
Serlêdanên ji bo Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kir
.
Serlêdanên ji bo Pêşbirka 7emîn a Lîstikên Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî dest pê kir ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di bin banê Serokatiya Daîreya Çandê û Kar û Barên Civakî de kar dike Pêşbirka 7emîn a Lîstikên Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî da destpêkirin.
Ev pêşbirk bi mebesta bipêşxistina nivîskariya lîstikên Kurdî, teşwîqkirina nivîskarên nû û ciwan, zêdekirina nivîsên nû û orîjînal ên ji bo repertûara komên şanoyê tê lidarxistin
Xelatên pêşbirkê li ser navê nivîskarê Memê Alan (1918) Ebdurrehûm Rehmî Hekarî tên dayin.
Di komîteya hilbijartinê ya pêşbirkê de Dr. Ghotbedin Sadeghi, Helket Edrîs, Kawa Şêxê, Rûgeş Kirici û Şîlan Alagoz hene.
Serlêdana dê ji bo Pêşbirka 7emîn a Lîstikên Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî heta 31ê Tebaxê dê bidomin.
3 lîstik dê bên xelatkirin
Encamên pêşbirkê dê hefteya ewil a Çiriya Pêşîn a 2025an bên eşkerakirin û lîstikên bûne yekemîn, duyemîn û sêyemîn dê bên xelatkirin.
Dê ji lîstika yekemîn re 80 hezar TL, ji ya duyemîn re 60 hezar û ji ya sêyemîn re jî 40 hezar TL wekî xelat bên dayin.
Her wiha 20 hezar TL dê xelata mansiyonê bê dayin.
Mercên serlêdanê
Mercên serlêdana Pêşbirka 7emîn a Lîstikên Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî ev in:
Di pêşbirkê de ti sînorên mijarê tune û lîstik dikarin karên nû yên orîjînal bin an jî ji berhemên wekî roman, çîrok, helbest, bîranîn bên adaptekirin.
Nivîsên lîstikê divê bi kêmanî 30 hezar tîpên bênavber ên komputerê bin.
Lîstikên ku ji bo pêşbirkê bên şandin divê heta dîroka dawî ya serlêdanê li tu derê nehatibin weşandin, li şanoyên profesyonel an yên bi budce nehatibin lîstin û di tu pêşbirkan de xelat wernegirtibin.
Her nivîskar dikare bi yek lîstikê beşdarî pêşbirkê bibe.
Nivîskar divê nav, navnîşan, kurtejiyan û hejmarên têlefonê xwe di zerfeke girtî de ku remza wan li ser nivîsandî be û û tevî metna lîstikê ya remzên wê li ser nivîsandî bişînin.
Nivîsa lîstikê jî divê bi nasnameyê veşarî were şandin.
Nivîsên ku ne di zerfa bi remz de dê nebin, dê ji pêşbirkê bên derxistin.
Nivîsên lîstikê yên ku dê wekî dijîtal bên şandin, hewceye herî dereng heta 1ê Tebaxa 2025an bi rêya e-postayê bên şandin.
Di heman demê de hewceye nivîskar wekî dosyayeke cuda kurtejiyana xwe ku e-posta û remzên wan jî li ser bin û agahiyên ragihandinê bişînin.
Navnîşanên ku dê lîstik jê re bên şandin ev in:
Cadeya Stasyonê, Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç, No: 65, 21100, Bajarê Nû / Amed
Tel: 0412 502 90 18
E-mail: [email protected]
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin