nivîsandinê bixebitin.
- Erkê nivîskar û lêkolînerên Êzdiyan di îro de çi ye?
Divê nivîskar û lêkolînerên me rastiya Êzdiyatîyê bê tirs û bê berjewendî şîrove bikin. Em hay jê hebin, hinek kes ji bo siyaset an jî navdarî rastiyan diguherînin. Ev yek xirab e..
Nivîskar divê ne tenê rexne bikin; divê rê jî nîşan bidin. Li hember agahiyên şaş bisekinin, rastiya Êzdiyatiyê bi awayekî zelal nîşan bidin û berhemên ku heye li ser bingeha zanistî û belgeyan pêk bînin
Nivîskar divê ne tenê rexne bikin; divê rê jî nîşan bidin. Divê wan ciwanan teşwîq bikin ku bixwînin, lêkolîn bikin û bi zimanê xwe binivîsin.
Ez bawerim ku gava rewşenbîr û zanayên me bi azadî bixebitin, hingê civaka me jî dê hêztir û hişmendtir bibe.
- Bi dîtna cenabê we girêdana di navbera baweriyên kevn ên wekî Somerî bi Êzdiyan re çi ye?
Di lêkolînên min de, ez gelek caran li ser girêdana di navbera mîtolojîyên kevn û sembolîzma Êzdiyatiyê de rawestiyam. Di gelek sembol, mîtolojî û kevneşopan de hevşibîhî hene. Mesela rêzgirtina rojê, agirê pîroz, hêmanên kozmolojîk û gelek sembolên xwezayê di şaristaniyên kevn de jî tên dîtin.
Bi dîtina min, Êzdiyatî gelek hêmanên hişmendiya Mezopotamyaya kevn heta îro parastiye. Lê divê em di vê mijarê de bi zanist û belgeyan biaxivin, ne bi hest û xeyalan.
- Çima gelek rêwresim û nerît di navbera Êzdiyatî û baweriyên din de hevpişk in?
Ji ber ku civakên rojhilatê navîn hezaran salan bi hev re jiyane û bandor li hev kirine. Mezopotamya cihê ku gelek civak û ol li hev civiyan bûn. Lewma gelek rêwresimên mirovahiyê wekî cejn, agir, pakijî û rêzgirtina xwezayê di gelek baweriyan de hene.
Lê divê em zanibin ku hevşibîhî ne tê wê wateyê ku hemû bawerî yek in. Her bawerî xwedî felsefe, dîrok û taybetmendiya xwe ye.
- Tu çi pêşniyar dikî ku bitir xizmeta Êzdiyatîyê bê kirin?
Ez bawerim ku pêwîst e em:
- xwendin û zanînê pêşbixînin,
- zimanê Kurdî biparêzin,
- qewl û zargotinên me tomar bikin,
- ciwanan bi dîroka xwe nas bikin,
- piştgiriya pêşxistina lêkolînên zanistî bikin,
- navendên çandî û akademîk ava bikin,
- û bêtifaqîyê bihêlin.
Her wiha, divê civaka me dev ji pesindana kesayet û rêxistinên ku tenê navên xwe bilind dikin, lê ji bo civakê tu fêdeyê nadin, berdin.
- Karên te yên dahatî?
Ez dixwazim lêkolînên xwe li ser dîrok, qewl, mîtolojî û kevneşopên Êzdiyan bidomînim. Hêvîya min ew e ku ji bo nifşên nû çavkaniyên zanistî û pirtûkên ku rastiya Êzdiyatîyê baştir rave bikin bihêlim.
Her wiha, ez dixwazim gelek ji gotin û zargotinên ku hîn nehatine tomar kirin berhev bikim da ku ji bîr neçin.
- Peyva te bo Kovara Mehfelê?
Bi navê xwe û bi rêzgirtinekî mezin, ez spas û hezkirinên xwe ji bo Kovara Mehfelê û hemû kesên ku di vê kovarê de ked û xebat dikin, radigihînim.
Di demeke ku gelek nirxên çandî, dîrokî û olî tên jibîrkirin an jî tên şaş şîrovekirin, xebata Kovara Mehfelê ji bo parastin û belavkirina hişmendiya Êzdiyatî û çanda Kurdî gelek hêja û pîroz e.
Ez gelek kêfxweşim ku vê derfetê min hebû ku di vê hevpeyvînê de hizr, nêrîn û lêkolînên xwe bi xwendevanên hêja re parvebikim. Hêvî dikim ku, Kovara Mehfelê her tim bibe dengê rastiya Êzdiyatî, zimanê Kurdî û hişmendiya civaka me.Ev cure xebat û gotûbêj, bibe sedema zêdetir nasîn, hişyarî û tifaqa civaka me.
Her wiha, ez ji bo hemû rêveber, nivîskar û xebatkarên Kovara Mehfelê serkeftinên domdar dixwazim û hêvî dikim ku dengê rastiya Êzdiyatî û rewşenbîriya Kurdî her tim bilindtir bibe.
Bi rêz û silavan
Kemal Tolan


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin