PAK: Em piştgirîya kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bikin

PAK: Em piştgirîya kampanyaya ji bo zimanê Kurdî bikin

.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê bi daxuyaniyekî daxwaza piştevaniya ji bo kampanya zimanê kurdî kir.

"Li Amedê di roja 22.02.2021ê de bi pêşengîya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Zimanê Kurdî bi daxwaza ’’Bila zimanê Kurdî Bibe Zimanê Fermî’’, ‘’Bila Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Perwerdehîyê’’ kampanyayeyeke îmzeyê hate destpê kirin.

PAK jî yek ji beşdarên vê kampanyayê ye.

Gelek partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayet piştgirîya vê kampanyayê dikin.

Fikra wî/wê, partîya wî/, meyla wî/wê ya sîyasî , dîn û mezhebê wî/wê, karê wî/wê  çi dibe ila bibe em bangî hemû Kurdan  dikin da ku piştgirîya vê kampanyayê bikin.

Etnîsîteya wî/wê çi dibe bila bibe em bangî hemû kesên ku rêzê li mafê perwerdeya zimanê zikmakî ya her miletî, her gelî dikin , ku piştigirîya vê kampanyaya îmzeyê ya ji bo zimanê Kurdî bikin.

Bidestxistina mafê perwerdehîya zimanê Kurdî û fermî bûna zimanê Kurdî mafekî rewa, mirovî, netewî, demokratîk yê miletê Kurd e.

Hemû rêveber, endam û alîgirên PAKê dê li her cîhê ku lê dijîn de dê di nav xebatên  vê kampanyayê de bi awayekî aktîf cîh bigirin.

Zimanê me hebûna me ye.

Her îmzeyeke we ji bo zimanê Kurdî piştgirîyeke dîrokî ye."

22.02.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin