Zeynep Turkyilmaz: Komkujîya Dêrsimê ji asta lêborîna Erdogan derbas nebû

Zeynep Turkyilmaz: Komkujîya Dêrsimê ji asta lêborîna Erdogan derbas nebû

Dr. Zeynep Turkyilmaz derbarê bibîranîn û komkujîya Dêrsimê de ji Rûdawê re axivî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Dîroknas Dr. Zeynep Turkyilmaz, belgeyên ku ji rojnivîskên leşkerekî di serdema 1938an de nivîsîbû bi dest xistîye ku di wê rojnivîsê de behsa komkujîyê Dêrsimê tê kirin. Zeynep Turkyilmaz dibêje komkujîya Dêrsimê tenê weke lêborîna Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ma û derbarê çawanîya komkujîyê de tiştek nehat kirin û dewletê nexwest rûbirûyê wê yekê bibe.

Dîroknas Dr. Zeynep Turkyilmaz ku bi salên dûr û dirêj e li ser dîroka Osmanîyan dixebete, niha li Zanîngeha Freie ya Almanyayê mamoste ye. Turkyilmaz rojnivîsk a leşkerekî beşdarî komkujîya Dêrsîmê di sala 1938an de bûye deşîfre kir.

Li gor belgeya Dr. Zeynep Turkyilmaz bidest xistîye, leşkerê beşdarî komkujîya Dêrsimê bûye yê bi navê Yusuf Kenan Akin ku xelkê Semsunê ye, di rojnivîsa xwe de behsa rojên xwe yên di navbera 27 Tîrmeh û 25ê Îlona 1938an de dike.

Dr. Zeynep Turkyilmaz derbarê bibîranîn û komkujîya Dêrsimê de ji Rûdawê re axivî.

Turkyilmaz wiha behsa çawanîya ku ew belge bidest xistîye kir: “Dema belgeyek ji arşîvên dewletê tê derxistin kesên dîroknas hev agahdar dikin. Dema ez dikevim arşîvên dijîtal, çend peyv hene ku ez lêgerina wan dikim. Min jî peyva ‘Dêrsim’ nivîsand û ev rojnivîs derket pêşberî min. Ji sala 1999an ve ez lêkolînê li ser pirsa Dêrsimê dikim. Min cara yekem xebatên xwe derbarê zarokên keç ên di sala 1937-1938an de ji bo dibistanên bi şevborîn hatibûn komkirin kir. Wate ez her tim derbarê komkujî û dîroka Dêrsimê de lêkolînan dikim. Lewma ez têkevim kîjan arşîvê, destpêkê berê xwe didim vê mijarê. Ez bi heman mebestê ketim nav pirtûkxaneya Ataturk û ev bibîranîn derket pêşberî min. Ez destpêkê heyirî mam, min got wan çawa ev derxistine. Piştre min ew daxist komputera xwe û dest bi xwendina wê kir.”

Turkyilmaz da zanîn ku çend kesan xwestine wê rojnivîsê bixwînin, lê nedîtine û dibe ku ew hatibe rakirin û wiha got: “Derbarê komkujîya Dêrsimê de, ji çavkanîyên heta niha min bidest xistine, ev çavkanîya  herî bibandor bû.”

Dîroknas Turkyilmaz bibîrxist ku di 23yê Mijdara 2011an de Erdogan di heyama serokwezîrîya xwe de ragihandibû ku di navbera 1936 û 1939an de li herêma Dêrsimê 13 hezar û 806 kes hatine kuştin û eger li ser navê dewletê pêwîst bike û literarûreke wiha hebe, ew lêborînê wê yekê dixwaze.

Bi gotina Turkyilmaz, di wê heyamê de her çend li Parlamentoya Tirkîyê bi erka berhevkirina belgeyên derbarê komkujîya Dêrsimê de komîsyonek hate avakirin jî, lê komkujîya Dêrsîmê ji asta lêborîna Erdogan derbas nebû û bi pêkanîna çawanîya komkujîyê re rûbirûnek rasterast nehat kirin û ti soz nehatin bicihkirin.

Li ser pirsa ka çi bandora wê rojnivîsê hebe, Turkyilmaz dibêje: “Ev yek nayê wateya ku belgeyek hat dîtin û dê her tişt zelal û çareser bibe, ev hinek girêdayî pêvajoya sîyasî ye jî. Belê rast e, dibe ku ev yek ji wan belgeyên ku herî lerîziner be, lê heta niha gelek tişt hatine kirin û nivîsandin. Şahidê bûyerê hene ku behsa birina zarokên keç û mişextkirinê dikin. Ev zanyarî ji alîyê civaka Dêrsimê ve tê zanîn. Divê ev ji alîyê raya giştî ve jî were zanîn.

Ez ne di wê bawerîyê de me ku derbarê vê yekê de pêvajoyake hiqûqî were destpêkirin. Bi min êdî pêwîstî bi fetişîzma belgeyan nîne. Îsmaîl Beşîkçî di sala 1979an de bêyî belgeyên arşîvî, bi tenê li gor raporên fermi ew bûyer weke ‘Jenosîda Dêrsimê’ bi nav kirîye. Ji bo em bibêjin li Dêrsimê komkujî çêbûye, pêwîstî bi belgeyên wiha nîne. Eger em tenê bawerîya xwe bi belgeyan bînin, em dê heqaretê li kesên ku rûbirûyê wê komkujîyê bûne bikin. Jixwe her tişt zelal e, lê belgeyên zêde tenê dikare bibe wesilê ku em pêvajoyê şîrove bikin, an derbarê koka bûyerê de tiştekê ji me re nabêjin.”

Beşek ji  belgeyên ku Dr. Zeynep Turkyilmaz ji rojnivîskên wî leşkerî deşifre kirîye wiha ye:

Tîrmeh:

Di 27ê Tîrmeha 1938an de li Dêrsimê, me bi ser Kurdan de girt

Tebax:

Ev meha me jî li Dêrsimê derbas bû, me gelek êş dîtin.

Îlon:

Em dîsa li Dêrsimê ne. Em ji Xarpêtê vegerîyan. Em çîyayan digerin.

 3yê Îlonê:

Em li Navçeya Cevîzlî ne. Heta sibê em meşîyan, saet di 7an de em li tenişta avekê bi cih bûn. Lê ji ber nava çem bi cenazeyên mirovan tijî bû, em ji tîna mirin. Ti rewşa min a rêveçûnê nemaye, Xwedê tu me rizgar bike.

10ê Îlonê:

Îro jî em li çîya û daristanê gerîyan. Yekîneya me serê yekê anî. Yekîneya din jî serê Seyîthan anî. Ji yekîneya me leşkerekî bi navê Ruşen heye. Hemû serîyan ew jê dike.

11ê Îlonê:

Em îro jî li çîyan digerin. Ji ber cenazeyên mirovan kes nikare têkeve çeman. Ev der gelek sar e, em diqerisin.

12yê Îlonê:

Em vê sibê zû rabûn. Em dîsa li çîyan digerin. Em her roj serîyan jê dikin…

15ê Îlonê:

Gundê Yan Yazî; Me îro li gundê Sogutlu, lêgerîn kir. Me mirovên bi şik kom kirin. Me serokê Uşakên Koç Îbrahim Axa di çem de da ber guleyan û kuşt.

Komkujîya Dêrsimê

Seyid Riza li dijî sîyaseta asîmlasyona ku dewleta Tirkîyê li ser Kurdan dimeşand, di sala 1937an de serhilda.

Dewleta Tirkîyê ji bo serhildana Seyid Riza bişkînê 4ê gulana 1937an  li parlamentoya Tirkîyê biryara bi navê “tenkîl û tehcîrê” derxist û bi hêzên artêşa xwe êrîş bir ser Dêrsimê.

Di encama wê êrişê de yek ji komkujîyên herî mezin di dîroka Kurdan de li wir çêbû û di encama komkujîyê de ji 70-90 hezar kesên Kurd jîyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran hatin sirgûnkirin û li wê derê cara yekem di dîroka Kurdan de jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin