
M. Sîrac Kaya: Bi hemû zarava û alfabeyên xwe ve zimanê kurdî hebûn û rûmeta me ye
.
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN roja 17.05.2026ê li Îzmîrê ji bo zimanê kurdî çalakîyek li dar xistin.
Endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê M.Sîrac Kaya di ve çalakîyê de axaftinek kir.
Ev jî teksta axaftinê ye.
..............
Mêvanên Qedirbilind
Dost û hevalên hêja
Em bi germaya deng û awazên zimanê kurdî bixêrhatina we dikin.
Hûn bixêr hatin!
Em dibêjin, bi hemû zarava û alfabeyên xwe ve zimanê kurdî hebûn û rûmeta me ye
Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932yê de bi alfabeya latinî bi kurdî dest bi weşana xwe kir.
Ev di dîroka rojnamegerîya kurdî de rojeke girîng e. Em jî nuha bi minasebeta 94emîn salvegera derketina Kovara hawarê vê çalakîyê li dar dixin.
Ziman ji bo miletekî ne tenê peyv in, lê belê sembola zîndîbûn û hebûna wî miletî ye. Dema ku zimanek tê qedexekirin an jî tê lawazkirin, têkilîya mirov bi dirok û çanda wî re diqete. Di têkoşînên neteweyî de ziman “keleha herî dawî” ye. Heta ku zimanek zindî be, potansîyela wê neteweyê heye ku ji nû ve vegere ser bingeha xwe. Ji ber vê yekê, êrîşên îdeolojîk herî pêşî li ser zimên tên kirin. Ji bo em rewşa îro baş binirxînin û jê sûd verbigrin, divê di derbarê pêvajoyên derbasbûyî de xwedî zanyarî bin.
Di van salên dawî de mijara ziman, tenê di rojên dîyarkirî de, bi wate û girîngîya xwe ya taybet dikeve rojeva civakê. Lê mixabin ji demekê şûnda tê jibîrkirin. Em baş zanin ku ziman di bingeha xwe de dîroka “şerê hebûn û tunebûnê” yê miletekî ye. Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ziman, hafizeya dîrokî ya milî ye, ziman, nasname û ruhê neteweyî ye. Ziman, sembola hebûn û rûmetê ye. Ziman bîra neteweyî ye. Zimanê kurdî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve wekî zimanê “gundîtiyê”, “paşvemayînê” û “nexwendinê” hate nîşandan; Tirkî jî wek zimanê ‘’medenîyeta modern’’, “serkeftinê”, “evînê” û “bajarîyê” hate pênase kirin. Ji ber ku helwestên rêxistinî û neteweyî lawaz bûn, pêlên asîmlasyonê encam bidest xist. Berê wargeha asîmilasyonê qişlayên leşkerî û dibistan bûn, lê bi rêya televîzyonan, medyaya civakî û amûrên dîjîtal asîmilasyon zêdetir ket nava malbatê û di odeya rûniştinê de bi cîh bû. Ev jî bandoreke psîkolojîk û negatîf li ser jin û zarokan kir. Ev rastîya hanê derizandinek kûr di malbat û civaka kurd de vekir; pira di navbera nivşan de hilweşand!
Vê projeya asîmlasyonê di nav civakê de rê li ber paradoks û trajedîyên ecêb vekir. Yek ji wan trajedîyan jê jî, ew e ku dayikên ku do bi tirkî nizanîbûn, zarokên bi kurdî nizanin mezin kirin! Bersîva vê pirsê girîng e! Çawa bû ku ew dayikên ku yek peyva tirkî nizanîbûn, rê li ber nivşekî ku dibêjin “anliyam ama konuşamıyam” vekirin. Gelo di vê rewşa xerab de bandora zimanê sîyaseta îro di nav kurdan de desthilatdar e, çiqas xwedî par û berpirsîyar e? Di bin navê ‘’kurdîtîyê’’ de zimanê tirkî û siyaseta entgrasyonê, tesîrek çewa li ser civakê kir? Ev ji pêncî salî zêdetir e ku sîyaseta desthilatdar, zimanê propaganda û ajîtasyonê, zimanê xwendin û perwerdeya navxwoyî, zimanê diyalog û pêywendîyên navxwe, bi zimanê tirkî meşand û weke zimanê bingehîn tirkî bikar anî. Ev jî ji bo hişmendîya neteweyî xeterîyek mezin e!
Îro ew zarokên ku bi kurdî nizanin, nikarin bi bapîr û dapîrên xwe re sohbet bikin. Ev yek dibe sedem ku zarok ji stran, henek, çîrok, metelok û bîra malbatê, ji bîra çand û hunera civakê bêpar bimîne. Ev jî rê li ber dûrbûyina ji malbat û civakê hêsantir dike. Encama vê hişmendîyê nivşekî “nîvco” derdixe holê. Ev nivşê ku “di navberê de mayî” di warê ziman, çand û dîrokê de li ser pirê asê bûye. Ev rastîya “nîvco”, wêneyekî ku mirov bêje, ne ev e, ne jî ev e derdixe holê!
Asîmlasyon li vir ne tenê guhertina zimên e, pûçkirina karaktera kesayetî, hilweşandina sosyolojîya civakê û tunekirina miletekî ye. Siyaseta dewletê ya tunekirinê, bi armanca “yek ziman, yek netewe” hatîye plankirin û bi rêya sîstema perwerdehîyê, têkilîyên aborîyê û zextên medyayê dimeşe. Ev pergala dagirkerîyê, zimanê kurdî xistîye navbera çerxa qedexekirinê û digivêşe. Siyaseta kurd, tevî hemû kêmasî û lawazbûna xwe jî li dijî pergala asîmlasyon û dagirkerîyê têdikoşe. Di asta ramanî de li dijî vê derdikeve û di asta pratîk de di nav hewldanekê de ye. Awantajên têknolojîyê, hêsankarina gihîştina zanyarîyê û dinyaya dijîtal dîwarên qedexeyan hildiweşîne.
Ev bayê hanê nîşana berxwedana zimanê kurdî ye. Ev jî bandorekê li ser sîyaseta kurdî ya desthilatdar dike ku êdî girîngî bidin zimanê kurdî. Lê rastîyek heye, hê jî di mîtîng û konferansan de zêdetir zimanê tirkî bi kar tînin, ev jî rê li ber avakirina alternatîfeke xurt asê dike.
Ked û xebatên Mîr Celadet Bedîrxan û Rojnameya HAWARê di dîroka zimanê kurdî de xwedî cîhekî girînge. Em dizanin ku ekola Hawarê di dîroka modern a kurdî de ne tenê weke kovarekê, lê di warê zimanî, çandî û neteweyî de rêbazeke nû ye. Di bin serpereştîya Mîr Celadet Alî Bedirxan de ev ekol dest pê kir û di dibistana HAWARê de bingeha xwe xurt kir.
Mîr Celadet wekî mamosteyê alfabeya kurdî ya latînî tê naskirin. Mîr Celadet xwest bi alfabeya latinî di navbera zimanê kurdî û zimanên ku alfabeya latînî bikar tînin pireke xurt ava bike û bi rênivîseke fonetik û hêsan pêşkêşî civakê bike. Ekola Hawarê her çend bi giranî li ser zaravayê kurmancî bisekine jî, armanca wê ya sereke yekîtîya zimanê kurdî bû.
Îro, têkoşîna ji bo zimanê kurdî, têkoşîna ji bo rûmeta mirovahîyê ye. Vegera ser zimanê dayikê, ne tenê vegera ser peyvan e; vegera ser nasname, malbat û civaka xwe ye. Heta ku kurdî nebe zimanê perwerdehîyê û jîyana rojane, metirsîya asîmilasyonê dê her hebe. Şîyarbûna nivşên nû û xwedîlêderketina li ziman, mifteya yekem a rizgarîya çandî û neteweyî ye. Ji ber wê yekê bê tirs, bê westan û bê rawestin divê zimanê kurdî di jîyana me de bibe zimanê yekem, zimanê desthilatdar û zimanê jîyanê…
HAWAR, RONAHÎ, ROJÎ KURD û her wekî din hemû kovar û rojnameyên kurdî ji bo şopînerên rojnameya KURDISTANê çavkanîyên esasî ne! Em 15 GULANÊ weke destpêka Rojnameya Hawar ê pênase dikin û li kêd û xebatên ekola HAWARê xwedî derdikevin. Ked û hişmendîya Mîr Celadet Bedîrxan di warê zimanê kurdî de gelek girînge! Em hemû çalakîyên 15 GULANê weke bang û berdewamîya keda Mîr Celaddet û şopînerên wî dinîrxînin û bi rêzdarî dişopînin.
Em çawa ku li ked û berhemên kurdî yên bi alfabeya latînî hatine nivîsandin xwedî derikevin, helbete ku em li hemû ked û berhemên ku bi alfabeyên erebî û kirîlî û alfabeya Mizheva Reş jî xwedî derdikevin.Em hemû xebatên bi hemû zaravayên kurdî û bi alfabeyên cuda hatine nivîsandin wek nirxên zimanê kurdî pênase dikin.
Belê Kovara Hawarê di roja 15ê Gulana 1932yê bi tîpên latinî bi kurdî dest bi weşana xwe kir. Bi minasebeta 94emîn salvegera derketina Kovara Hawarê em dixwazin careke din jî bangî gelê xwe yê li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê dijîn bikin:
Her kurdekî ku bi kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) nizane, divê kurdî fêr bibe. Her malbateke kurdan divê zarokên xwe fêrî kurdî bikin; divê di nav mala xwe û di her beşên jîyanê de zimanê me yê esasî kurdî be, em bi kurdî biaxivin.
Divê xebateke berfireh bê meşandin da ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê kurdî bê qebûl kirin û di qanûna bingehîn û hemû yasayên peywendîdar de ev maf bêne garantî kirin.
Divê hemû şaredarîyên li Kurdistanê li gel tirkî, kurdî (kurmancî, kirdkî/zazakî) wek zimanê fermî yê şaredarîyê bikar bînin. Kreşên zarokan ên bi kurdî û dibistanên bi kurdî vekin.Hemû partiyên sîyasî, dezgehên sivîl û meslekî yên li Kurdistanê jî ji bo bicîh anîna axaftin û fêrbûna zimanê Kurdî, divê seferber bibin da ku amûr û îmkanên pêwîst bêne ava kirin.
Bi vê bîr û hişmendîya neteweyî em dibêjin divê her malbat, her kolan, her bajar û her qadên jiyanê bibe dibîstana zimanê kurdî. Ji bo wê jî pêwîste ku em bi hişmendîya tifaq û hevkarîyên milî tevbigerin, têbikoşîn û alaya serkeftinê bi hevre hildin.
Ji bo sebir û gohdarîya we em cardin spas dikin.
17.05. 2026
Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK)
Nûnertîya Bajarê ÎZMÎRê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin