
Serokê PWKyê : Dem ne dema ezeztîyê ye, tifaqa neteweyî wazîfe û pêwîstîyeke zerûrî ye!
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk roja 22.11.2025ê, li navçeya Qosera Mêrdînê semînerek li dar xist.


Li gel endam û rêvebirên PWKyê, Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî, Berpirsê Pêlkurdê Fûat Onen û heyeta Pêlkurdê, PDK-Bakur, Berpirsê ENKSyê yê Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê Muslum Mihemed û heyeta ENKSyê, Tevgera Azadî ya Kurdistanê Li Sûrîye, Partîya Demokrat a Kurd Li Sûrîye (El Partî), Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya Saadet Partîsî Hacî Îlhan, Serokê Teşkîlata Qoserê ya Deva Partîsî Mehmet Biçak, endamên Şaredarîya Qoserê yê AK Partîyê Cebraîl Dînler û Osman Meteş, Serokê Hêvî Akadamîyê Veysî Kiliç, Serokê Komeleya Ahmedê Xanî Mele Şêrîn Zelî, Serokê Komeleya Cotkaran Mîkaîl Erbeyî, Serokê Komeleya Eşîra Meşkînan Mûsa Ogrendîk, Serokê Komeleya Omerîyan Fehmî Elîk, Serokê Komeleya Hevgirtin û Çandî ya Dêrik û Şermixîyan Mustafa Erîten, Serokê Komeleya Weberhênanên Gêris Mehmet Hanîfî Muslumoglu, Heyeta Komeleya Nûbiharê, Federasyona Hevgirtina Civakî ya Mêrdînê û gelek sîyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên kurd beşdarî semînerê bûn. Semîner bi beşdarîya girseyeke berbiçav li dar ket.
Serokê Şaredarîya Qoserê Zeynî Îpek ji ber nexweşîya xwe nikarîbû beşdarî semînerê bibe; wî li gel çelengekê peyamek serketinê şand.



Piştî xêrhatinan mêvanan ya ji alîyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Bedran Acar, semîner bi Sirûda Neteweyî û rêzgirtina pakrewanên Kurdistanê dest pê kir.
Bedran Acar aghadarîyek kurt li ser mijar û girîngîya semînerê da û moderatorê semînerê, Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî û Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk dawetî ser dike kir.
Nezîr Gelerî bixêrhatina beşdaran kir û ji ber beşdarîya wan li ser navê PWKyê spasîya xwe anî zimên. Nezîr Gelerî bi kurtayî di derbarê armanc, naverok û şêweyê rêvebirina semînerê de agahdarî da û got ‘’di vê pêvajoya hestyar de, em hêvî dikin ku ev semînera me bibe wasiteyeke tifaqa hemû potansîyela neteweyî û kurdistanî ya li Bakurê Kurdistanê’’.
Piştî axaftina Nezîr Gelerî, Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk, dest bi semînera xwe kir.
Mustafa Ozçelîk, di axftina xwe de di derbareyê rewş û pêşhateyên her çar perçeyên Kurdistanê, Tirkîye, Sûrîye, Iraq, Îranê û Rojhilata Navîn de hinek agahdarî da; analîz û nirxandinên berfireh kir; fikir û pêşniyarîyên PWKyê yên li ser vê proje û ‘’pêvajoya heyî’’, hevkarîya neteweyî, demokratîk û girîngîya hişmendî û sîyaseta neteweyî, niştimanî de anî zimên.
Mustafa Ozçelîk, di destpêka axaftina xwe de, di derbarê damezrandina PWKyê û doza girtinê ya di derheqê PWKyê de hinek agahdarî da û got ‘’Doza girtinê ya di derheqê PWKyê de hatîye merhaleya herî dawî. Me di Mehkemeya Qanûna Bingehîn ya Dewleta Tirkîyeyê de, bi kurdî û tirkî, parastina nav û bernameya xwe kirîye. Lê herçiqas doza girtinê hatibe vekirin jî PWK weke partîyeke eşkere û qanûnî xebatên xwe dimeşîne’’.



Mustafa Ozçelîk di derbarê “pêvajoya heyî” de got ku ‘’nuha li pişt derîyan, bi awayekî neşefaf, bi awayekî ku kes nizane çi dibe û dê çi bibe, di navbera Dewleta Tirkîyeyê û Ocalanî de hevdîtin hene. Nabe ku qedera nêzîkî 30 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê dijîn, di nav wan hevdîtinê Ocalanî û Dewleta Tirkîyeyê de bêne hefs kirin. Belê pêvajoyek heye. Le her alîyek li gorî armanc û xwestekên xwe navekî li vê pêvajoyê dikin.
Dewleta Tirkîyeyê dibe ‘’Pêvajoya Avakirina Tirkîye û Herêma Bêteror’’, Ocalan, PKK, DEM Partî dibêjin ‘’Pêvajoya Civaka Demokratik û Aştîyê’’, Lê heger em li daxuyanî û gotarên rayedarên Dewleta Tirkîyeyê û Ocalan, PKK, DEM Partîyê binerin, emê bibînin ku tu dîyardeyên ji bo aştîyeke mayînde, çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê, demokrasi, edalet û azadîyê li holê tune ne. DEM Partî di propagandayên xwe yên di nav gel de, dibêje, “Dewleta Tirkîyeyê dê gavên pêwîst bavêje”; lê belê tu belge, dokuman, nîşaneyan jî ji raya giştî re dîyar nake. Em dibêjin nabe ku Ocalan li ser navê 30 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê li gel Dewleta Tirkîyeyê hevdîtinan bike.
Mustafa Ozçelîk got ku ‘’helbet em li gel çekdanîna PKKyê ne; çekdanîna PKKyê di berjewendîyên gelê me yên her çar perçeyên Kurdistanê de ye. Em li gel in ku Mafê Hêvîyê ji Ocalanî re derkeve, Selahattîn Demîrtaş û hemû girtîyên sîyasî bêne azad kirin, kesayetên ku ji ber fikir û xebatên xwe yên sîyasî ceza xwarine bêne berdan; kesên mecbûr mane welatê xwe terk bikin û gerîlayên ku dê çekên xwe deynin bi awayekî azad vegerin welatê xwe. Lê mixabin ne daxuyanîyên Erdogan, Bahçelî û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê, ne jî daxuyanîyên Ocalanî tu nîşaneyekê naxe destên me ku em vê pêvajoyê weke pêvajoya aştî, çareserî, demokrasi û azadîyê pênase bikin.
Dewleta Tirkîyeyê bi erêkirina dewleta kûr ya Tirkîyeyê û bi erêkirina serokkomarê Tirkîyeyê Erdoganî, bi destê Dewlet Bahçelî bi navê ‘’Tirkîyeyeke bêteror’’ projeyek dayê destpêkirin. Bi ya me, armanca sereke ya vê projeyê ev e ku li Rojavayê Kurdistanê bi alîkarîya Ocalanî, rê li ber bidestxistin û parastina mafên siyasî û neteweyî yên gelê Kurd bigre; eger ew nebe jî van maf û destkeftîyan di asta herî kêm de sînordar bike û herweha şansa serokkaomarîya Erdoganî xutir bike.
Ev proje li gorî rewş û pêşhateyên li Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya hilbijartinên li Tirkîyeyê dê bibe pêvajoya mijûlkirin û paşdexistinê.
Hêza tayînker dê hevsengîya hêzê ya di navbera dewletên mezin, yên herêmê û kurdan û berjewendî û sîyasetên dewletên mezin yên li herêmê ne bin.
Kesek an jî partîyek nikare bi serê xwe bibe mixetabê pirsa miletê Kurd û Kurdistanê; mixatabê pirsa kurd û Kurdistanê, hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar in.
Îro DEM Partî û HUDAPAR hem xwe wek partîyên Tirkîyeyî pênase dikin, hem jî li gel vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ku nuha dimeşîne ne. Ji ber wê jî divê demildest, ji derveyî DEM Partî û HUDAPARê, ji bo ava kirina tifaqeke stratejik ya neteweyî, kurdistanî û li gel wê ji bo avakirina alîyê kurdî yê li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd gavên pêwîst bêne avêtin. Ew pêwîstî herweha wazîfeyeke neteweyî ya esasî ye jî.
Ocalan hebûna miletê Kurd tune dihesibîne, kurdan wek ‘’bermahîyeke dîrokî û zibil, sergo’’ dibêne; zimanê kurdî weke zimanekî nekêrhatî û lawaz pênase dike. Li gorî Ocalan û DEM Partî çareserî ‘’Cimhûrîyeta Demokratîk, Netewe Demokratik, Hemwelatîya Hevbeş, Entegrasyona Demokratik e’’. Ocalan bi aşkereyî dibêje ku “Netew-dewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestîya tund in, nikarin ji sosyoloiya civaka dîrokî re bibin bersiv.“
Belê, di rewşeke ewqas aloz, metirsîdar, bi rîskan ve dagirtî de, heta ku em weke partî, hêz û kesayetên kurdistanî, helwest û platformeke cuda ava nekin, emê nikaribin rê li ber vê sîyasetê bigrin, tesîra wê ya ku zerarê digihîne doza miletê Kurd kêmtir bikin û ji holê rakin.
Mustafa Ozçelîk di derbarê Rojavayê Kurdistanê de weha got: ‘’Em weke PWK, piştgirîya Konferansa 26ê Nîsana 2025ê ya li Qamişloyê dikin. Di vê konferansê de, bername û rêbazeke sîyasî ya neteweyî hate dîyar kirin û şandeyek hevbeş ya Rojavayê Kurdistanê hate hilbijartin. Em dibêjin ku daxwaza tasfîyekirina hêza leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê ne rast e û li dijî berjewendîyên gelê Rojavayê Kurdistanê ye. Divê ev hêza leşkerî weke alîyekî cuda bibe beşeke Artêşa Sûrîyeyê ya pêşerojê û divê mafê federalî, statuyeke sîyasî, namerkezîbûn, mafên fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî, parastin û geşkirina kultura kurdî û di qanûnek bingehîn ya demokratîk de bêne misoger kirin.”
Mustafa Ozçelîk di derbarê Başûrê Kurdistanê de jî weha got: ‘’Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, li gel hemû pirs, pirsgirêk, kêmayî û xeletîyên xwe xwe yên ku dile mê diêşîne jî; destkeftineke dîrokî ya neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên cîhanê ye; parastin, lêxwedîlêderketin, piştgirî û pêşdebirina vê destkeftîyê jî wek wazîfeyeke neteweyî, niştimanî li ser milê me hemû kurdên cîhanê ye’’.
Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe de bangî partîyên Başûrê Kurdistanê kir û got ku ‘’em hêvî dikin hemû partîyên Kurdistanê, li Bexdayê bi yekrêzî, yekhelwestê û weke nûnerên gelê Kurdistanê tevbigerin; li destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin; rê li ber sîyaseta Bexdayê ya dorpêçkirina li ser Kurdistanê bigrin; ji bo guhertina sîstema hilbijartinan ya ku li himberî Herêma Kurdistanê ji pîvanên wekhevîyê dûr û ne dadwer e, ji bo bicîhanîna Qanûna Bingehîn ya Federal û Madeya 140î xebateke berhemdar û encamgir bimeşînin.
Herweha em hêvî dikin ku di demeke herî kurt de, bi beşdarîya PDK, YNK û partîyên din yên mimkun be, hikûmeta hevbeş ya Herêma Kurdistanê bê damezrandin; ji bo yekkirina hêza peşmerge û ewlekarîyê, aborî û dîplomasîyê ya Herêma Kurdistanê gavên pêwîst benê avêtin’’.
Mustafa Ozçelîk bal kişand ser îhtîmala firsendên dîrokî yên ku dikarin werin ber derîyê xuşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê û got ku “klîda rêlêvekirina azadîyê tifaqa navxweyî ya partîyen sîaysî yên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Mustafa Ozçelîk got ‘’Di dîroka Kurdistanê de cara yekem e ku qedera her çar perçeyên Kurdistanê di vê astê de bi xweşî û nexweşîyên xwe ve tesîrê li hevdu dikin. Îro Peymana Lozanê li Başûrê Kurdistanê derzeke mezin xwarîye, ev derza ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dimeşe; piştî şikesta Dewleta Îranê û Hîlala Şîe û Bereya Miqaweme ya wê, ev derza dê ber bi Îranê û hêdî hêdî jî ber bi Tirkîyeyê ve were. Ji ber wê jî girîngîya koordînasyoneke neteweyî, niştimanî ya di navbera çar perçeyen Kurdistanê û kurdên dîasporayê de hê bêtir derdikeve pêş. Û aşkere ye ku di pêkanîn û hûnandina koordînasoneke weha de rola Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bi awayekî berbiçav derdikeve pêş’’.
Mustafa Ozçelîk di dawîya axaftina xwe de bangî hemû partî, grûp û kesayetên kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê kir ku “divê ji bo avakirina tifaqeke neteweyî, demokratik û herweha ji bo li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd avakirina “Alîyê Kurdî’’, em demildest gavên pêwîst bavêjin”
Di beşa yekem a semînerê de Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk semînera xwe da; di beşa duyem de jî beşdaran pirsên xwe kirin û Mustafa Ozçelîk jî bersîva wan pirsan da. Semîner di atmosfereke berhemdar de bidawî hat.
23.11.2023
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)



NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin