Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê  ​​​​​​​

Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê ​​​​​​​

.

A+A-

Komîsyona 21’ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê ji bo kampanyaya îmzayê ya bi dirûşma “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê” da dest pêkirin.

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê bi beşdariya Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên partiyên kurd û rêxistinên sivîl ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Di axaftinan nûneran de peyama "roj roja xwedî derketina zimanê kurdî ye" derket pêş. 

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ku di mijara ziman de xebatan dimeşînin, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, Hevserokên giştî yên HDP û BDP’ê jî di nav de serokên giştî yên partiyên siyasî yên kurd, rêveberên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîjkên Amedê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek zimanzan û rewşenbîrên kurd tevlî civînê bûn. 

Di civînê de destpêkê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî. Cizîrê, bal kişand zextên ku li ser kurdî tên birêvebirin û têkildarî kampanya ku dan destpêkirin agahî dan. Cizîrî pişt re mafê axaftinê da hevserok û serokên giştî yên partiyên siyasî. 

SEROKÊ PAKÊ MUSTAFA OZÇELÎK: ZIMANÊ KURDî TUNE TÊ HESIBANDIN

adsiz-tasarim-1.jpg

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk jî di civînê de axivî. Ozçelîk, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzikbûna dewletê ya li hemberî krudî û diyar kir ku zimanê kurdî qedexe ye û tune tê hesibandin û wiha got: “Li parlamentoyê zimanê kurdî weke zimanê nayê zanîn tê hesibandin. Êrişî kurdî û perwerdehiya kurdî dikin.”

Ozçelîk, destnîşan kir ku kampanya didin destpêkirin girîng e û ev tişt got: “Gava me gaveke girîng e. Divê em gelek hesas bin. Kîjan hêl, ol, partî, jin, mêr dibe bila bibne divê em bikin ku kampanya me bibe kampanya milyonan. Em ne di şertên wekehev de kampanyayê didomnîbn.Em û aliyên dewletê ne wek hev . Bi desthevdana hev em dikarin dengê xwe bigihînin Cîhanê.”

Ozçelîk bal kişand ser xwedî derketina ziman û ev tişt anîn ziman: “Divê em li deriyên kurdan jî bidin. Divê em zimanê kurdî bikin zimanê jiyana rojane û zimanê esasî. Niviyê gelheya kurd bi kurdî nizanin. Bi esasbûna zimanê kurdî kampanya dikare wateya xwe bibîne.”

Serokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar Sancar jî axaftinek kir û got: 

Belê me gotibû zimanê dayikê ji bo mirovan ne tenê zimanek e. Ew ziman hem nasnameya wî, hem hebûna wî hem jî xwebûna wî ye. Zimanê mirov tesîreke mezin li ser fikra mirov dike. Zimanê mirov parçeyekî tabîî yê mirovan e. Ji bo wê dibêjin “zimanê dayikê wekî çermê mirov e, zimanên din jî wekî cilûbergê mirov e”. Loma jî jiyan û fikra mirov di nav zimanê mirov de ava dibe.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz , Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Serokê Partiya Azadiyê Ayettûllah Aştî, Ji Platforma Demokratên Kurd- Bakur (PDK-B) Sertaç Bûcak, Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî axaftinek kirin.

PIŞTÎ CIVÎNÊ MEŞ LI DAR XISTIN 

Piştî civînê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ku Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û Serokê HDPê Mithat Sancar jî di nav de bûn, heta semta Balikçilar Başi ya li Sûrê meşiyan. Li ser rêya meşê welatiyan bi çepikan û lîlandinê şandeyê pêşwazî kirin. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik û Serokê HDPê Mithat Sancar ber Mizgefta Mezin axaftinek kurt kirin û di derbarê kampanyayê de agahî dan û xwestin bila her kes piştgirî bidin kampanyayê. 

 adsiz-tasarim-3.jpgadsiz-tasarim-2-002.jpg

platform-001.jpgwhatsapp-image-2021-02-22-at-13-57-07.jpegplatform-002.jpgwhatsapp-image-2021-02-22-at-13-57-08.jpegwhatsapp-image-2021-02-22-at-13-57-06.jpegwhatsapp-image-2021-02-22-at-13-57-06-1.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin