
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk, peyama pîrozbahîyê ji Serokê PSKê Bayram Bozyel re şand
.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, peyama pîrozbahîyê ji Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel re şand.
Rêzdar Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Di kongreya 4emîn a Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) de, cenabê we careke din wek Serokê Giştî yê PSKyê hate hilbijartin, meclîsa partîyê ya nû hate hilbijartin.
Kongreya PSKyê di pêvajoyeke gelekî girîng û hesas de li dar ket.
Di demeke ku li Bakurê Kurdistanê hevkarî û tifaqa neteweyî, niştimanî ya mayînde ji her demê zêdetir derketîyê pêş me de; di vê derbarê de, avêtina gavên pêwîst li ser milên me hêmû alîyên kurdistanî ne.
Em di wê bawerîyê de ne ku, PSK jî dê li gel partîya me û hemû alîyên milî, demokratîk, ji bo hûnandina vê pêwîstîyê bi hest û bîr û bawerîyên niştimanî tevbigere.
Bi van bîr û bawerîyên xwe yên kurdistanî, bi hestên birayane, dostane, ez cenabê we ji ber ku careke din wek Serokê Giştî yê PSKyê hatîye hilbijartin pîroz dikim.
Ez li ser navê hemû rêvbir û endamên PWKyê pêkanîna kongreya PSKyê pîroz dikim, ji cenabê we û hemû endamên Meclîsa Partîyê yên ku di kongreyê de hatine hilbijartin re serkeftinê dixwazim.
Li gel rêz û silavên xwe.
19.06.2025
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin