Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne

Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne

.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Gulanê pêşwazî li Parêzgarê Necefê Yûsif Mekkî Ginawî û şandeya pê re kir.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya hikûmetê ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê, bi taybetî ya Necefê de, di warên cihêreng de nîşan da.

Wekî di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Parêzgarê Necefê amaje bi armanca serdana xwe ya bo paytextê Herêma Kurdistanê kir ku bi mebesta pêşxistina têkiliyên du alî û sûdwergirtina ji reform û ezmûna serkeftî ya Hikûmeta Herêmê di sektorên cuda de ye, bi taybetî di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin