KOMÎSYONA 21Ê SIBATÊ: BANG JI BO MAFÊ ZIMANÊ KURDÎ

Komisyona 21ê Sibatê Bangkî ji bo kurdistanîyên li dîyaspora kir

KOMÎSYONA 21Ê SIBATÊ: BANG JI BO MAFÊ ZIMANÊ KURDÎ

Kurdên Ewrûpa heta nûha roleke gelekî mezin di doza netewa Kurd de dileyîzin. Ev rastî baş eşkere bûye. Em dizanin ku hejmarek zêde ji Kurdan dûrî welatê xwe ketine.Dîsa em dizanin ku bêrîkirina welat bi gelek kesên welatperwer re derbasî nava goristanan bûye. Her çiqasî Kurdên diyasporayê ji welêt dûrbin jî, dilê wana hertim bi miletê wana re ye, bi doza welatê wana re, bi ziman û çanda wana re ye.Dîsa em dizanın ku gelek xizmetên mezin ji bona ziman, çand û hevbeşîya Kurdan pêşî li derveyî welat destpêkirîye.

Em weke Komisyona 21 ê Sibatê dixwazin ku Kurdên me yên diyasporayê jî bi dilgermî beşdarî kampanya me ya ji bona mafê zimanê Kurdî bibin. Bila dengê Kurdên Ewrûpa hîna bilindtir derkeve û li hemû Dinyayê olan bide.

      Em bi yêkrêzî dibêjin;

         Zimanê me hebûna me ye, zimanê me nasnameya me ye, zimanê me rûmeta me ye… Lê mixabin ev nêzî sed salî ye, siyaseta serdest bi darê zorê dixwazin kurdan ji vî mafê wan ê rewa bêpar bihêlin. Bi gotineke din dixwazin kurd ji hebûna xwe dûr bikevin, bê nasname û rûmet bimînin.

        Îro bi milyonan kurd li Rojhilata Navîn pêrgi asîmîlasyonê dibin. Di erdnigarîya me de siyaseta serdest dixwaze kurdan û zimanê wan ji holê rake. Ew siyaseta çewt dixwaze kurdan ji aliyê ziman û çandê ve tune bike, lê ev helwesta, tu caran nabe helwesteke demokratîk û mirovî. Ev helwest li dijî fikir û ramanên wekheviyê ye jî. Divê ev siyaseta çewt demildest were terk kirin û mafê kurdan yê ziman û nasnameyê were pejirandin. Zimanê Kurdî divê bi haweyekî fermî bibe xwediyê statûyeke qanûnî,  Zimanê Kurdi divê bibe zimanê perwerdehiyê.

       Em bi pêşengiya ‘Platforma Zimanê Kurdî’ û ‘Tora Ziman û Çanda Kurdî’ kampanyaya îmzayê ya “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”,“Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” destpêkirin. Kampanya wê li ser du lingan bimeş e. Lingek jê, îmzayên fizîkî yên ku li kuçe û kolanan xwe bigihejînê kurdan. Lingê din jî îmzaya dîjîtal e. Ev ji bo kurdên ku derfeta wan a ku xwe bigihînin forma îmzayên rûbirû tune ye amade bûye. Ji bo kesên ku ne kurd bin û hîna nirxên mirovahiyê bi tevahî winda nekirine û dixwazin dawî li vê şerma sedsalê bînin, ev ling hatiye amadekirin.

    Weke ku têzanîn 21 Sıbatê Roja Zimanê Dayîkê ji aliyê UNESCO ve hatîye ragihandin. Rêxistina Yekitîya Netewan ev mafê ziman pejirandiye. Ji sala 1999 an û vir de roja 21 Sibatê li hemû Cıhanê tê pîroz kirin. Taybet mıletên ku hîna zimanê wana negîhaye asta statûyeke qanûnî û mafê perwerdehîye bi zimanê dayîka xwe bi dest nexistine, vê rojê bi çoseke mezin pîroz dikin. Gelê Kurd jî heta nuha mafê statüya zimanê xwe û perwerdehî bi zimanê Kurdi bi hişmendî parastıye. Kurd, îro ji her tiştî bêtir mafê zimanê xwe dixwazin.

       Ev kampanya çiqasî bi navê Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî were destpêkirin jî, kampanya di bingehê xwe de ya hemû kurdan e. Rêxistin, partî û dîtinên me yê sekna jiyanê çi dibe bila bibe, zimanê me hevpar e, ev kampanya ji bo ziman e, encamê wêna ji bo hemû kurdan e. Ji ber vê sedemê em bang li hemû sazî, dezgeh, rîspî, rewşenbîr û kurdên cihanê dikin, ev bêrıya her tiştî kampanya we ye, ji bo zimanê we ye. Li dora vê kampanyayê bicivin, ev hêviya sed salan e ku kurd li bendê ne, em bi mafê zimên tacîdar bikin.

      Em bang li hemû kurdan dikin: Bi hevdû re xwedî li van daxwazan derkevin û bi dilgermî beşdarî vê kampanyayê bibin. Em bi vê kampanyayê dixwazin bi milyonan îmzeyan berhev bikin. Ji bo kampanyaya me her îmzeyek nirxek e, helwestek e, dengek e û xwediyê giranîyekê ye. Di vê kampanyayê de imzeyên me çiqas zêde bin, li hember xêrnexwazan wê vîn û xwesteka gelê kurd  ewqasî mezin bibe. Li hemû deverên cihanê jî wê dengê gelê Kurd hîna xurtir bibe.

     Ji ber van sedeman, em bi îmzayên xwe qêrînekê li cihanê belav bikin. Bila hemû cihan bizane ku kurd bi yek dengî dibêjin:

Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.

KOMÎSYONA 21 Ê SIBATÊ

BITÎKNE: Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin

BITÎKNE: Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê

BITÎKNE: PAK: Em piştgirîya kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bikin

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin