Metin Kahraman di balkona mala xwe de konsertek da

Hunermedê Kurd Metin Kahraman li bajarê Dêrsimê ku bi xwe jî xelkê wî bajarê Bakurê Kurdistanê ye, li balkona mala xwe, ji bo moralê cîranên xwe yên ji ber koronayê di mal de mane xweş bike, çend stranên Kurdî û Tirkî got.

Navenda Nûçeyan - Hunermendê navdar Metin Kahraman di balkona mala xwe ya li navenda Dêrsimê de ji bo cîranên xwe stranên Kurdî û Tirkî got û beşek ji cîranên wî, bi çepikan tevlî stranan bû û hinek ji wan jî ew heyam bi kamereyên telefonên xwe tomar kirin.

Metin Kahraman ji bo karmendên tendirustîyê banga piştevanîyê kir û got divê herkes li hemberî koronayê bi baldar be.

Derbarê rewşa li Dêrsimê de Kahraman got: “Heta vê gavê rewşa bajêr baş e. Şeş nexweşên me hebû, ji wan rewşa çar kesan baş bûye. Hejmara nexweşên me du kes in, lê li gor agahîyên hatine bihîstin îro polîsek jî bi vîrusê ketîye. Nexweş di nav xelkê de berbelav dibe, lewma divê em ji xwe agahdar bin.”

Herwiha Kahraman endamên Grûp Yorumê jî bibîr anîn û strana wê grûpê ya bi navê “Uç beş kişi kalmiş turku dîyenler” (çar pênc kes mane dibêjin stran) û got: “Bila daxwazên Grûp Yorumê bêne qebûlkirin. Herwiha bi rojîya mirinê jî were bidawîkirin.”

Rûdaw

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan