Li Xarpêtê `deverên ewlekarîya taybet` û li Dêrsimê qedexe hat ragihandin

Li Xarpêtê `deverên ewlekarîya taybet` û li Dêrsimê qedexe hat ragihandin

Walîtîyên herdû bajaran qedexe ragihandin

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, 15 deverên çîyayî yên ser bi navçeyên Xulaman, Qerebegan, Dep û Palo yên Xarpêtê ji 15ê Mijdara 2019ê heta 31ê Kanûna 2020an wek “deverên ewlekarîya taybet” hatin ragihandin.

Ji ber operasyonên leşkerî ku li bajarê Xarpêtê tên kirin, ji alîyê Walîtîyê ve 15 deverên 4 navçeyan wek ‎‎”deverên ewlekarîya taybet” hatin ragihandin û çûn û hatina xelkê bo wan deveran hat qedexekirin.

Li gor daxuyanîya Walîtiya Xarpêtê, qedexe ji 15ê Mijdara 2019ê destpê dike û heta 31ê Kanûna 2020an didome.

Li Dêrsimê jî hemû cûre çalakî bo maweyê 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyanîya parêzgariya Dêrsimê li wî bajarê Bakurê Kurdistanê hemû cûre çalakî hatine qedexekirin.

Herwiha maweyê qedexeya li ser wî bajarî jî weke 15 roj hatîye destnîşankirin ku doh (13.11.2019) dest pê kiribû û 27ê vê mehê jî bi dawî dibe. Hatîye dîyarkirin ku di vê heyamê de dê rê tenê bi çalakîyên qeymeqamtî û parêzgarîyê bê dayîn.

Ev biryara qedexeyê di demekê de ye ku îro ji bilî hejmareke şaredarîyên din qeyûm li ser şaredarîya bajarokê Perî yê girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê hatibû danîn.

Di daxuyanîya hatiye belavkirin de amaje bi vê mijara danîna qeyûm jî hatiye kirin û biryara qedexê, ji bo “parastina aramî û ewlehîyê” weke bergirêyek hatiye binavkirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ev heyameke dirêj e ji bilî qedexeyên derketina derve, qedexeyên encamdana xwepêşandan, civîn, vekirina stand û konan, konferansên rojnamevaniyê û hemû cûre çalakîyên din bi hincetên cuda tên ragihandin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin