
SEMSÛR - Li Deşta Bilamê dem dema zêrê kesk e
.
Li Deşta Bilamê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ku wekî yek ji embara herî mezin ên tûtinê tê naskirin, demsala çinînê dest pê kir.
Cotkar bi hatina payîzê re beriya ku serma dakeve, ji bo berhevkirina tûtina ku kamil bûye, serê sibê zû berê xwe didin zeviyên xwe da ku berhemên xwe beriya germbûna rojê biçinin.
"Tûtin di 3 mehan de mezin dibe"
Tûtina ku piştî çandinê bi qasî 100 rojan li nava zeviyê mezin dibe, bi hesasiyeteke mezin tê berhevkirin. Cotkar Saniye Pekmezcî behsa keda xwe ya ji bo tûtinê dike û dibêje:
"Em saet 7ê sibehê tên nava erdan. Ev berhem di Gulanê de tê çandin û heta 3 mehan dimîne û mezin dibe. Em dê niha bibin mal û bi benan ve pê vekin. Wan jî bi daran ve dikin da hişk bibe. Eger em zû neyên nava zeviyan nabe. Dema roj germ dibe eger biçinî tûtin xira dibe. Ji ber wê em sibehê zû tên."
Tûtina Semsûrê avî ye û pêwîst e şev û roj heta dema çinînê were avdan û xwedîkirin. Li deştê niha dema çinînê ye û tê payîn ku di nava 20 rojan de zevî bi temamî vala bibin.
Karê herî zehmet pêvekirin e
Tûtina ku tê berhevkirin, ji bo ku bê pêvekirin tînin malan.
Tulay Yavaş jî dide zanîn ku ev kar nêzîkî 40 rojî diajo û wiha pê de diçe:
"Ev 15 roj in em di navê de ne. Sibehê saet 6an em diçin diçinin heta saet 10an.
Ya çinî tînin li malê pê ve dikin û roja din dîsa diçin. Ev çinîn mehekê, 40 rojan didome."
Van rojên beriya payîzê li Semsûrê hema bêje li ber her malekê heman dîmen heye.
Tûtina ku bi hêşinahî hatiye çinîn û bi deziyan ve hatiye rêzkirin, divê ji bo zer bibe li cihekî germ were îstifkirin.
Îmam Pekmezcî li ser pêvajoya zerbûnê jî van agahiyan dide:
"Divê du roj du şevan wisa bimîne da ku pişt re em rakin û bi dar ve bikin.
Ji vê re dibêjin exin. Divê piştî pêvekirinê 2-3 şevan wisa bimîne û zer bibe.
Paşê em radikin bi îskeleyan ve datînin da hişk bibe.
Dema hişk bû, em li bendê dimînin ku bi hewayê nerm bibe da em rakin û bifiroşin."
Her çi qasî karê herî zehmet pêvekirina tûtinê be jî, teknolojî êdî ji bo vê yekê jî çareseriyên nû pêşkêş dike.
Cotkarên Semsûrê bi bikaranîna makîneyên nû karê xwe hêsantir dikin.
Cotkar Yusuf Duran amaje bi wê yekê dike ku teknolojî karê wan hêsantir kiriye û wiha dibêje:
"Li Semsûrê yekî bi navê Hemdî heye, berê kêrên tûtinê çêdikirin û niha van makîneyan çêdike.
Em jî çûn me yeke ji xwe re anî. Bi 140 hezarî da me. Ya rind e, bi texsîtan jî dide. Em pê îdare dikin. Karê 10 kesan dike."
Debara sereke ya Semsûrê ye
Tûtina ku tê pêvekirin, vê carê bi daran ve tê daliqandin da ku hişk bibe, reng bigire û ji bo firotinê amade be.
Li Semsûrê debara sereke li ser tûtinê ye û nêzîkî ji sedî 60ê xelkê bajêr debara xwe bi çandina tûtinê dike.
Ev kar nêzîkî 150 sal e li herêmê berdewam dike û salane derdora 25 hezar ton tûtin li Semsûrê tê berhevkirin.
Semsûr êdî li cîhanê bi tûtina xwe tê naskirin û ev berhem bi kalîteya xwe bala kêfkeşan dikişîne.
RÛDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin