Serşêwirmendê Erdogan: Divê gotina 'Kurdistan' neyê bikaranîn

Serşêwirmendê Erdogan: Divê gotina 'Kurdistan' neyê bikaranîn

.

A+A-

Serşêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum ragihand ku divê di pêvajoya veguhêz de gotina “Kurdistan” neyê bikaranîn.

Mehmet Uçum îro li ser pêvajoya çareseriyê bi serenavê “Di pêvajoya veguhêz ya Tirkiyeya Bêteror de qonaxa dawî” nivîsek nivîsand.

Uçum dibêje, dewletê di çarçoveya paradîgmayeke nû de pêvajoya veguhêz daye destpêkirin û pêvajo bi serpereştiya Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî dimeşe.

Uçum got ku banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an, "li ser bingeha entegrasyona bi dewlet û civakê re” û "bi nêzîkatiya yek dewlet û yek netewe" hatiye kirin.

Uçum diyar kir ku siyaseta demokratîk wekî yekane rêbaza têkoşînê ya rewa hatiye qebûlkirin û bi bîr xist ku PKKyê 12ê Gulana 2025an biryar da ku xwe fesix bike û 11ê Temûza 2025an merasîma şewitandina çekan li dar xist.

"Derxistina yasayeke demkî û taybet girîng e"

Şêwirmendê Erdogan got, "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye damezirandin, rapora xwe di 18ê Sibata 2026an de temam kiriye û di raporê de nexşerêya yasayî û pratîkî ya pêvajoya veguhêz hatiye destnîşankirin.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku divê dewlet piştrast bike ku hemî hêmanên rêxistinê çekên xwe danîne û derxistina yasayeke demkî û taybet girîng e.”

Uçum her wiha destnîşan kir ku bi taybetî hatiye tekezkirin ku divê têgihîştina "cezanedayînê" yan "efûyê" di civakê de dernekeve holê.

"Divê gotiba Kurdistanê neyê bikaranîn"

Uçum behsa gotina “Kurdistanê” jî kir ku ji aliyê Ahmet Turk ve hatibû bikaranîn û got, divê di pêvajoya veguhêz de gotina “Kurdistan” neyê bikaranîn.

Uçum got, “Gotina Kurdistanê amrazeke siyasî ya etnîkî ye. Ev ji bo yekparçeyiya Tirkiyeyê pirsgirêk e.

Armanca pêvajoyê tenê bi temamî jiholêrakirina terorîzmê ye û dayîna wateyên cuda bo pêvajoya diyalogê dê zerarê bide pêvajoya veguhêz.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin